Komagênê
Komagênê |
||
---|---|---|
Komagênê (bi îngilîzî: Commagene) di sala 50 p.z., navbera Împeratoriya Romê, Împeratoriya Eşkanî, û Keyatîya Ermenistanê
|
||
Paytext | 37°33'Bk, 38°30'Rh | |
Zimanên fermî | ||
Zimanên tên bikaranîn | ||
Rêveberî | Keyîtiya serberdayî | |
Avakirin | ||
• | Dema avakirinê | 163 BCE (Julian) |
• | Dema hilweşînê | 72 (Julian) |
• | Rûerd |
Komagênê (bi yewnaniya kevn: Κομμαγηνή; bi latînî: Commagene) keyatîyeke helenîstîk a antîka li başûrê rojhelat îroj li sînorên Tirkiyeyê dikeve ye. Paytextê wê keyatiyê Samosata, ku derê Semîsad îroj li ser, bû. Ji Komagênê de wek Çiyayê Nemrûd, gelek şiwîn ma ne.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Di çavkaniyên Asûran de ji Komagênê de wek Kummuhu tê qal kirin. Ewna demên pêşin hevalbendê Asûran bûn jî di dema keyê Asûran Sargon II de di 708 b.z. de serîhildan û ew bû navçeyekê Asûran. Di 605 b.z. ew ji aliya Nebukadnezar, keyê Babîlan, hat dagir kirin. Ew ji pê re keta bin destên Hexamenişîyan û demê wan de bû navçeyake Ermenistanê.
Di 163 b.z. de bi pêşengiya Ptolemaîos VI serxwebûna xwe ji Seleukiyan dest xwe xist. Antîoxos I Theos keyê herî gerînge, yê di 69 b.z. de heta 36 b.z. împeratorî kergar kirî bû. Antîoxos di 64 b.z. de piştgirî ji kergerê komara Romayê Pompeius re hembera împeratoriya Eşkaniyan (Parthia) de kir û bersiva wê ji Pompeiusê hin xakên din standin. Keyatî piştî zayîne di 17 keta kergera Împeratoriya Romayê. Ew di 34an de şunda serxebû jî di 72an de keta kergera Roma.