Here naverokê

Komkujiyên li dijî elewiyan li Sûriyê 2025

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komkujiyên li dijî elewiyan li Sûriyê rêze komkujiyê ku ji meha kanûna sala 2024an heya 8ê adara sala 2025an berdewam kiriye. Komkujî li devera deryayî ya Sûriyê di dema pevçûnên berdewam ên li Rojavayê Sûriyê di şerê navxweyî yê Sûriyê de li dijî elewiyan pêk hatine. Rêzeke komkujî ya bi şêwazên hovane di destpêka adara sala 2025an de li parêzgeha Lazqiyeyê dest pê kiriye, li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR), hêzên ewlekariya Sûriyê di berdewamiya du rojan de bi sedan sivîl kuştine ku di nav wan de 52 kesên elewî yên li bajarokên Muxtariye û Şîr ku tenê li gundewarê Lazqiyê ne hene. Ev bûyer di demekê de qewimîn ku alozî û pevçûnên çekdarî di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê û çekdarên ku tê îdiakirin ku bi serokê berê ya Sûriyê Beşar Esed ve girêdayî ne. Tevî garantiyên rayedarên hikûmetê ya nû ku kêmnetewe ku di Sûriya nû de ewle bin, civakên elewî ji kanûna 2024an vir ve rastî gelek komkujiyan hatine.[1]

Li gorî Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku bingeha saziyê li Îngilîstanê ye, ji 6ê adara 2025an vir ve di rêzekomkujiyên cuda de herî kêm 1.383 sivîl hatine kuştin.[2] Çavdêriyê hejmara rastî ya kesên ku hatine kuştin texmîn kiriye ku pir zêde ne. Di heman demê de saziyê hişyarî daye û bal kişandiya li ser gorên komî ku kesên êrîşkar ji bo veşartina mezinahiya hovîtiyê xwe bikartînin.[2]

Bi taybet di destpêka adara sala 2025an de li parêzgeha Lazqiyê komkujiyên kujer dest pê kiriye ku li gorî SOHRê hêzên ewlekariya Sûriyê di heyama du rojan de bi sedan sivîl kuştibûn ku di nav wan de 52 kesên elewî tenê li bajarokên Muxtariye û Şîrê ku li herêmên gundewarê Lazqiyê qewimîbû. Tevî piştrastkirina karbidestên hikûmeta nû ku kêmneteweyên di Sûrîya nû de ewle bin, civatên elewî ji meha kanûna sala 2024an vir ve rastî gelek komkujîyan hatine.

  1. ^ Christou, William (7 adar 2025). "Syrian security forces execute 125 civilians in battle against Assad loyalists". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 9 adar 2025.
  2. ^ a b "المرصد السوري يوثق 3 مجازر جديدة.. وإجمالي الضحايا يرتفع إلى 1383 مدنياً.. ويحذر من مخاطر دفن الضحايا جماعياً في الساحل السوري - المرصد السوري لحقوق الإنسان" (bi erebî). 12 adar 2025. Roja gihiştinê 15 adar 2025.