Keyaniya Romayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Keyaniya Romayê
  • Serdema dîrokî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plana bajarê Romayê ya kevn
ParzemînEwrasya, Ewropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytext
ZimanLatînî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 21 nîsan 753 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 21 nîsan 753 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema bidawîbûnê
Pêk tê ji
  • Monarşiya yekê ya Romayê (753 b.z. – 616 b.z.)
  • Second Roman Kingdom (616 b.z. – 509 b.z.Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Birêvebirin
 • Awayê birêvebirinêMonarşiya bi hilbijartinê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Roman Iron Age Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Roman Republic Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Keyaniya Romayê li gorî dîroknasan serdema şaristaniya Romaya Kevnarê ya yekem e. Çaxê ku Romûlûs û Remûsê bajarê Romayê avakirin dest pê dike, heya keya dawî Tarquinius Superbus dikeve dom kiriye. Serdem 753an b.z. de dest pê kiriye, 509an b.z. de xilas bûye. Derheqê vê serdemê çavkanî pir kêm in.

Damezrandina bajarê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Romûlûs birayê xwe Remûsê kuşt bajarê li ser gira Palatînayê ava kir û navê xwe danî bajarê. Xulam û azad hişt her kes bê te bajar. Mêzrekên dînî, siyasî û hiqûqî ava kir. Keyanî bi wî awayî hat damezrandin û Romûlûs bû key.

Romûlûs ji hêla sabînan hate dawetkirin şengekî. Li wir romayî 30 jinên sabînan revandin û bi zorî bûne mêrê wan. Piştî wê bûyerê navbera romayî û sabînan şer derket lê sabîn nekariyan Romayiyan. Aşitiyekî kirin Romûlûs û keyê sabînan Titus Tatius bûn keyên hevbeş. Piştî 37 salan desthilatdariyê Romûlûs winda bû keyên din hatin cihê wî.[1]

Bilindbûna Şaristaniyê û Ketina Keyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştê Romulus demekî kin bajêr ma bê serî lê wextekî şunde senato Numa Pompiliusê bijart. Ew sabînî bû. Pir dîndar bû ji ber wê reformên dînî çêkir, lê piştî wî Tullus Hostilius bû key, reformên wî xirab kirin. Bi sabîniyan re şer kir bajarê Alba Longayê xirab kir gelheya wê jî entegreyê Romayê kir. Piştê wê bi dorê Ancus Marcius, Tarquinius Priscus, Servius Tullius û dawiyê jî Lucius Tarquinius Superbus bûn key. Her yekî hin şeran hin reforman keyaniyê mezin kirin.

Dawiya keyaniyê tecewiz kirina jina senatorê ji aliyê kurê keyê Sextus Tarquiniusê dest pê dike. Jina senatorê Lucretia ji şermiya bûyerê xwe kuşt. Ev bûyer bû sedema şoreşekî. Di sala 509an b.z. de Key Tarquinius Superbus ji bajêr hate avêtin. Komara Romayê hate damezrandin. Junius Brutus û Tarquinius Collatinus bûne konsûlê komarê yê yekem.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Roman Kingdom (753–509 BC)". Digital Maps of the Ancient World (bi îngilîzî). 17 tîrmeh 2020. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2022.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]