Keyê Romayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Keyê Romayê (bi latînî: rex Romae) desthilatdarê Keyaniya Romayê bû.[1] Li gorî efsaneyê, keyê yekem ê Romayê Romulus bû, ku di sala 753 b.z. de bajar li ser Girê Palatineyê ava kir. Tê gotin ku heft keyên efsaneyî li Romayê hikûm kirine heta desthilatê keyê talî di sala 509 b.z. de hat hilweşandin. Van keyan her yek bi qasî 35 salan hikûm kirine.

Keyên Romayê (753–509 b.z.)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nav Jidayikbûn Desthilatdarî Şûngirî
Romûlûs nêz. 770[2] nêz. 753 - 716 b.z. Piştî kuştina birayê xwe, Remûs, xwe key îlan kir.
Numa Pompilius nêz. 753 b.z.[3] nêz. 715 - 672 b.z. Piştî mirina Romulus ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.[4]
Tullus Hostilius ? nêz. 672 - 640 b.z. Piştî mirina Numa Pompilius, ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.
Ancus Marcius ? nêz. 640 - 616 b.z. Piştî mirina Tullus Hostilius ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin.
Lucius Tarquinius Priscus ? nêz. 616 - 578 b.z. Piştî mirina Ancus Marcius, ji ber ku kurên Marcius pir biçûk bûn, ew bû desthilatdar, lê di wextekî kurt de ji aliyê Meclîsê ve wek key hatiye hilbijartin. Ew yekem keyê etrûskî bû, û bi eslê xwe wekî Lucumo dihat zanîn.
Servius Tullius ? nêz. 578 - 534 b.z. Zavayê Lucius Tarquinius Priscus.[5] Piştî ku Tarquinius Priscus ji aliyê kurên Ancusî ve hat kuştin, wî keyîtî bi dest xist.
Lucius Tarquinius Superbus ? nêz. 534 - 509 b.z. Kur an neviyê Lucius Tarquinius Priscus; piştî kuştina Servius Tullius ji aliyê Superbus û jina wî (keça Tullius) ve keyîtî bi dest xist.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Outline of Roman History William C. Morey, Ph.D., D.C.L. New York, Cincinnati, Chicago: American Book Company (1901)
  2. ^ Plutarch, Parallel Lives, Romulus
  3. ^ Plutarch, Parallel Lives, Numa
  4. ^ Romulus had a wife, Hersilia, whose sister, Tatia, married Numa. They were both the daughters of Titus Tatius, King of the Sabines
  5. ^ Livy, Ab urbe condita, 1.39.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]