Koçberiya ekolojîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sitargehek li Kenyayê ku ji bo kesên ku ji ber zuhabûna Kevana Afrîkayê ya 2011an de ji cihûwarê xwe bûne.
Nexşe, karesatên xwezayî yên ku ji ber germbûna gerdûnî çêdibin/xirabtir dibe li ku derê çêbibin û bi vî rengî li ku derê penaberên jîngehê werin afirandin, nîşan dide.

Koçberiya ekolojîk yan jî penaberiya ekolojîk, cûreyekî koçberiyê ye ku kesên ji ber guhertinên ji nişke ve yan jî guhertinên demdirêj ên hawîrdora xwe yên herêmî yan jî navendî neçar dibin ku ji herêmên xwe koçber bibin. Di nav sedeman de guhertinên ekolojîk ên ku di nav de ziwabûn, çolbûn, bilindbûna asta deryayê û têkbirina şêwazên hewaya demsalî hene ku aramî û jiyana mirovên li herêmên van bûyeran dixe nav xetereyan, heye. Her çend pênaseyek yekgirtiyê zelal a koçberiya ekolojîk tine be jî, dema ku siyasetmedar, zanyarên jîngeh û zanyarên civakê hewl didin ku bandorên civakê yên potansiyel a li ser guherîna avhewayê û xirabûna din en hawîrdorê wekî kêmbûna daristanan yan jî îstismarkirinên zêdeyê bi vî rengî dinirxînin, ev fikir balê dikşîne ser xwe.

Nakokiyên li ser van têginên wekî "Koçberiya ekolojîk" û "koçberên avhewa" (yan "penaberê avhewayê") hinekî bi rêzek têgînên mîna hev têne bikar anîn, wek penaberê ekolojîk, penaberê hawirdorê, koçberê hawîrdorê yê jiber mecbûriyê, koçberê jîngehê, kesê jicîhûwarkirî, penaberê karesatê, jicîhûwarê jîngehê, eko-penaber, kesê jicîhûwarkirî yê ekolojîk yan jî jîngehparêz-penaber, hêj jî didomin e.[1]

Pênase û têgeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirraniya mirovên ku ji ber bûyerên hawîrdorê direvin, bi dûrahiyê kurt, pir caran demkî, koç dibin. Pir caran, penaber ji ber tirsa ku bên çewisandin an jî ji ber "şiddetek giştî an bûyerên ku nîzama giştî bi giranî xera dikin, ji malên xwe dernakevin". Her çend pênaseya ku penaber e ji destpêka pênaseya wê ya navneteweyî û yasayî ve ku di sala 1951an de hatiye berfireh kirin jî kesên ku ji ber guhertina hawirdorê neçar dimînin birevin, hêj jî heman parastina qanûnî ya penaberan jibo penaberên ku jiber guhertinên hawîrdorê koç dibin nayê pejirandin.[2]

Têgîna "penaberên jîngehê" yekem car ji hêla Lester Brown ve di sala 1976an de hatiye pêşniyar kirin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ji bo koçberên hawirdorê pênaseya jêrîn pêşniyar kiriye:[3]

"Koçberên jîngehê ew kes yan jî komên mirovan in ku ji ber sedemên mecbûrî yên guhertinên ji nişka ve yan jî pêşkevtiyên hawîrdorê ku bandorek neyînî li ser jiyan yan jî şert û mercên jiyana mirovan dike, neçar in ku malên xwe yên asayî biterikînin yan jî bi awayekî demkî yan bi domdarî ku koçberê hundirê welatê xwe yan jî koçberî derveyî welatên xwe bûne."

Koçberên avhewa beşek ji koçberên hawîrdorê ne ku neçar in ku ji ber guhertinên ji nişke ve yan jî gav bi gav di hawîrdora xwezayî de ku bi kêmî ve yek ji sê bandorên guherîna avhewa ve girêdayî ne, birevin. Di van bûyerên xwezayî de bilindbûna asta deryayê, bûyerên hewayê yên dijwar, ziwabûn axê û kêmbûna avê hene.

Sedemên koçberiya ekolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya bûyerên ku dibin sedema penaberên ekolojîk bi karesatên xwezayî ve girêdayî ne. Her çiqas Robert Stojanov bûyerên xwezayî yên wekî erdhej, teqînên volkanîk û bahozên giran ên li ser peravan, di nav sedemên penaberiya ekolojîk de binav bike jî lê dibe ku bandora mirovan di bûyerên xwezayî yên wekî lehî û erozyon de jî li ber çav e. Her wiha Stojanov bûyerên wekî bilindbûna asta deryayê, birçîbûn, guherîna avhewa û çolbûnê di nav bûyerên hêdî-hêdî de ku di dawiyê de dibin sedema penaberên ekolojîk destnîşan kiriye.[4]

Dîmenek ji gundê Şişmaref a li Girava Sarichef a li bakurê Alaskayê ku hêdî hêdî dikeve bin avê.

Felaketên ku di nihêrîna pêşîn de yek ji faktorên herî mezin ên penaberên ekolojîk xuya dike, di heman demê de qada ku mînakên herî berbiçav ên penaberiya ekolojîk e ku têne lêkolîn kirin. Erdheja ku bi lerza 7.2 ya ku di sala 1988an de li bajarê Ermenîstanê ya Êrîvanê pêk hatiye, bûye sedema mirina 25 hezar mirovên li herêmê û di pey re jî bû sedema koçkirina nêzî 500 hezar kesî ber bi Rûsya û herêmên bakurê Ermenîstanê ve. Wekî din, pêlên koçberiyên ku jiber erdhejên li Kalîforniyayê pêk hatiye ku di kemberek krîtîk de ye, diqewimin, di vê çarçoveyê de yek ji koçbûnên herî naskirî yê koçberiya ekolojîk e. Piraniya karesatên ku em tenê di nav de ku erdhej jî heye, xwedî hêzeke wêranker a pir tewa (cidî) ne û ji ber vê yekê rasterast jiyana mirovan diguherînin û dibin sedema vî koçberiyê. Felaket faktorek tewa (cidî) ye ku dibe sedema penaberiya ekolojîk, hem ji ber sedemên bandorên mirovî û hem jî ji ber sedemên xwezayî derdikevin.

Encamên koçberiya ekolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civakên ku ji ber bûyerên xwezayî bi bandor dibin û ji ber vê yekê erdnîgariya ku lê dijîn terikandine û nasnameya penaberiyê ya ekolojîk distînin, li cihê ku koç bûne encamekî polîtîk bi xwe re tînin. Ji aliyê qanûnî ve penaberên ekolojîk ên ku ji ber rêziknameyên heyî yên li welatê ku lê dijîn nikarin nasnameyeke qanûnî û qada jiyanê ya zelal bibînin, di derbarê cihên jiyanê yên nû de ku ew ê li welatê ku lê koçber bûne bidest bixin de gelek vebijarkên wan hene. Her çend ji bo wan wekî alternatîfek baş xuya bike ku di nav van vebijarkan de erdên nû bikirin û jiyaneke nû ava bikin, penaberên ekolojîk wekî komek dimînin û piştî vê gavê fersendên çênabin ku xwe wekî netewe ji nû ve biafirînin.[5]

Ji xeynî pêngava qanûnî, mijarek din a ku divê were çareser kirin ev e ku di pratîkê de çi diqewime, mirovên penaber xwe çawa hîs dikin. Mînaka herî berbiçav a di vê mijarê de şêniyên herêmê yên wek Bengladeş û Hindistanê ne ku ji ber germa zêde ya ku jiber sedema guherîna avhewayê pêk hatiye, bi adaptekirin a herêmê re bi hewcedariya terikandina cihên xwe re rû bi rû ne ku bav û kalên wan bi sedsalan e lê dijîn. Wargehên wan ên li deverên peravan hem ji hêla germahiyê û hem jî ji hêla bilindbûna asta deryayê ya di navînî de di nav xetereyê de ye.

Statîstîkên gerdûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di van dehsalan de gelek hewil hatine kirin ku koçber û penaberên ekolojîkê werin hêjmartin. Jodi Jacobson (1988) divê mijarê wekî lêkolînerê yekem tê binavkirin ku hêjmara penaberên ekolojîkê derxist û diyar kir ku berê 10 mîlyon 'Penaberên ekolojîkê' hebûn. Li ser senaryoyên herî xirab ên derbarê bilindbûna asta deryayê de wî angaşt kir ku hemî cûreyên 'Penaberên Koçberiyê' dê şeş ​​qat ji penaberên siyasî zêdetir bin.[6] Di sala 1989an de, Mustafa Tolba, Rêvebirê Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî, îddîa dikir, ger cîhan ji bo piştgirîkirina pêşveçûna domdar tevnegere, ku 'bi qasî 50 mîlyon mirov dikarin bibin penaberên ekolojîkê.

Di nîvê sala 1990an de, hawirdorparêzê Brîtanî, Norman Myers, bû parêzvanê herî girîng ê vê dibistana 'maksimalîst' (Suhrke 1993) û destnîşan kir ku "penaberên jîngehê dê di demek nêzîk de bibin koma herî mezin a penaberên neçar".[7] Wekî din, wî diyar kir ku di nîvê salên 1990an de 25 mîlyon penaberên hawirdorê hebûn û îdia kir ku ev hejmar dikare heta di sala 2010an du qat zêde bibe û heta sala 2050yan ev hêjmar bigihîje 200 mîlyon kesan. Myers angaşt kir ku çolbûn, kêmbûna avê, şorbûna zeviyên avdanî û tinebûna cihêrengiya jîngehê bibin sedema jicîhûwarkirina ekolojîkê. Her wiha wî hîpotez kir ku jiber sedema jicîhûwariya ekolojîkê li Çînê bibe 30 mîlyon, li Hindistanê 30 mîlyon, li Bangladeşê 15 mîlyon, li Misirê 14 mîlyon, li deverên din ên delta û deverên peravê 10 mîlyon, li dewletên giravê mîlyonek û bi kesên din ên ku jiber sedemên çandiniyê ku jicîhûwarê xwe dibin, ev hêjmar heta sala 2050an digihîje 50 mîlyon kesê.

Cûreyên koçberiya ekolojîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê di raporên xwe yên weşandî de penaberên ekolojîk di bin sê sernavên cuda de dinirxîne: ev penaberên ekolojîk ên ecele, penaberên ekolojîk ên mecbûrî û penaberên aborî yên ekolojîk in.

Penaberên ekolojîk ên ecele[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penaberên ekolojîk ên ecele (acîl) ew kes in ku ji ber bûyerên zû dest pê dikin hewce ne ku birevin ku jiyana xwe biparêzin.[8]

Penaberên ekolojîk ên mecbûrî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penaberên ekolojîk ên mecbûrî ew kes in ku ji ber têkçûna hawîrdorê ya gav bi gav neçar mane ku birevin û pir caran şensê wan tune ku vegerin cihwarên xwe.[8]

Penaberên aboriya jiber sedemên ekolojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penaberên aborî yên girêdayî ekolojiyê ew kes in ku ji bo ku ji lawazbûna debara jiyana xwe bê par nemînin û ji ber sedemê neçar dibin ku ji cihûwarê xwe koç bibin.[8]

Pêşbîniyên pêşerojê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hinek rêxistinên ku li ser penaberên ekolojîk, pirsgirêkên hawirdorê û mijarên bi vê rengê dixebitin, lêkolînên li ser pirsgirêkên civakî yên ku di pêşerojê de bi pirsgirêkên ekolojîk derdikevin holê, weşandin. Di nav wan de, rapora herî rojane û ya lêkolîna herî balkêş bi hejmarên ku dide, rapora ku ji aliyê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye ve hatiye parve kirin e.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di lêkolîna xwe ya bi sernavê "2019 deh salên germahiya gerdûnî ya awarte û hewaya bibandor bi dawî dibe" ku di sala 2019an de weşand û encamên civakî di çarçoveya germahiyê de lêkolîn kir, ragihandiye ku di demek nêzîk de dê zêdetirî 22 mîlyon mirov ji ber sedemên germê ji malên xwe dûr dikevin. Girîngiyek taybet a vê raporê heye ji ber ku têgeha koçberiyê di çarçoveya hemû zindiyan wwekî mirovan dinirxîne, ji ber ku di vê raporê de jî tê dîtin ku zêdebûna germahiya okyanûsan xetereyê jibo jîngeha zindiyan çêdike.[9]

Li gorî vê raporê ku têgeha koçberiya li ser germahiyê lêkolîn dike, guherîna avhewayê ji hemû hewldanên dijber ên mirovahiyê derbas bûye. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê Petteri Taalas, diyar kiriye ku di sala 2019an yek ji sê salên herî germ ên dîrokê ye û aniye ziman ku heta dawiya vê sedsalê dibe ku germahî 3 pile zêde bibe. Piraniya berhemên ku li herêma ekvatoriyê tên çandin dê êdî nemînin, ji ber ku ev germ piraniya giyandarên deryayê dikuje û bandorê li şert û mercên çandiniyê û hebûna wan dike û pergalên wan ê jiyanê diguhezîne, tê pêşbînîkirin ku girseyên ku li vê erdnîgariyê dijîn koçî herêmên guncav dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "forced-migration-issue-30-burmas-displaced-people-apr-2008-80-pp". Human Rights Documents online. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Treading Water: Climate Change, the Maldives, and De-territorialization | Spotlight | The Stimson Center | Pragmatic Steps for Global Security". web.archive.org. 27 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 gulan 2013. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ Weltbank. Solomon Islands Growth Prospects Constraints and Policy Priorities - Discussion Note. OCLC 931676742.
  4. ^ "Table 5: Summary of the process and results of high-throughput sequencing analysis". dx.doi.org. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 9 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê (PDF) di 9 tîrmeh 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ "popline.org/node/360665".
  7. ^ Myers, Norman (29 nîsan 2002). "Environmental refugees: a growing phenomenon of the 21st century". Philosophical Transactions of the Royal Society of London. Series B: Biological Sciences. 357 (1420): 609–613. doi:10.1098/rstb.2001.0953. PMC 1692964. PMID 12028796.{{cite journal}}: CS1 maint: PMC format (lînk)
  8. ^ a b c "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 29 îlon 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 îlon 2014. Roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "2019 concludes a decade of exceptional global heat and high-impact weather". public.wmo.int (bi îngilîzî). 2 kanûna pêşîn 2019. Ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2023.