Here naverokê

Koma Bankeya Dinyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koma Bankeya Dinyayê
  • Dezgeha taybet a Neteweyên Yekbûyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Koma Bankeya Dinyayê
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 4 tîrmeh 1944 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
Pêk tê ji
  • World Bank Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.worldbank.org/en/home Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Koma Bankeya Dinyayê an Bankeya Dinyayê (bi îngilîzî: World Bank Group) malbateke ku ji pênc rêxistinên navneteweyî pêk hatiye ku deyn didin welatên di asta pêşketinê de. Bankeya Dinyayê banka herî mezintirîn û banka herî navdartirîn a pêşketinê ya cîhanê ye û çavdêrek li koma pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Navenda bankê li Washington, D.Cyê, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Di sala darayî ya 2021ê de, bankeyê nêzîkî 98,83 milyar dolar deyn û alîkarî daye welatên "di asta pêşketinê de" û welatên ku di qonaxa veguhêz de bûn.[1] Erka diyarkirî ya bankeya Dinyayê ev e ku bigihîje du armancên xwe yên bidawîanîna xizaniyê û avakirina aramiya hevbeş ê aboriyê.[2] Tevahîya deynên ku ji sala 2015an vir ve di nav 10 salên dawî de bi rêya fînansa siyaseta peşepêdanê hatine dayîn, bi qasî 117 milyar dolarên amerîkî bû.[3] Pênc saziyên ku bi demê de wekê saziyên di nav Bankeya Dinyayê hatiye avakirin ev in:

  • Banka Navneteweyî ya Ji bo Nûavakirin û Geşepêdanê
  • Yekîtiya Pêşveçûna Navneteweyî
  • Saziya Darayî ya Navneteweyî
  • Ajansa Garantiya Veberhênanê ya Piralî

Hinek caran her du saziyên despêkê bi hev re wekê Bankeya Dinyayê hatine binavkirin. Ew ji bo pêşveçûnên aborî deyn û alîkarîyan didin hikûmetên welatên kêmdahat û welatên bi rêjeya navîn.[4] Ev çalakî xebatên di warên pêşketina mirovî (mînak perwerde, tenduristî), çandinî û pêşketina gundan (mînak avdanî û xizmetên gundan), parastina jîngehê (mînak kêmkirina qirêjiyê, danîn û bicîhanîna rêziknameyan), binesazî (mînak rê, nûjenkirina bajaran û elektrîk), projeyên mezin ên avakirina pîşesaziyê û rêveberiyê (mînak têkoşîna li dijî gendeliyê, pêşxistina saziyên yasayî) vedihewîne. Banka Navneteweyî ya Ji bo Nûavakirin û Geşepêdanê û Yekîtiya Pêşveçûna Navneteweyî ji bo welatên endam deynan bi rêjeyên ribaya tercîhî peyda dikin û her wiha ji bo welatên herî xizan jî alîkarîyan peyda dikin. Kredî an jî alîkarîyên darayî ji bo projeyên taybetî pir caran bi guhertinên polîtîkayên berfirehtir ê di sektor an jî di aboriya welêt de bi tevahî ve girêdayî ne. Wek mînak krediyek ji bo baştirkirina rêveberiya jîngehê ya peravê dikare bi pêşxistina saziyên jîngehê ya nû li ser astên neteweyî û herêmî û bicîhanîna rêziknameyên nû yê ji bo sinorkirina qirêjiyê ve girêdayî be.[5] Di heman demê de Koma Bankaya Dinyayê wekê fînansorek pêşeng a veberhênanên avhewayê li welatên pêşketî hatiye naskirin.[6]

Bankeya Dinyayê û Fona Diravan a Navneteweyî di konferansa Bretton Woods a sala 1944an de hatine damezrandin. Di destpêkê de deynên ku saziyê daye ji bo alîkariya ji nû ve avakirina welatên ku ji ber Şerê Cîhanê yê Duyem wêran bibûn hatiye dayîn. Bi demê re Bankeya Dinyayê bala xwe kişandiye ser pêşketinê ku di nav de jiholêrakirina xizaniya zêde û zêdekirina aramiya hevpar hene.[7]

  1. ^ "Fiscal Year Data". World Bank (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 3 îlon 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  2. ^ "World Bank Group Commitments Rise Sharply in FY14 Amid Organizational Change". World Bank (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  3. ^ "2015 Development Policy Financing Retrospective - Results and Sustainability". World Bank (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  4. ^ "Who We Are". www.worldbank.org. Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  5. ^ "Wayback Machine" (PDF). ppp.worldbank.org. Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  6. ^ "Climate Solutions that Work". World Bank (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 adar 2026.
  7. ^ Finnemore, Martha (1996). National Interests in International Society. Cornell University Press. doi:10.7591/j.ctt1rv61rh. ISBN 978-0-8014-8323-3.