Klasîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Klasîk, wek bêje bi wateya xwe ya ferhengî, ji wê nivîsê re tê gotin ku di çarçoveyeke kifş de hatiye amadekirin. Lê di nava xelkê de bi gelek wateyên cihê tê fêmkirin. Îcar ji ber ku piraniya berhemên kurdî bi kêş û nikl û qafiye hatine nivîsandin, ji wan re klasîk tê gotin.

Lê gava bêjeya klasîk tê gotin, di serê pêşî de tiştên kevn, yên ku dema wan bihurîye tên hişê mirov. Ev yek rast e! Bêguman çi tiştê gava kevn dibe, bihayê wî jî kêm dibe.

Sedemê ku piraniya nivîsên kurdî yên kevn helbest, ev e: Li gor lêkolîna di salên dirêj de, derketiye holê ku ev hawe ji ber nerihetî û belengaziya Kurdan çêbûye. Lewra berî Îsa Pêxember di sedsala çaran de gava dora Amedê bi vê bedena bilind ku hatiye dorpêçkirin, heta îro jî, ew kul û derd li nava Kurdan her didomînin.

Îcar gotineke kurdî heye, dibêjin: Girîn ji mêran re eyb e. Nexwe êdî gazin ji hebûna hewqas helbest jî nayê kirin.

Li dinyayê tenê du tişt hene ku bi kevnbûnê, bihayê wan zêdetir dibe. Yek mirov e û ya din jî berhemên mirovan in. Nirxê mirovî di jiyana xwe de zêde nayê dayîn herweha nayê dîtin jî. Lê bê guman e ku mirov piştî mirina xwe, dibin sê beş:

  1. Mirovê baş e ku bi başîtiya xwe hatiye naskirin. Ew kesê wisa, dikeve nava dilê gelê xwe û tu carê jî nayê jibîrkirin, di mêjû de jî rûpelekî zêrîn ji xwe re vedike.
  2. Mirovê xirab û cewrkar e. Ew kes, bi xirabiya xwe hatiye naskirin û tu car jî nayê jibîrkirin.
  3. Mirovek jî heye ku ne baş e û ne jî xirab e. Ew kesê wisa demekurtek piştî mirina xwe bi temamî tê jibîrkirin.

Îcar mirovê baş ew e ku xizmetekê ji mirovan û mirovatiyê re kiriye, berhem afirandine û ji nivşên pişt xwe re wek diyarî hiştine ku bi sedê salan û bi hezarê salan jî, nivşên li jiyanê sûd ji wan dibînin.

Ha ev berhemên kurdî yên klasîk jî, tev ji aliyê bav û kalên Kurdan ên bîrewer ve hatine afirandin û ev e bi sedê salan e, bi hezarê salan e, piştî mirina wan jî, ev nivflên niha berhemên wan dixwînin, sûd ji wan werdigirin, xwe bi şîret û pendên wan sererast dikin û bi wan jî hertim serbilind in û dê serbilind jî bimînin.

Klasîkên Kurdî li ser bingeha Folklora Kurdî ava bûne û ji gotin û meselok û biwêjên kurdî jî dagirtî ne.

Peyîtandina vê yekê jî, çewa ku nemir Ehmedê Xanî jî gotiye, amac gotin û guzaf in, lê wî Mem û Zinê kirin behane û berhema xwe ya vêjeyî honaye.

Mijarên girêdayî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]