Kolombiya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Komara Kolombiyayê
Kolombiya
República de Colombia  (spanî)
Ala Mertal
Dirûşm: "Libertad y Orden" (spanî)
"Azadî û Pergal"
Sirûd: ¡Oh, Gloria Inmarcesible!  (spanî)
Ey rûmeta naçilmise!
PaytextBogotá
4°35′Bk 74°4′Ra / 4.583°Bk 74.067°Ra / 4.583; -74.067
Bajarê mezin bajar
Zimanên fermî Spanîa
Zimanên herêmî 68 zarav û zimanên etnîkî hene. Îngilîzî jî wek li herêma Komgiravên San Andrés, Providencia û Santa Catalina fermî ye.
Komên etnîkî (2005 [1][2])
Demonîm Kolombiyan
Rêveberî Komara serokatiyê
 •  Serok Juan Manuel Santos
 •  Cîgirê Serokê Germán Vargas Lleras
 •  Serokê Kongreyê Mauricio Lizcano
 •  Serokê Dadgeha Bilind Margarita Cabello Blanco
Pêşvebirî Kongre
 •  Meclîsa jorîn Senato
 •  Meclîsa jêrîn Meclîsa Nûneran
Serxwebûn ji Spanyayê
 •  Îlankirin 20 tîrmeh 1810 
 •  Naskirin 7 tebax 1819 
 •  Unîterkirina dawî 1886 
 •  Makezagona niha 4 tîrmeh 1991 
Rûerd
 •  Giştî 1,141,748 km2 (25.)
 •  Av (%) 8.8 (17.)
Gelhe
 •  tîrmeh 2016 Texmînkirin 48,786,100 [3] (28.)
 •  2005 Giştî 42,888,592
 •  Tîrbûn 40.74/km2} (173.)
TBH (PHK) 2017 texmînkirin
 •  Giştî $724.167 trilyon[4] (31.)
TBH (nomînal) 2017 texmînkirin
 •  Giştî $300.988 trilyon (32.)
Gini (2015) 52.2[5]
bilind
PPM (2014)Zêdebûn 0.720[6]
bilind · 97.
Dirav Peso (COP)
Demjimêr COT (UTC−5b)
Celebê dîrokê rr−mm−ssss (CE)
Hatûçûna ajotinê rast
Koda telefonê +57
ISO 3166 CO
Înternet TLD .co
a. Digel Makezagona Kolombiyayê bi Spanî dibêje (Castellano) wek zimanê fermî di hemû axa Kolombiyayê de, zimanên din ên li welat ji aliyê komên etnîk tê axaftin -- bi qasî 68 zimanan -- herkes jî bi fermî di herêma xwe de xwe ye.[7] English is also official in the archipelago of San Andrés, Providencia and Santa Catalina.[8]
b. Navçeya demjimêra Kolombiyayê ya fermî[9] Tê kontrolkirin û bi koordîne ji aliyê National Institute of Metrology.[10]

Kolombiya (/koˈlombija/ ko-LOM-biya; Spanî: [koˈlombja] ( Guhdar bike)), bi fermî Komara Kolombiyayê (bi spanî: Derbarê ev deng República de Colombia ),[11] yek welatekî derî parzemînê ya bi giranî li bakurê Amerîkaya Başûr û bi herêmên di Amerîkaya Navîn hatiye rewanekirin. Sînorên Kolombiyayê li bakurê rojava bi Panama, li rojhilatê bi Venezuela û Brazîl û li başûr bi Ekuador û Perû re parve dike. Sînorên deryayî yên Kolombiyayê jî wek bi Kosta Rîka, Nîkaragua, Hondûras, Jamaika, Komara Domînîk û Haîtî re parve dike. Makezagona komara dewleta yekîne bi sî-û-du departementan pêk tê. Herêmên tiştên ku niha Kolombiya di destpêkê de ji aliyê niştevanên gelên resen ên Kolombiyayê tevî ku Muisca, Quimbaya û Tairona bû.

Destpêkirina spaniyan a di sala 1499an de pêvajoyekî fethê û mêtîngeriya di dawiya afirandina Cîgirkeyane ya Nû Grenada, bi paytexta wê ya li Bogotá hatibû.

Etîmolojî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Navê "Kolombiya" navdêrekî navê dawî ji Christopher Columbus (Îtalî: Cristoforo Colombo, Spanî: Cristóbal Colón) e. Ev ji aliyê şoreşgerê Venezuelayê Francisco de Miranda wekî referansa ji bo hemû cîhana nû ducan bû, lê bi taybetî jî ji bo wan beşên di bin serweriya Spanî û Portûgalî bûn. Nav paşê ji aliyê Komara Kolombiya ya di sala 1819an de ji navçeyên Cîgirkeyaneya kevn yên Nû Grenada (ku Kolombiyaya îro, Panama, Venezuela, Ekuador, û bakurê rojavayê Brazil) avakirin hatiye qebûl kirin.

Dema ku Venezuela, Ekuador û Cundinamarca hatibû ku ji bo wek dewletên serbixwe hebin, Wezareta berê yê Cundinamarca wek bi navê "Komara Nû Grenada" pejirandin. Nû Grenada bi awayekî fermî navê xwe di sala 1858an de ji Konfederasyona Grenadayê guhertin. Di sala 1863an de nav dîsa hatiye guherandin, ev dem ji bo Dewletên Yekbûyî yên Kolombiyayê bû, berî dawiya pejirandina navê yekûn wê di sala 1886an de wek – Komara Kolombiyayê – hatiye guhertin.

Ji bo ku vî welatî û hikûmeta Kolombiyayê venêrîn, mercên Kolombiya û República de Colombia bi kar tînin.

Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji ber cihên xwe, herêma ku niha ji Kolombiya korîdorên koçberiya mirovan ji Mezoamerîkayê û li Karîbê ber Andes û Amazon zûtir bû. Arkeolojîkên malperên Pubenza û El Totumo di Geliyê Magdalena ku 100 km dikeve başûrê rojavayê Bogotá kevntir dibînin.

Ev malperana ji heyama Paleoindian (18,000-8000 de BZ) ye. Li Puerto Hormiga û malperên din jî, şopên ji serdema Arkaîk (~ 8000-2000 BZ de) hatin dîtin. Kevneşopên li herêmên El Abra û Tequendama ya li Cundinamarca nîşan didin ku dagirkirina zû bûn. Ji kevintirîn kûzxane li Amerîkayê li ba San Jacinto ji dewrana 5000-4000 BZ de vedîtin.

Serdema berî fethkirinê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li axa Kolombiyayê ya îro bi bazirganiya navxweyî û qeytanên zêr li herêmê re eleqedar bûn. Li vir Împaratoriya Înkayê, Muisca, Tayrona, Sinú, Quimbaya û San Agustín çanda ji bo sedsalan jiyandin.

Dagirkeriya Spanyol[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bi navê Christopher Columbus qet behsa axa Columbus lingê nedanîn. Axa Kolombiyayê, di destpêka sedsala 16an de Gonzalo Jimenez de Quesada û Sebastian de Belalcázar ji aliyê fermandarkirina spanî hatiye dîtin û nav koloniyên de hatiye guhertin. Rodrigo de Bastidas di sala 1525an de bajarê Santa Marta ava kir. Piştî vî bûyerê welat di peravên bakurê deryaya Karîbê de li pey bajarê Cartagena ava bû. Di sala 1538an de şêniyên Gonzalo Jimenez de Quesada bi dayîna navê cîwarê Bacatá rizgarkirin û di vir de bajarê Bogotá damezrandin.

Komara Kolombiyaya Mezin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Heta sedsala hîjdehê, welat ji aliyê Hispanikên spiyan de biryar hat girtin. Hingê di şerê ji bo serxwebûnê li Amerîkaya Bakur û şoreşên Fransayê bêhtir xurt dest pê kir. Di sala 1808an de Napoleon şerê serxwebûnê koloniyên Spanî yên li Parzemîna Amerîkayê îlankirin, dema ku Spanya hatiye dagirkirin. Bi vî awayî, Simón Bolívar serkêşiya hêzên serxwebûna xwe li Cartagena û Kolombiyayê ya di sala 1821an de bi navê Kolombiyaya Mezin vegirtina li Kolombiyaya îro, Ekuador, Panama û Venezuela federasyon îlan kirin. Di sala 1829an de Venezuela û di sala 1830an de Ekuador ji federasyonê derketin.

Dewletên Yekbûyî yên Kolombiyayê û Komara Kolombiyayê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Di sala 1886an de, welat û parzemîn ji aliyê Columbus hatibû keşif kirin û bi navê Komara Kolombiya hatibû îlan kirin. Di sala 1903an de, ku welatê Panama parmendekî vî axê ye, dewletekî serbixwe ya ji Kolombiyayê bi alîkariya Amerîkayê ji hev veqetiyan. Panama di heman salê de xwedî mafê bikaranîna Cihoka Panamayê da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ji ber vê cudabûnê heta sala 1921an berdewam bû, ku di navbera Kolombiya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye jiyandin. Piştî vê dîrokê di rêveberiya Kolombiyayê de herdû partiyên mezin wek Partiya Kevneperestî û Partiya Lîberal serdest bûn. Lê, bi pevketina di navbera her du partiyan lihevketinên navxweyî û rêveberiya ji aliyê dîktatoriyê ji bo demekî dirêj bû sedema welat. Lihevketinên navxweyî, ku di dema niha de ji aliyê hikûmeta sivîl a li Kolombiyayê tê îdarekirin berdewam dike.

Serdema La Violencia[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Tevlihevekî mezin li Kolombiyayê ji sala 1948an heta sala 1953an de pêk hat. Violencia bi navê şîdetekî pevçûnê de qewimiye. Di sala 1950an de, hikûmeta kevneperest ên Mariano Ospina Pérez li ser kevneperestê din Laureano Gómez ku bi cîgirê wî Roberto Urdaneta re rêveberiya zexm pêşandan. Di dema erkeya sê-salî de tê texmînkirin ku 80.000 kesan jiyana xwe ji dest da. Violencia, heta sala 1963an berdewam kir. 200.000 kes di vê demê de hatine kuştin. Komekî gerîlayên çepgir ên FARCê têkoşîna li dijî Violencia dan destpêkirin. Di sala 12 tebax 2002an de Serok Álvaro Uribe Vélez ji ber bûyerên li welat Rewşa awerte ji bo 90 rojan îlan kir.

Erdnîgarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kolombiya li rojavayê Amerîkaya Başûr de cih digre û sînorên li ser Atlantîkê (1626 km bendikê peravê) û sînorên li ser Okyanûsa Pasîfîk de (1448 km) cih digre. Li başûrê Kolombiyayê sînorên li ser welatên cîran wek Ekuador (590 km sînor) û Perû (1626 km), li başûrê Brazîlê (1645 km), li bakurê Venezuela (2050 km) û li bakurê rojavayê li ser sala 1903'an de hevqetandina ji aliyê Kolombiyayê ve Panama (225 km) ye.

Avûhewa[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji ber ku Ekvator ji aliyê Kolombiyayê ve digere, welat di qada hewayê ya tropîkalê de ye. Li bakur, ango li Peravên Karîbê zuha yên pirtir ji welatên din e. Li gor Bilindahî ya Deryayî çar herêmên avûhewa cihêkirin. Li deştan (Llanos) ji avûhewayê tropîkal 24 °C re digre, wek di navbera 1000 û 2000 m mezintirîn avûhewayê tropîkal (17-30 °C), di navbera 2000 û 3000 m saretropîkal (12-17 °C) û li herêmên çiyayî (Páramos) 3000 m alpê bilind avûhewayê cemedan (di bin 12 °C) e.

Bajar[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Bajarê herî mezin ên Kolombiyayê ev in: Bogotá, Medellín, Cali, Cartagena de Indias, Barranquilla, Ibagué, Manizales, Pasto, Cúcuta û Bucaramanga.

Navenda îdarî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Departementên Kolombiyayê ji 32 herêman pêk tê.

Departement Paytext Herêm (km²) Gelhe Dîrok
- Bogotá Parêzgeha Paytextê 1587 7117984 1886
01 Amazonas Leticia 109665 80360 1991
02 Antioquia Medellín 63612 5750478 1858
03 Arauca Arauca 23818 282302 1991
04 Atlántico Barranquilla 3388 2365663 1910
05 Bolívar Cartagena de Indias 25978 2229967 1857
06 Boyacá Tunja 23189 1411239 1858
07 Caldas Manizales 7888 1170187 1905
08 Caquetá Florencia 88965 463333 1982
09 Casanare Yopal 44640 325713 1991
10 Cauca Popayán 29308 1363054 1857
11 Cesar Valledupar 22905 1050303 1967
12 Chocó Quibdó 46530 413173 1947
13 Córdoba Montería 25020 1392905 1952
14 Cundinamarca Bogotá 24210 9467562 1857
15 Guainía Inirida 72238 43314 1963
16 Guaviare San José del Guaviare   53460 133236 1991
17 Huila Neiva 19890 994218 1905
18 La Guajira Riohacha 20848 524619 1965
19 Magdalena Santa Marta 23188 1403318 1824
20 Meta Villavicencio 85635 771089 1960
21 Nariño Pasto 33268 1775139 1904
22 Norte de Santander Cúcuta 21658 1493932 1910
23 Putumayo Mocoa 24885 378483 1991
24 Quindío Armenia 1845 613375 1966
25 Risaralda Pereira 4140 1024362 1966
26 San Andrés San Andrés 52 83491 1991
27 Santander Bucaramanga 30537 2085084 1857
28 Sucre Sincelejo 10917 868648 1966
29 Tolima Ibagué 23562 1312972 1886
30 Valle del Cauca Cali 22140 4524678 1910
31 Vaupés Mitú 54135 33152 1991
32 Vichada Puerto Carreño 100242 97276 1991

Cîwarbûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Têkilî yên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kolombiya, endamê rêxistinên wekî Neteweyên Yekbûyî (1943), Rêxistina Dewletên Amerîkayê (1948), ya G-77 (1964), Civaka Antê (1969), ya G-24 (1971), Rêxistina Peymana Hevkariya Amazonê (1978), Yekîtiya Neteweyên Amerîkaya Başûr (ji 2004 ), Civakên Amerîkaya Latîn û Dewletên Karîbê CELAC (2010) û Yekbûna Pasîfîkê (2013), wekî yek ji endamên damezrêner yên rêxistinên navneteweyî ye.

Siyaset[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Partî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "visibilización estadística de los grupos étnicos" (PDF). Censo General 2005. Departamento Administrativo Nacional de Estadistica (DANE). Roja wergirtinê: 15 hezîran 2013.
  2. Bushnell, David & Rex A. Hudson (2010) "The Society and Its Environment"; Colombia: a country study: pp. 87, 92. Washingtion D.C.: Federal Research Division, Library of Congress.
  3. "Animated clock". Colombian State Department. Roja wergirtinê: 24 July 2016.
  4. "World Economic Outlook Database: Colombia". International Monetary Fund. October 2016. Roja wergirtinê: 16 kanûna pêşîn 2016.
  5. "socio-economic policies" (PDF). dane.gov.co. Roja wergirtinê: 2 adar 2016.
  6. "2015 Human Development Report" (PDF). United Nations Development Programme. 2015. Roja wergirtinê: 14 kanûna pêşîn 2015.
  7. Colombian Constitution of 1991 (Title I – Concerning Fundamental Principles – Article 10)
  8. "LEY 47 DE 1993" (bi Spanish). alcaldiabogota.gov.co. Roja wergirtinê: 23 February 2014.CS1 maint: Unrecognized language (link)[permanent dead link]
  9. "Navçeya demjimêra Kolombiyayê ya fermî" (bi spanî). horalegal.inm.gov.co. Roja wergirtinê: 23 sibat 2014.
  10. "Decreto 4175 de 2011, artículo 6, numeral 14" (bi spanî). Presidencia de la República de Colombia. Roja wergirtinê: 14 adar 2016.
  11. IPA transcription of "República de Colombia": [reˈpuβlika ðe koˈlombja].
  12. http://www.dane.gov.co/index.php/about-dane

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]