Koma Demhat
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna paşîn 2026) |
Koma Demhat, komeke şanoyê ya kurdî ye ku di navbera salên 1988 û 1991ê de li Stenbolê xebatên xwe meşandine. Ev kom di dîroka hunera kurdî ya li Bakurê Kurdistanê de wekî pêşenga şanoya kurdî ya nûjen tê qebûlkirin. Di serdemeke ku ziman û çanda kurdî di bin zextên giran de bû, komê bi rêbaza "Şanoya Malan" wekî tevgereke binerd derket pêş.
Dîrok û avakirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koma Demhat di sala 1988an de li Stenbolê hate damezirandin. Di wê heyamê de ji ber qedexeyên li ser zimanê kurdî, xebatên hunerî bi awayekî veşartî dihatin meşandin. Avakerên sereke yên komê şêwekar Fewzî Bîlge û derhêner Mamoste Cemîl bûn.
Komê sê salan xebatên xwe bi awayekî binerd domand û di sala 1991ê de piştî avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), tevlî vê navendê bû. Koma Demhat di nav NÇMê de bû bingeha Teatra Jiyana Nû. Ji ber ku derfeta derketina ser dikên (sahneyên) fermî tune bû, Koma Demhatê lîstikên xwe di malên welatparêzan de bi awayekî veşartî pêşkêş dikirin. Di sê salan de li 57 malên cuda lîstik hatin nîşandan. Lîstikvanan ji bo ku neyên girtin, bi komên piçûk û bi awayekî baldar diçûn malan. Wekî hincet ji derdorê re dihat nîşandan ku ew ji bo "mêvaniyê" an "lihevanîna malbatan" hatine cem hev.
- Dekor û Sahnê: Fewzî Bîlge li gorî mîmariya malan dekorên taybet amade dikirin ku di dema herî teng de bihatana komkirin.
- Nîqaşên Civakî: Piştî her lîstikê, bi temaşevanên li malê re li ser huner û rewşa civakî nîqaşên dirêj dihatin kirin.
Lîstikên komê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komê di nav xebatên xwe yên binerd de ev lîstik amade kirin:
- Axa Sor
- Dîlana Şer
Kadroya komê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kadroya komê ji xwendekar, karker û kedkarên kurd pêk dihat. Hinek ji endamên wê ev in:
- Derhêner: Mamoste Cemîl
- Dekor û Organîzasyon: Fewzî Bîlge
- Lîstikvan: Osman Tabar, Nejla Tanrıkulu, Evîn Bîlge, Nevzat Öztürk (Çiftçi), Ramazan Çakır (Mele), Nafiya Tabar, Elî Seyhan, Şükrü Çakır, Mustafa Güneş, Aynur Tabar.
Girîngiya komê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Koma Demhat, pira veguhastinê ya ji şanoya folklorîk ber bi şanoya nûjen û profesyonel ve ye. Vê komê rê vekir ku şanoya kurdî di nava bajaran de bi şêwazek nûjen bibe amûreke berxwedanê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bîlge, F. (2024). Koma Demhat: Li Bakur Yekemîn Şanoya Kurd a Modern. Bloga Kovara Zarema. https://blog.kovarazarema.com/koma-demhat-li-bakur-yekemin-sanoya-kurd-a-modern/