Kevin Rudd
Kevin Rudd | |
|---|---|
Kevin Rudd | |
| Jidayikbûn | 21 îlon 1957 |
| Hevwelatî | Awistralya |
| Perwerde | |
| Pîşe | |
| Meqam | |
| Partiya Siyasî | |
| Hevjîn | |
| Xelat | |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Kevin Michael Rudd (jdb. 21ê îlona 1957an li Nambour, Queensland, Awistralya), siyasetmedar û dîplomatekî awistralî ye ku ji çiriya pêşîn a 2007an heta 2010an serokwezîrê Awistralyayê bû.
Ji Partiya Karkeran a Awistralyayê ye û ji çiriya pêşîn a 2006an virde serokatiya partiyê dike. Di hilbijartinên 24ê çiriya paşîn a 2007an de partiya wî bi radeyeka dengdayîna bilind biserket û di 3ê kanûna pêşîn a 2007an de Rudd bû 26emîn serokwezîrê Awistralya.
Rudd di propagandaya hilbijartinê de soz dabû ku heger ew bisebikeve dê ji gelê aborjîn lêborînê bixwaze û pêşî li asîmîlasyon û zordariya li wan tê kirin bigire. Berê jî carcaran ev yeka han dihate rojevê lê ji aliyê hikûmetan ve nedihate bicihanîn. Rudd piştî damezirandina hikûmeta xwe soza xwe digire û ji gelê aborjîn lêborînê dixwaze.
Hikûmeta Rudd Protokola Kyoto îmze kiriye.
| Ev gotara jînenîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |