Koleksiyona Aleksander Jaba

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Koleksîyona Aleksander Jaba hat beralîkirin)

Girîngî û hêjayîya Koleksiyona Aleksandre Jaba ya Destnivisên Kurdi nabe ku bi wateya van hevokan bê ravekirin. Koleksîyon girîngîya xwe ne tenê ji naveroka xwe, yan jî ne ji çendanî û çawanîya berhemên ku di xwe de dihewîne bi dest dixe. Vê hêjayîyê tenê ne ji nav û keseyata berhevkarê xwe jî bi dest dixe. Nirxbilindîya koleksîyonê bêtir ji bêemsalbûna wê jêder dibe.

Di dirok û edebîyata Kurdan de manendê vê berhevokê tune ye ku berhemên curbicur ên di qadên wekî edebîyat, çand, dîrok, wergernasî, zimannasî û hwd de bigire nav xwe. Yan jî mînakeke din tune ye ku berhevkarê koleksîyonê ji bo bidestxistina van destnivisan li qadê bi xwe xebatên meydanî bike û bi pisporên Kurd re bixebite. Dîsan jî li gorî pîvanên îroyîn, ya meriv girîngî pê bide ew e ku di kêm derfetîya wê maweyê de ev destnivîsên ku ji bo gelek qadên Kurdolojiyê heyati ne, bi hilkefta vê berhevkirinê, bê wendabûn gihaştine ber destên mê.[1]

Destxistina Koleksiyona A. Jaba[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhevoka Aleksander Jaba di roja 21ê kanûna pêşîn a 2013 gîhişt Zanîngeha Mêrdînê ya Artuklu Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî. Ev berhevok bi alîkarîya cîgirê rektorê Zanîngeha Mêrdîn Artuklu serokê Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî Prof. Dr. Kadri Yıldırım û Doç.Dr. Ekrem Önen ve hatiye dest xistin. Herdu zanyar bi demeke dirêj ji bo destxistina Berhevoka Aleksander Jaba, xebat kirine. Li ser vê mijare Prof. Dr. Kadri Yıldırım û Doç.Dr. Ekrem Önen serdana Mosko û St.Petersburgê kirine. Li gel Akademîya zanistî a Rûsya her weha li gel beşê Kurdolojî ê akademîyê hevdîtin pêk anîne û piştre li St.Petersbûrgê li gel pirtûkxana netewî a Rûsya beşê destnivîsa ku yek ji 5 pirtûkxaneyên cîhanê yên mezin tê naskirin, hevdîtinan pêk anîne. Piştî xebateke dûr û dirêj ligel St.Petersbûrgê peyman hatîye îmze kirin. Piştî peymanê Berhevoka Aleksander Jaba hatîye kopî kirin û ji alîyên zanyarên zanîngeha Artûklû ev berhevok tê wergirtin. Arşîv ji 54 beş in û 4017 rupel in. Berhevoka Aleksander Jaba heta niha baş nehatiye lêkolin kirin. Pewist e ku arşîva kurdnasê bi nav û deng Vladîmîr Mînorskî jî werê welatê Kurd.

Aleksander Jaba, konsolos û kurdnas[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aleksander Jaba kurdnasekî nav û deng e. Jaba wexta konsolosê Erzirûmê bûye ew bi çanda kurdî mijûl bûye û wê demê li gel gelek kurdên navdar yên wek Mele Mehmûdê Bazîdî û gelekî din ve têkilî danîye. Jaba gelek berheman dide hev, her wiha ji bo koleksiyona xwe gelek berhemên li ser kurdan bi perên xwe dikire. Ji ber vê yekê berhevoka wî gelek dewlemend e.

Tabloya Koleksîyona Aleksandre Jaba[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Istraned Kurmancî
  • Kilamê Kiçan
  • Lawijek
  • Stranên kurdî
  • Berîte
  • Eîfbaya kurdî
  • Mewlûda Melayê Bateyi
  • Risaleyi Tühfetu'l-Xillan Fi Zimani Kurdan
  • Ferhengoka Kurdi-Tirki
  • Zeylu'r-Risale Di Behsa Sûal û Cewaban
  • Mewludu'n-Nebî
  • Mem û Zîn
  • Mem û Zîn
  • Mem û Zîn
  • Bextîyar(name)
  • Mem û Zîn
  • Leyla ve Mecnûn
  • Mem û Zîn
  • Helbestên Nesîmî
  • Yûsif û Zuleyxa
  • Yusif û Zuleyxa
  • Yüsif û Zuleyxa
  • Rêzimana Erebî Ji Bo Destpêkeran
  • Kitabu'l-Îbaretî mîn Mutekellîmat
  • Behrên Erûza Erebî
  • Terkîb
  • Beyta Feqîyê Teyran
  • Beyta Feqîyê Teyran
  • Nûbehara Biçûkan
  • Nûbehara Biçûkan
  • Hikayeta Şêxê Sen'aniyan
  • Çiroka Şêx Sen'an
  • Hikayeta Şêxê Sen'anîyan
  • Berhevoka Helbestên Klasîk
  • Mecmû'a Xezalîyeted şûareyed Kurmancan
  • Newala Sîseban
  • Zenbilfiroş
  • Newala Siseban
  • Zenbîlfiroş
  • Leyla û Mecnûn
  • Tercumeya Leyla û Mecnûn
  • Eşqbazî
  • Mem û Zîn
  • Mewlûda Melayê Bateyî
  • Mem û Zîn
  • 'Adat û Rusûmatnameyê Ekradîye
  • 'Adat û Rusûmatnameyê Ekradîye
  • Mecmu'a Xezelîyatêd Şû’erayêd Kurmancan
  • Tercumeya Şerefnamê
  • Reyâhîn-i 'Aşq
  • Reyâhîn-i 'Aşq
  • Durru'l-Mecalîs
  • Durru'l-Mecalîs
  • Durru'l-Mecalîs
  • Wergera Hikayetên Farisî
  • Hikayetên Farisî û Wergerên Wan
  • Qisseya Şêx Sen'an
  • Helbesta Feqî Teyran
  • Newala Siseban
  • Zenbilfiroş
  • Tesrîfa Lêkerên kurdî
  • Nûbehara Biçûkan
  • Rahênanên Li Ser Zimanê kurdî
  • Kilamê Kiçan
  • Xeberdana Zimanê Kurmancîye
  • Dưaya Tiqbend (Şûrbend)
  • Şerefname
  • Kataloga Destnivîsên kurdî ya Aleksandra Jaba
  • Danasîna Alaksandre Jaba ya Berhemên Koleksîyonê[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Çap. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.
  2. ^ Ji bo agahîyên zêde derheqê koleksîyonê; Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Çap. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.