Kobanî, Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobanî ya dîrokî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kobanî Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobanî ya dîrokî
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Dîrok, Civak û rojane
Ziman Kurdî
Dîrok 2014
Weşanxane Weşanên Soran[1]
Rûpel 600
ISBN ISBN: 978-3-9816686-7-4

Kobanî Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobanî ya dîrokî [Kobanî Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobaniyê ya dîrokî][2], pirtûkeke nivîskarê kurd Abdusamet Yigit e[3]. Di sala 2014an de derket[4]. Pirtûk bi kurdî ye.

Pirtûk, bi teybetî, berxwedanaka dîrokî a li Kobaniyê tînê ser ziman. Piştî 15ê êlûna 2014an û pê de, bi alikarîya tirkiya, Çeteyên DAÎŞê hêrîşî kantona Kobanê a li rojavayê kurdistanê kir. Hêrîşên çeteyên DAÎŞê ên li kantona Kobanî berê jî hebûn. Lê ji 15ê êlûna 2014an û pê de, asta hêrîşan gihişt asta herî bilind. Bi armanca şikandina kobanê û bi wê re ku derbeyekê li şoreşa rojavayê bixin, DAÎŞ dane hêrîşkirin li ser kobanê. Di pirtûkê de nivîskar Abdusamet Yigit tînê ser ziman ku "DAÎŞ´ê dixwezê ku pêşî kobanê bixe û piştre Hesekê û Afrînê jî bixe û bidest bixe.". Di pirtûkê de nivîskar tînê ser ziman ku "ev weke planakê hatîya kifşkirin û ev plana sedsalê ya." Pirtûk, rewşên sîyesî, dîplomatîkî û hwd, ji gelek aliyan ve hûr û kûr li ser nêzîkatîyên hêzên navnetewî, yekîtîya ewropa û neteweyên yekbûyî û hwd ên di derbarê kobanê de jî disekinê û tînê ser ziman.

Pirtûk, bi perspektifek dîrokî roja me û bûyarên wê ên ku li rojhilat rû didin jî dahûr dike û tînê ser ziman. Pêvajoya ´çareserîyê´, rewşa statûya kurdan, plan û stretejikên ku li dijî kurdan û li ser serê kurdan hatina pêşxistin, bi perspektifên dîrokî û di çerçoveya bûyarên ku rû didin û hêrîşên demkî ên ku li civate kurd din de tînê ser ziman. Pirtûk, hûr û kûr li ser têkiliyên kurdan ên navxweyî jî dirawastihê. Ew têkiliyên navxweyî ên rêxistin, sazî û partîyên kurdan ku ji gelek aliyan ve dibina lingekî xweza ên wan hêrîşên ku tên ser serê civate kurd de jî dahûr dike. Di roj û sedsale me de, divêt ku kurd bi hevdû re têkiliyek çawa dênin, bi dahûrên demkî û perspektîfên dîrokî di pirtûkê de hatina ser ziman.

Nivîskar, di pirtûkê de hanîya ser ziman ku hêrîşên ku li ser kobanê re li civate kurd û herêmên kurdistanê bûn, bi armanca şikandina kurdan bûn. Lê hêrîşan, gîyanek hevbeş ku navê wê "kobanê" ya afirand. Bi vê yekê, nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûkê de dibêje ku "berxwedana kobanê, bû milad di nava kurdan de. Êdî em divê ku bibêjin ´dema berî berxwedana kobanê´ û ´dema piştî berxwedana kobanê´. Bi gotinên ku di wan rojên ji êgir de ku di çapameniyan de cih digirtin û digotin ku "kobanê ket" re, nivîskar Abdusamet Yigit şîroveyek balkêş ji wê re hanîya û gotîya "kobanê, piştî ku kobanîyan wê berxwedana dîrokî ku bo temenê serhildankirina her çar beşên kurdistanê, ku ketiba jî, wê ancamên wê ên dîrokî ji ya serkevtina wê ne cudatir ba."Pirtûk, ji gelek aliyan ve li ser berxwedana kobanê a dîrokî dinivîsêne. Berxwedana kobanê, weke ku nivîskar jî di pirtûkê de tînê ser ziman, "dûnya rakir serpîyan" û bi wê re "di sedsale 21´ê de bû navê berxwedana kurdistanîya ya bo maf ûa zadîyê". Nivîskar, di ´pêşgotina´ dîrêj ku ji pirtûkê re nivîsandîya, berxwedana kobanê dişibêne ´berxwedana keleha dimdimê´. Pirtûk, di demek dîrokî de hat nivîsandin. Di rojên ku ev berxwedana dîrokî a kobanê dewam dikir de, pirtûk hatîya nivîsandin û bi dawî kirin û piştre bêyî ku ser ve dem were dirêjkirin hatîya weşandin ji aliyê weşanxaneya "soran" ve.

Di pirtûka Kobanî, Stalîngrada kurdan: berxwedana Kobanî ya dîrokî de gotina "kobanî"[biguherîne]

Li gorî nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûkê de tînê ser ziman, gotina "kobanê" bixwe jî ji dema hûrî û mîtannîyan a. Di vê temenê de nivîskar bi lêkolînên ku kirina şîroveyek berfirehî dike. Ji nivîsên bizmarî, navê kobanê hatîya derxistin û di pirtûkê de hatîya hanîn ser ziman. Ji vê aliyê ve nivîskar bi zimanî û gotinî jî li ser gotina Kobanê sekinî ya. Ji nivîsên bizmarî ên ji dema hûrî û mîtannîyan gotina "kobanê" tê dahûrkirin û bi temen kirin. Ji nava pirtûkê di derbarê gotina "kobanê" de bi vî rengî tê er ziman. "" Kobanê, navê wê, weke navê serkêkahniyê ´weşokanî´, em di dema mîtannîyan de rastî wê tên. Yanî, navê ´kobanê´ navekî pirr kevn a. Î ro, em dikarin bêjin ku, weke navê serêkahnîyê, weşokanî´, û hwd, navê ´kobanê´ jî, pirr kevn û ji dema mîtannîyan a.""

Naveroka pirtûkê[biguherîne]

Pirtûk, pêvajoyên pêvajoyên Dawîyê ji sale 2011a ´ pê de dihilde li dest bi rarafansên wê ên dîrokî re. Her wiha dîroka kurdistanê ji dema hûrî û mîtannîyan û heta serdema me, bi berfirehî û serekeyî di destpêka pirtûkê de hatîya hanîn li ser ziman. Pêşveçûnên civakî, şerên ku li kurdistanê hatina kirin, qadaxaya li ser zimanê kurdî û pêvajoyên dawîyê ên hewldanên çareserîyê ên ku rêberê gele kurd Abdullah Ocalan dane nîşandin, di pirtûkê de dihên ser ziman. Di dawîyê de têkiliyên navxweyî ên kurdan ku li ser temenekî civatî çawa bin, di pirtûkê de li ser wê hatîya sekin in. Her wusa, pêvajoya konferanse netewî ku li başûrê kurdistanê hatibû dayîn destpêkirin jî bi çend beşan di pirtûkê de li ser hatîya sekin in. Di pirtûkê de pêvajoyên hêrîşê ên li ser rojavayê kurdistanê, dem bi dem li ser wan tê sekin in. Ji sale 2012an û pê de, gav bi gav pêşketina kurdan a li rojavayê kurdistanê, avakirina rêveberîya kantonan û li dijî wê pêl bi pêl pêşketina hêrîşan, dem bi dem di pirtûkê de hatina hanîn li ser ziman. Weke pêvajoyek di berdewama wan pêvajoyan de destpêkirina pêla hêrîşan li ser konatona kobanê û berxwedana kurdistanîyan bigiştî ya dîrokî a li hemberî wan hêrîşan tê ser ziman.

Piştî ku hêrîşên DAÎŞê li kurdistanê destpêkirin, hatina kirin a jenosîda kurdên êzîdî û "tecir"kirina wan di pirtûkê de bi gelek beşên dirêj fireh li ser hatîya sekin in. Rewşa kurdên êzîdî, bi dîroka wan ya î ro re di pirtûkê de li ser hatîya sekin in. Nivîskar Abdusamet Yigit, jenosîda kurdên êzîdî a li şengalê û hêrîşên hov ên li kobanê, weke şerma mirovatiyê ya sedsale 21´ê jî tîne ser ziman. Her wiha nivîskar, pirr zêde li ser wê nûqteyê sekinîya ku "herêma şengalê weke herêmek xweser a kurdistanî were birêxistin kirin." Nivîskar, di pirtûkê de dibêje ku "ku pirsgirêka kurd were çareserkirin û kurd li her çar beşên kurdistanê bigihijina maf û azadîya xwe jî, dîsa di nava wê jîyane kurdistanî de wê xweserîtîyeka vê herêma şengal û ya êzîdîyan wê hebe. Ji ber ku ji aliyê bawerî, çandî û hwd ve gelek cudahîyên wan ên dîrokî ku em weke ´kevneraya kurdistanî´ werînê ser ziman hena." Bo vê yekê Nivîskar Abdusamet Yigit, xweserîya şengalê, ti pirtûkê de weke ´tiştekî ku nebê nabê´ dibînê û tînê ser ziman. Di pirtûkê, di derbarê rengê jîyane û dîroka êzîdîtîyê de jî bi berfirehî li ser hatîya sekin in. Bi wê re jî, êzîdîtîyê weke nirxekî kurdistanî ê di temenê pêşketina civatîya kurdistanî de tînê ser ziman.

Li ser pêvajoya jenosîda êzîdîyan, nivîskar wiha tînê ser ziman, "weke ku di çerçoveya peymanekê de DAÎŞ li Musilê bicih kirin. Piştî wê re DAÎŞê berê xwe da komên civakî ên kurdistanî ên weke şebekî, yeresanî û hwd. Lê ti kesekî dengê xwe li ber wê dernexist. Piştî ku ev komên civatî ên kurdistanî ji herêm û warên wan ên li dora Musilê hatina goçberkirin û pê de, êdî DAÎŞ´îyan li ber çavê hemû cihanê berê dane bi ser şengalê de û li wir jenosîd kirin. Weke ku êzîdî jî bi nav dikin, ´fermana 73´an hat hanîn li ser serê wan di sed sale 21´ê de." Piştre bi de hezaran kurdên êzîdî hatina qatil kirin. Bi sed hezaran hatina tecirkirin ji herêmên wan. Bi hezaran jî, di rêyan de jîyane xwe di bin koçên çîyayê şengalê de dan. Lê weke ku di hemû fermanên berê ên hatina serê êzîdîyan de bûya jî, di vê fermanê de jî çîyayê şengalê bû stergeha wan ya herî mazin û pîroz." Bi wê re jî, nivîskar, bi serborîyên kurdên êzîdî re ser wê ´korîdora´ ku hêzên YPG´ê û YPJ´ê vekirin û bo xilaskirina wan disekinê.

Berxwedana Kobaniyê ya dîrokî[biguherîne]

Pirtûk, weke navenga wê berxwedana kobanê ya dîrokî ya. Di wan rojên ku ji êgir û ku berxwedana kobanê ya dîrokî didomîya de pirtûk hatîya nivîsandin û bi dawî kirin. Bo vê yekê, roj bi roj, berxwedan di pirtûkê de te ser ziman. Berxwedana kobanê, piştî ku bû û pê de, li rojava cihanê a navnetewî rûnişt. Bi gotin û nêzîkatîyên hêzên navnetewî re wê rûniştina berxwedana kobanê li rojava cihanê tînê ser ziman. Bo kurdan jî, di pirtûkê de tê gotin ku "êdî bo kurdan berî berxwedana kobanê û piştî berxwedana kobanê hebû. Yanî, berxwedana kobanê êdî milad bû." Piştî berxwedana kobanê ku destpêkir û pê de, li kurdistanê, tirkiya û welatên ewropa, hemû kurdistanî û dostên wan bi wan re rabûna serpîyan. Di pirtûkê de tê gotin ku "kurdan, di van rojan de jîyan li xwe haram kir. Gotin, ya bi kobanê re bi jîyanek bi rûmet û yan jî hîç." Piştre nivîskar balê dikişêne ser wê ku vê rabûna hemû kurdan li her deverê li ser pîyan, zor hêzên navnetewî jî ku êdî bi zorê jî bê wê bêdengîya xwe xira bikin.

Bikarhanîna olê di vê pêvajoyê de û di pêvajoyên berî vê de li dijî kurdan[biguherîne]

Mijarek ji wan mijarên ku herî zêde di pirtûkê de li ser hatîya sekin in, ew a ku dewletên herêmê çawa olê bikartînin li dijî xalkên herêmî. Bi dîrokê re li ser wê hatîya sekin in. Nivîskar, di pirtûkê de li ser ´paqijkirina´ navê kurd´î ji nava olê jî sekinî ya. Hêrîşên li cih û warên pîroz ên kurdistanîyan jî, di vê çerçoveyê de li ser wan hatîya sekin in. Mijarek ji wan mijarên pirtûkê ên ku bi berfirehî li ser hatîya sekin in, mijare weke amûûrekî bikarhanîya olê ya.

Di vê pêvajoyê de bikarhanîna olê li dijî kurdan[biguherîne]

Weke mijareka sereka ku di pirtûkê de cih digirê di vê pêvajoyê de li dijî civate kurd bikarhanîna olê ya. Di destpêka mudexaleya li Sûrî de rejimên herêmê ên weke tirkiya dixwestin ku li ser rêxistinên olî ên weke "îxwani-l mislimên" re wê politikaya xwe bimeşênin. Piştre ku li Misrê derbe li wê hat kirin û pê de, êdî weke ku ji aliyekî ve temenê wê politikayê xira bû. Lê piştre DAÎŞ, ku giranîya wê ji mirovên "krimînal" ên ku li ser cemeate fethuleh Gulen re hatin din re tê pêşxitin. Di hundurê tirkiya de jî, tetîkkêş ên ku rejima tirk avakirina ên weke "huda-par" û ku berê kurdan ji wê re digotin "hizbil-kontra" kirina temenê wê de. BI wê re, hatîya xwe xwestin ku DAÎŞê, hem li rojavayê kurdistanê û hem jî li başûrê kurdistanê derbeyek li kurdan were xistin. ..

Di demên berê de bikarhanîna olê li dijî kurdan[biguherîne]

Bi dîrokê re bi teybetî, ji serdemên piştî ´şerê çardiranê´ û ppê de, di pirtûkê de dîroka bikarhanîna olê li dijî civate kurd bi berfirehî hatîya ser ziman. Piştî têkçûna serhildan şêx uyedullahê nehrî û piştî wî re ya şêx Seîd û pê de, gav bi gav, pêvajoyên bikarhanîna olê li dijî civate kurd dibin. Hin bi hin çawa, oldarên kurd li rastîya civate xwe xwedî ketina wan weke "dij-olîtîyê" tê pêşxistin û bi wan tê dayîn fahmkirin, ev pêvajo bi pêvajo di pirtûkê de tên ser ziman. Piştre jî, çawa bi vî rengî bi kontrolkirina olê re çawa civate kurd tê kontrolkirin û çawa rêxistinên kujar ên weke "hizbil-kontra" tên pêşxistin û bi kurdan re didina şerkirin, ew jî bi temenê wê re tê ser ziman.

Rêbazên jenosîdê ku DAIŞê li dijî kurdan bi kar anîn[biguherîne]

Pirtûk, pirr zêde li ser rêbazên jenosîdê ku DAÎŞ´ di bin navê olê û gotina "fetwa"´yê de bikarhanîna jî disekinê. Nivîskar, wan rêbazên jenosîdê ku DAÎŞê li dijî kurdistanîyan bikarhanî dişibêne rêbazên jenosîdê ên ku artişa sirbistanê li dijî bosnîyan bikarhanî û rêbazên jenosîdê ên ku rejima Saddam li helepçe û herêmên din ên başûrê kurdistanê bikarhanî û rêbazên ji hevdû felişendina civate kurd ên ku ji aliyê rejima tirk ve hatina bikarhanîn.

Nivîskar Abdusamet Yigit di "pêşgotin"´ê de bi van gotinan rêbazên jenosîdê ên ku DAÎŞê bikarhanîna tînê ser ziman: "" Di temenê pêvejoyaka şoreşa rojava de, em divê ku berxwedana kobanê hildina li dest. Di vê xabatê de, me ji destpêka bûyîna şoreşa rojava û heta serdema berxwedana kobanê me hilde li dest. Gav bi gav, çawa bi ber berxwedana kobanê ve dem diçê, emê divê ku wê fahm bikin. Destpêka şoreşa rojava 19´ê temûza 2012´an bû. Piştî vê dîrokê û demê û pê de, pêl bi pêl, hêrîş li rojava hat kirin. Piştî vê demê re derxistina li holê a DAÎŞ´ê weke projeyeka ku biwê dixwestin ku derbeyê li civate kurd bixin hat pêşxistin. DAÎŞ´, bi rêbazên jenosîdê şer bi kurdan re meşand. Rêbazên jenosîdê ên ku saddam li dijî kurdên başûrê kurdistanê bikarhanî, ên ku rejma tirk li bakûrê kurdistanê li dijî civate kurd bikarhanî û her wusa hin rêbazên jenosîdê ku artişa Sirbistanê ku li dijî Bosna-hersekîyan bikardihanî, li dijî kurdan bikarhanî. Gotinên weke ku weke ”fetwa” dihatina ser ziman ên weke ”mêrên kurdan bikujin jinên wan ji xwe re weke carîya bibin” vê rêbaza jenosîdê ku DAÎŞ´ê li dijî kurdan bikardihanî bû. Lê ev rêbaz, weke rêbazaka jenosîdê ku artişa Sirbistanê jî li dijî Bosna-hersekîyan bikarhanî bû. Artişa Sirbîstanê jî, mêr dikuştin û jinên bosna-hersekî, weke ”koleyên seksê” jî bikardihanîn. Ev rêbazên jenosîdê, bo ji hevdû felişandina civatekê dihatina bikarhanîn. Î ro jî, li dijî kurdan bidestê DAÎŞ´ê dihatina bikathanîn. Ev rêbazên jenosîdê, li herêmên kurdistanê ên weke Şengalê ku zêde rewşa parastina civatî pêşneketîbûbû, birina sêrî. Bi sed hezaran kurdên êzîdî ji warên wan hatina goçberkirin. BI deh hezaran hatina qatil kirin. Û weke jinên kurdên êzîdî jî, bi hezaran, ji aliyê çeteyên DAÎŞ´ê ve bi xwe re hatina birin û weke ”koleyan hatina firotin li bazaran” Ev rewş, biêş di çapameniya cihanê û ya kurd de jî cih girt. Piştî Şengalê, li Kobanê û bigştî jî li rojavayê kurdistanê hat xwestin ku were pêşxistin. Bo vê yekê, ji 15´ê êlûna 2014´an û pê de, çeteyên DAÎŞ´ê bi şitt bidest hêrîşa li Kobanê kirin. Armanca wan ew bû ku pêşî Kobanê bixin û piştre berê xwe bidina bi ser Hesekê û Afrînê de. Êdî piştre van herêman jî bixin. Bi wê re jî, hem şoreşa rojava têkbibin û hem jî, temenê ppêşketina civate kurd a bo bidestxistina statûya wê ku pêşketîya ji holê rabikin. Ji xwe, ´pêvajoya çareserîyê´ a li bakûrê kurdistanê jî, rayadarên tirk, bo biserxistina pêvajoyek bi vê rengê a şikandina kurdan bikarhanîn. Bo vê yekê ya, ku çendî ev ser du salan re ser destpêkirina pêvajoyê re di buhurê ti gav ne hatina avêtin.""

Hêrîşên li Kobaniyê û hewildanên kirina jenosîdê li Kobaniyê û rojavaya Kurdistanê[biguherîne]

Weke ku di pirtûkê de jî nivîskar tînê ser ziman, ku ev ser dusalan re ya hêrîş li rojavayê kurdistanê bi armanca şikandina kurdan dibin. Ji 15´ê êlûna 2014an û pê de, zêdetir bûn ew hêrîş. Pêlên hêrîşan ên pirr mazin li kurdan bigûn. Ya ku ew hêrîş dikirin jî bi alikarîya tirkiya DAÎŞ bû. Lê li ber wê berxwedana kurdan li hemû beşên kurdistanê destpêkir. Nivîskar, di pirtûkê de dibêje ku "Serhildan û xwepêşandinên kurdan ên ku li welatên ewropa jî di nav de ku li bakûr, başûr û rojhilatê kurdistanê bûn, pêşîya jenosîdeka mazin ya ku were serê kurdan girt." Di pirtûkê de, bi van gotinan, berxwedana kobanê û destpêka wê tê ser ziman. ""Kurdan, berxwedanak mazin a dîrokî li Kobanê pêşxistin. Bo vê yekê bû ku bi berxwedana kurdan a li kobanê re kobanê weke ´stalîngrada kurdan´ hat binavkirin. Vê gotina bi navê ”stalîngrada kurdan kobanê” divê ku mirov li ser wê bisekinê. Ev berxwedana kurdan a li kobanê ku weke ”stalîngrada kurdan” tê bi navkirin, di sale 2014´an de li berçavên cihanê hemûyî bû. Di dema şerê cihanê ê duyemin de dema ku artişên nazîyan hatina ber moskovê, hingî berxwedanaka mazin li stalîngradê li ber wan artişên nazîyan pêş ketibû. Ya ku temenê têkçûna artişên nazîyan li ber moskova afirand jî ew berxwedana li stalîngradê bû. Li stalîngradê, jin, zarok û kal jî di nav de, herkes li ber artişên nazîyan rabû bû serpîyan li berxwe dida. Kî çi ji destê wî dihat di wê demê de dikir. Yên ku nikariban ku şer bikin bi çekê, diçûn av di birin ji yên şer dikirin. Nan û xwarin çê dikirin ji yên ku li berxwe didan re. .. Li kobanê jî rewşek bi vî rengî pêşketibûbû û bûbû. Ew jî, navê wê bû berxwedana kobanê""

Bi berxwedana Kobanê re serhildanên li beşên din ên kurdistanê[biguherîne]

Piştî pêşketina berxwedana kobanê, li her çar beşên kurdistanê çawa gelê kurd di rabê serpîyan û serhildan dike, bi temen û rengê wê pêşketi re tê ser ziman. Di pirtûkê de tê ser ziman ku "di nava kurdan de gîyanek netewî afirî û navê wê jî ´kobanê´ bû." Di dewama wê de tê gotin û nivîsandin ji aliyê nivîskar ve ku "berxwedana Kobanê, serdemek nû da destpêkirin di nava kurdan de. Kurd, bi wê gîyane berxwedana kobanê gihiştin hevdû ûd gîyanekê de bûn yek." Bi wê re serhildanên kurdistanîyan ên li berçar beşên kurdistanê yek bi yek li gorî herêm û teybetmendiyên herêman tên dahûrkirin di pirtûkê de.

Di pirtûkê de derbarê pêvajoya jenosîda kurdên êzidî ya sala 2014an de[biguherîne]

Ji 19 tabaxa 2014´an û pê de, hêrîşên DAÎŞê li herêma şengalê bûn li berçavê hemû cihanê. Pêşî kurdên şebekî, yeresanî û hwd, hatina jenosîdkirin û ji herêmên wan goçberkirin û dûrxistin. Piştî ku goçberkirina herêmên kurdên şebekî ji herêmên wan weke musilê hat kirin û piştre, êdî çeteyên DAÎŞ´ê berê xwe dana bi ser herêmên şengalê de. Nivîskar Abdusamet Yigit di pirtûkê bi van gotinan jenosîda kurdên êzîdî û dane goçberkirina wan ji herêma şengalê tînê ser ziman. "" Şengal, herêmeka ku weke navenda bo kurdên êzîdî. Kurdên êzîdî bixwe jî, weke navend in di nava çand, kevneşopî û dîroka kurdistanê de bi çand, kevneşopî û dîroka xwe re. Bo vê yekê, divê ku mirov bi teybetî li ser şengalê bisekinê. Şengal, û bi teybetî çîyayê şengalê, weke navendeka di bawerîya qadîm a êzdatîyê de. Ev çand û bawerî, bi rengê xwe re kurdîstanî ya. Rengê wê rengê kurdistanî ya. Î ro, bo vê yekê, divê ku em bi awayekî giring li wê binerin û li ser bisekin in.Hêrîşên li şengalê, dema ku en ji aliyê bawerîyê lê binerin, em dibînin ku ji ber wê rengê bawerîya xwe ve hertimî rastî hêrîşan hatîya. Ev rengê çand û bawerîya şengalê a êzdatiyê kurdistanî ya. Ev jî weke aliyekî din ê wê yê giringa ku di temenê hêrîşên li wê de ya. Ji holê rakirina êzdatîyê, hinekî bi armanca ji holê rakirina wê nirxê bi navê kurdistanî ya. Ola êzdatiyê, zimanê wê kurdî ya. Ev jî, weke aliyekî din ê teybeta ku divê ku mirov bi teybetî li ser bisekinê ya. Şengal, bo ku êzîdî ya, temenê hêrîşê li wê hatîya afirandin. Di sadsale 21´ê de, jenosîda êzîdîya li berçavê mirovatiyê hatîya kirin. Şengalî, ji ber rengê bawerîya xwe û ji ber koka xwe ya ku ji wê na, rastî hêrîşê hatina. Hatina jenosîd kirin. Ev hêrîşa li êzîdîyan di roja me de, hê jî didomê. Bi teybetî, ev rengê bawerîyê û çandê, hatîya ji holê rakirin.""

""Bi hêrîşên li şengalê û bi teybetî li êzîdîyê re, di aslê xwe de hêrîş li kurdistanîyan giştî dihê kirin. Li çandaka, dîrokeka û bawerîyaka kurdistanî ew hêrîş dihê kirin. Em vê hêrîşê bi vî rengî dikarin weke hêrîşeka dîrokî ku li civate kurd bigiştî fahm bikin û werênina ser ziman. Ji ber ku bi jenosîdkirina êzîdîyan, civate kurd û ankû beşeka dîrokî a herî kevn hatîya jenosîd kirin. Hewl hatîya dayîn ku were tûna kirin. Hê jî, hewl tê dayîn ku were tûna kirin. Kurdên êzîdî, heta roja me, gelek caran rastî komkujiyên mazin hatina. Heta roja me, ku bahse komkujiyên êzîdîyan dihat kirin, dihat gotin ku "72 ferman hatina serê êzîdîyan". Ev rast a. Î ro jî, em dikarin, weke fermane 73´min bi nav bikin û werênina ser ziman. Jenosîda şengalê, dibe weke derbeyek li mejiyê kurdan ê dîrokê. Di vê temenê de, divê ku em vê jenosîd bi giringî şîrove bikin û fahm bikin. Li kurdistanê, heta roja me, bi sedan komkujiyên mazin ên ku rejimên herêmê kirina hena. Bi van komkujiyan gelek beşên civate kurd hatina tûna kirin. Li başûrê kurdistanê, hêrîşên li kurdên êzîdî li şengalê û hêrîşên li kurdên şebekî li dora musilê ku bûna, divê ku em weke hêrîşên dîrokî ên li civate kurd şîrove bikin û werênina ser ziman.""

Berî berxwedana Kobaniyê pêvajoya çareseriyê û encam[biguherîne]

Di pirtûkê de bi awayekî pirr dirêj li ser pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin jî tê sekin in. Ji sale 2011an ve pêvajo dem bi dem hatiye hildan li dest. Di sala 2011an de, çalakiya "konên aştiyê" ku kurdan kiribû, weke pêvajoyeke vê pêvajoya çareseriyê ya pêşî bi dirêjahî li ser tê sekin in. Piştre jî, dem bi dem hewldanên bi rêvebirina pêvajoya ya Abdullah Ocalan û hewldanên mijulkirinê ên dewletê jî tên ser ziman. Di pirtûkê de nivîskar haniya ser ziman ku "dewletê û rayadarên wê, li şûna di pêvajoyê de gavan biavêjin û pêşbixin, pêvajo kirina temenê planek şer weke ya bi hêrîşên DAIŞê ên li kurdan[5].

Di pirtûkê de pêvajoya sale 2011an a konên aşîtiyê û nêzîkatîya dewletê[biguherîne]

weke pêvajoyaka berî vê pêvajoya berî berxwedana kobanê, divê ku em pêvajoya ku ji sale 2011an de ya konên aşîtiyê bêne ser ziman.. Di pirtûkê de ev pêvajo, weke pêvejoyek û hewldanak civate kurd ya bi armanca ku bi rêyên aşîtîya nivîskar Abdusamet Yigit tîne ser ziman. Di pirtûkê de bi van gotinan rengê pêvajoyê tê ser ziman. Di dewama wê de nivîskar dibêje "konên aşîtîyê, politikayên dewletê ên şer teşîr kirin" û di dewamê de van gotinan tînê ser ziman; "" Pêşî, kurdistanîyan konên çareserîya demokratik vedan. Di wan konên ku vedan de jî xwestekên xwe hanîn li ser ziman. Xwestekên wan wan yên pêşî ew bûn ku ew şerê ku dewlete tirk li ber wan dide berdewam kirin bê bidawîkirin. Sîyesetmedarên wan yên girtî bên berdan û pêşî li sîyesete wan were vekirin. Oparasyonên leşkerî û yên sîyasî ku dewlete tirk li dijî kurdan hê dide meşandin, bê rawastandin. Astangîyên li pêşîya zimanê wan bê rakirin. Bi wê re jî, xwestin ku êdî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehîya xwe bibînin. Ev bûn xwestekên kurdan bûn.""

Di sedsala 21´ê de şoreşa kurd ji rojava destpêkir û pêşket[biguherîne]

Pirtûk, çerçoveya wê li ser gotina ´şoreşa rojava´ û ´berxwedana kobanê ya. Temenê gotina ´şoreşa rojava´ jî, li ser xate dîrokê ku ji serdemên hûrî û mîtannîyan hatîya roja me, bi felsefîkî, civatî û dîrokî re tê ser ziman di pirtûkê de. Nivîskar, serdemên hûrî û mîtannîyan, weke "serdemên weşokanî" binav dike û tînê ser ziman. Vê serdema me ya ku nivîskar dibêje ku di wê de ´şoreşa rojava´ bû jî, weke "serdema şerêkahniyê" bi nav dike û tînê ser ziman. Di vê temenê de, ji ber çi wilqasî hêrîşî şoreşa rojava tê kirin û ji ber DAÎŞê hat pêşxistin bo ku herî rojava û şoreşa rojava bike, bi berfirehî di vê çerçoveyê de li ser disekinê. Nivîskar Abdusamet Yigit, bi berfirehî li ser derxistina li holê a DAÎŞê disekinê. Bi dawiyê de bi nav gotinan nivîskar bahse derxistina li holê a DAÎŞê û armanca di temenê derxistina wê de tînê ser ziman û dibêje, ku ""... .Di sedsale 20´an û 21´ê de, tekoşîna azadîyan a gelan pêşketin. Li dijî van tekoşîn azadîyê a gelan dîsa serî li olê dan. Li dijî tekoşînên gelan ên azadîyê, rêxistinên olî ên şer bi rêxistinkirin û derxistina li holê. Li Somalî, ´El-Şebeb´, li nîjarya ´boko-haram´, li Filiîstînê ´hamas´, li afganîstanê ´talîban´, li kurdistanê ku li dijî azadîya gelan û kurdistanî ´DAÎŞ´ û hwd hatina derxistin li holê. Ev rêxistin, hemû jî, teybetmendîya wan weke hevdû ya. Li ser olê re hatina bi rêxistin kirin. Bi armanca pêşîya pêşketina gelên van herêman girtin a. Her wusa, bi armanca derxistina pirsgirêkên pêşketinê di nava van xalkan de û biwê re pêşîya pêşketina wan ku bigrin û bi wê re nehêlin ku ew xalk li gorî demê û pêşketinên civatî, dîrokî û felsefîkî û hwd ku xwe bi rêxistin bikin û hwd. Ji van aliyan ve û gelek aliyên din ve, ev rêxistin, hatina bikarhanîn. ..""

Çavkanî[biguherîne]

  1. Abdusamet Yigit, Temen û bandûra şoreşa rojava û berxwedana Kobanê ya dîrokî
  2. ji destpêka rojava û heta berxwedana kobanê
  3. Abdusamet Yigit, Temen û bandûra şoreşa rojava û berxwedana Kobanê ya dîrokî
  4. Abdusamet Yigit, Temen û bandûra şoreşa rojava û berxwedana Kobanê ya dîrokî
  5. Abdusamet Yigit, Kobanê stalingrada kurdan: berxwedana kobanê ya dîrokî, ji rûpela 534 heta rûpela 549