Komkujiya Gurgumê 1978
Komkujiya Gurgumê | |
---|---|
Cih | Gurgum |
Dîrok | 19 û 26ê kanûna 1978an |
Hedef | Kurdên sivîl |
Cureyê êrîşê | Êrîşên çekdarî |
Mirî | 100-500 |
Fail | Komên nîjadperest |
Êrîşkar |
|
Sedem | Nîjadperestî |
Lêpirsîn | Bi dawî bûye |
Biryara dadgehê | Hemî bersûc hatine berdan |
biguhêre![]() |
Komkujiya Gurgumê yan jî Qirkirina Mereşê komkujiyeke ku di 19ê kanûna pêşîn a sala 1978an heya 26ê kanûna pêşîn a 1978an li perêzgeha Bakurê Kurdistanê, Gurgumê li dijî kurdên elewî qewimiye. Komkujî ji aliyê komên neteweperest ên radîkal Gurên Boz û komên tirk-îslamîstan ve pêk hatiye. Li gorî hinek çavkaniyan komên polîs û leşkerên tirk jî di nav kesên ku komkujiyan pêk anîne de alîkariya komên neteweperest ên radîkal kirine.[1]
Di nav pênc rojên pêş de zêdetirî sed kesan ku piraniya wan ji jin û ji zarokan pêk dihatin hatine kuştin. Di berdewamiya komkujyan de beşek ji bajêr tê hilweşandin û piştre jî ji aliyê hikûmetê ve li bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Dema ku komkujyên li dijî kurdan berdewam dikirin, ne polîs û ne jî leşkerên tirk bi ti awayî rê liber êrîşkaran negirtin.[2] Di 23ê kanûnê de komên nîjadperest avêtin ser taxên ku kurdên elewî lê dijîn, êrîşî gel kirin, avahî û kargehên wan şewitandin. Gelek buroyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Pêşverû yên Tirkiyeyê (DÎSK), Komeleya Mamosteyên Tirkiyeyê (TÖB-Der), Komeleya Polêsan (Pol-Der) û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî di nav de hatine hilweşandin.[3] Di 26ê kanûnê de, bajar û rewş ket bin kontrola hikûmetê û li sêzdeh parêzgehan ji aliyê hikûmeta wê demê ve qanûna rêveberiya şidandî hatiye ragihandin. Piraniya qurbaniyan ji kurdên elewî pêk dihatin ku li deverên sunî yên bajêr dijiyan.[2]
Komkujî 7 rojan berxwe daye û li gorî daxuyaniyên fermî 111 kes lê gorî çavkaniyên bajêr nêzîkî 500 kes ji aliyê komên nîjadperest ên tirk ve hatine kuştin.[4] 559 avahiyên kurdên elewî hatine şewitandin û nêzîkî 290 cihên kar ên kurdan hatine talankirin.
Paş perdeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komkujiya Gurgumê ji 19ê heta 26ê kanûna sala 1978an (7 roj) berdewam kiriye. Komkujî di destpêkê de di 19ê kanûna sala 1978an saet di 21:00 de di dema pêşandana yek ji fîlmên neteweperest ên wê serdemê fîlm a bi navê Roj çi çax hiltê ku rola sereke Cüneyt Arkın wergirtibû, bi avêtina teqemeniyê li Sînemaya Çîçek a bajêr pêk hatiye, despêkiribû.[4] Li gorî li xwe mikur hatinên di dema lêpirsînan de endamên koma netewperestên radîkal (ülkü ocakları) Ökkeş Kenger bi telîmata serokê Komeleya Ciwanên Neteweperest ya şaxa Gurgumê Mehmet Leblebici û alîkarê serokê giştî Mustafa Kanlıdere ji bo ku li dijî kurdan û çepgiran komkujî pêk bînin hatiye avêtin.[4] Rojek piştre jî bombeyeke din diavêjin qehwexaneyeke ku çepgir tê de bûn. Di êvara 21ê kanûna sala 1978an de mamoste Hecî Çolak û Mustafa Yüceoğlu ku weke çepgir dihatin naskirin, dema diçûn malê têne qetilkirin. Pêwîst bû cinazeyên wan roja din bihata veşartin lê li dervayê mizgefta ku merasîma cenazeyê dihat kirin pevçûnên çekdar derketin û rê li ber merasima veşartina cinazeyan hatibû girtin. Di dawiya rojê de 3 kes hatin kuştin û avahî û kargehên wan hatine şewitandin.[2]
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]19ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di demekê de ku ji ber sedemên siyasîyê dubendiya rast û çep li Gurgumê zêde bibû, komkujiyên li dijî kurdan di 19ê kanûna sala 1978an de saet 21:00an de bi avêtina teqemeniyeke li Sînemaya Çîçek a bajêr di dema pêşandana yek ji fîlmên neteweperestên wî serdemê Roj çi çax hiltê? de dest pê kiriye. Li gor îdianameyê teqemeniya kêmtesîr ji aliyê milîtanên neteweperest Okkeş Kenger û Yunus Îlhan ve bi telîmata serokê şaxa Komeleya Ciwanên Neteweperest Mehmet Leblebici û alîkarê wî Mustafa Kanlıdere ve hatiye avêtin.[4] Xwendekarê Enstîtuya Perwerdehiyê ya Dîlokê Ökkeş Kenger di îfadeya xwe ya destpêkê ya li midûriyeta ewlehiyê de li xwe mikur hatiye ku wî bi hevalên xwe re Sînemaya Çîçekê bombe kiriye. Yunus İlhan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku bi zora Ökkeş Kenger wî ji bo bombekirina sînemayê hevkarî kiriye.[5]
Di raporên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê de hatiye diyarkirin ku Ökkeş Kenger wek kesê ku teqemenî daye rêxistinê hatiye binavkirin û di raporê de wiha hatiye nivîsandin:[6]
"Kenger beriya û piştî teqîna li Sînemaya Çîçek a di 19ê kanûna 1978an de pêk bîne bi hejmara 29 43 51an bi Komeleya Ciwanên Îdealîst re axiviye. Kenger yekser piştî teqînê, mîna ku li benda vê teqînê bû, gel li salona sînemayê kom kir, birêve bir, ferman dide komê ku sloganan bavêjin."
20ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 20ê kanûnê de bombeyeke ku ji çirûskeke destan hatibû çêkirin, avêtin qehwexaneyeke li Taxa Selîmê Koçer ku bi piranî kurd lê dijîn. Di dema avêtina bombeyê de bombe li diwarên pencereyê qehwexaneyê dikeve lê nakeve hindur. Piştê avêtina bombeyê komên nîjadperest ên tirk bi çekan êrîşê qehwexaneyê dikin ji ber ku radibe piyan kesê bi navê Sabri Özkan jiyana xwe jidest dide.
21ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 21ê kanûna 1978an de 2 mamosteyên çepgir ên bi navê Hacî Çolak û Mustafa Yüzbaşıoğlu li ser rêya ku diçûn malên xwe ji aliyê komên nîjadperest ve hatine kuştin. Kujerê her du mamosteyan bi biryara hejmara 1984/208 a dadgeha leşkerî ya hejmar 1 a Edeneyê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn lê nehatiye bidarvekirin piştre kujer bi qanûna girtiyan ya di sala 1991an de bi hemî kujerên din ên ku kurdan ji aliyê dewleta tirk ve ji girtîgehê hatine berdan.[7]
22ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cinazeyên her du Hecî Çolak û Mustafa Yüzbaşioglu ku li ser malên xwe hatine qetilkirin, di 22ê kanûnê de dema ku ji bo merasîma veşartinê dibin mizgeftê komên neteweperest ên ku piraniya wan ji alîgirên MHPê û ji komên îdealîst (ülkücü) pêk dihat, bi sloganên "Nimêja cenaze ji komunîst û elewiyan re nayê kirin" êrîşê merasîma cenazeyan kirin û di heman rojê de nêzîkî bi sedan avahî û cihên kar ên kurdan ji aliyê komên neteweperest ên radîkal ve hatine şewitandin û hatine talankirin.[8][9]
Melayê nîjadperest a Mizgefta Baglarbaşiyê Mustafa Yıldız di xutbeya xwe ya înê banga komkujiyan dike û wiha diaxive:[10]
"Bi rojîgirtin û nimêjê mirov nabe hecî. Kuştina elewîyeke wekê ku mirov pênc caran here hecê xêr tê de heye. Hemî birayên me yên dînî; divê li dijî hikûmet, komunîst û li hemberê bê dînan rabin! Em ê kafirên elewî û CHPê yên sunî yên derdora xwe paqij bikin!"
Di bûyeran de êrîşkaran êrîşê buroya hiqûqê ya parlementerê Gurgumê ya CHPê Orhan Sezal, çapxaneya nûçegihanê rojnameya Hurriyetê Şeref Turhan, çapxaneya rojnameya Işikê, avahiya CHPê, dermanxane û klînîkan kirin. Dema ku girse belav dibe û cenaze li derve dimînin, girseya êrîşkar bi tu awayê rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê nehat û heta sûka bajêr meşiyan bi meşê re kargehên kurdan û CHPyiyan ji aliyê êrîşkaran ve hatine hilweşandin. Di heman şevê de bi gotina “elewiyên çepgir dê roja din êrîşeke çekdarî pêk bînin” çek li taxên suniyan belav dikin.
23ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Komên rastgir ên ku ji parêzgehên cîran hatine bajêr avahiyên saziyên wekê Partiya Gel a Komarî, Partiya Karkerên Tirkiyeyê, TÖB-DER, TÎKP û avahiya POL-DERê şewitandin.[11] Komek neteweperest ku ji navçeya Kurdoxlî hatin bi sloganên wekê "Xwîna me bê rijandin jî serkeftin ya Îslamê ye" û "Tirkiyeya misilman!" êrîşî avahîya Partiya Gel a Komarî û PTTê kirine.[12] Ji dengweşên Mizgefta Ulu ya li navenda bajêr bangên, "Bikujin, bikujin, qirkirina wan ferz e." hatiye kirin.[10]
Di 23ê kanûnê de ji saetên sibê ve bi dengweşên şaredariyê daxuyaniya bangên provokatîvên wekê “elewiyan 3 birayên me şehîd kirine", "elewiyan avêtin ser bajarê me" hatiye kirin. Bi van bangên provokatîv girseyeke qelebalix li ber nexweşxaneya dewletê ya li kêleka taxên kurdan kom dibin. Girse li ber nexweşxaneyê kom bû û ji aliyê hinek kesan ve bi gotinên nerast ên wekê, “elewiyan avê jehrî kirine”, “li taxên elewiyan mizgeft tên şewitandin” komên neteweperest têne provoke kirin û bi vê awayê êrîşên li ser taxên kurdan hatiye destpê kirin. Di dema êrîşan de her çiqas Taxa Yurukselimê hewl dide ku berxwe bide lê dîsa jî ji komkujiyan xilas nabin.
24ê kanûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 24ê kanûnê derayedarên Tirkiyeyê hemî polîsên ji kolanan kişand û nahêle ku rê ber êrîşan bigire. Êrîşkarên tirk ji vê yekê sûd wergirt û êrîşên xwe yên li hemberê kurdan zêde dikin. Her ku diçe rewş ji kontrolê derdikeve û li seranserê bajêr êrîş belav dibe û komên nîjadperest dest bi komkujiyên mezin dikin ku di nav de jin, zarok û extiyar jî hebûn kurdan dikujin.
Serokê Partiya Gel a Komarî ya parêzgeha Mereşê Mehmet Parlakyiğit di daxuyaniya xwe ya rojnameyê de derbarê komkujiya 25ê kanûnê de wiha axiviye:[13]
"Ez nikarim peyvan bibînim ku komkujiya Gurgumê rave bikim. Binavkirina hovîtî yê ji bo vê komkujiyê têrê nake. Cinazeyên perçekirî yên zarokên 3 salî û kalên 60 salî ji malan ber bi kolanan ve belav bibûn. Bi texmîna min di êrîşên du rojan de li dora 150 kes hatine kuştin. Ev bûyer, êrîş û kuştin di dilê welatiyan de birînên kûr hiştine."
'Di daxuyaniyên şahidan de hatiye gotin ku di dema komkujiyê de li dijî sivîlan bûyerên talankirin û îşkenceyên sîstematîk pêk hatine:
Dema ku ez çûme derê jidayîkbûnxane Gurgumê min li wir dît ku jinek kuştine, bi têlan bi stûnê ve girê dane, zaroka wê ji zikê wê derxistine û bi singa wê ve daliqandine. Di heman demê de hemî laşê wê di nava xwînê de bû. Sînga jineke din jî jêkiribûn û xistibûn devê zarokê wê. Min li wir jina bi navê Cennet Şîmal ku min nas dikir jî dît ku ew jî hate kuştin. Cennet Şîmal xwişka dayika Elîf a mezin e. Kesekî bi Cuma ku di dema çêkirin a avahiya me de qûm anînû çavê rastê ya Cennet Şîmal derxist."
Komkujî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di dema komkujiyan de Tirkiye rê li ber komên nijadperest û neteweperest ên ku komkujyan organîze dikin vedike û asteng nake. Bi êrîşan re bi sedan kurd ku di nav wan de jin, zarok û extiyar jî hebûn li bajêr û taxên bajêr ji aliyê komên nîjadperest ve hatine kuştin ku di komkujyan de ji xeynî çekan gelek amûrên tûj jî ji aliyê êrîşkaran ve hatine bikaranîn. Li gorî daxuyaniyên şahidan komkujî bi gelemperî bi şêwazên hovane pêk hatiye. Bedenên jin û zarokan ji aliyê komên êrîşkar ve hatine perçe kirin û bi amûrên tûj ku di wan de jin û zarok jî hebûn hatine kuştin. Li gorî daxuyaniya şahidekî di dema komkujiyan de çavê pîrejineke 90 salê ji aliyê kesek nîjadperest ve bi baderê hatiye deranîn. Li gorî daxuyaniyên şahidan li ber jidayîkbûnxaneya Gurgumê jineke ducanî hatiye kuştin, zikê wê hatiye qelaştin û dergûşa wê hatibû deranîn. Di heman demê de şahid dibînin ku pêsîrê wê jêkirî bû û laşê dergûşa wê li erdê bû.
Piştî komkujiyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dema ku komkujiya Gurgumê dest pê kiribû Partiya Gel a Komarî (CHP) partiya desthilatdar ser bû û Bülent Ecevit jî serokwezîrê wî demê bû. Piştê komkujyê wezîrê karên hundir ya CHPê İrfan Özaydınlı di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku sedema komkujiyê "rêxistinên çep" in û ev yek dibe sedemên ku ji aliyê partiya xwe ve rastî bertekên tundî were. Piştê van bertekan wezîrê karên hundir İrfan Özaydınlı neçar dimîne ku ji wezareta karên hundir îstifa bike.
Serokê opozîsyonê û serokê giştî ya Partiya Edaletê Süleyman Demirel di axavtinekê xwe de êrîşkaran parastiye û gotiye, "Divê kesek ji min re nebêje rastgir û neteweperest komkujyan pêk tînin, hûn nikarin vê yekê bi min bidin gotin."[14]
Mehekê piştî komkujyê di 17ê çileya sala 1979an de raporeke ji aliyê MÎT a tirk ve hatiye parvekirin û di raporê de behsa kesên neteweperest dike:[15]
"Komkujî di civîneke ku 2-3 hefte beriya bûyeran bi beşdariya rêveberên MHPê Gurgumê û endamên Komeleya Ciwanên Îdealîst (ÜGD) li avahiya MHPê ya Gurgumê hatiye plankirin. Gotinên wekê ku elewiyên kurd hewl didin ku dewleteke kurd ava bikin, di gel de belav dikin ku ev jî dibe sedema rageşî ya li deverên ku tirk lê dijîn û di mîtîng û meşan de vê yekê bi awayekî vekirî tînin ziman. Rayedarek ji navenda Komeleya Ciwanên Îdealîst (ÜGD) (Bi îhtimaleke mezin Sefa Şevkat Çetin bû) beşdarî civînê bûye. Di civînê de bi hinceta ku elewiyên kurdên Gurgumê û komên çep ên ku piştgiriyê didin wan di demên dawî de zextên xwe yên li ser tirkan û suniyan zêde kirine û dibêjin ku dem hatiye ku ewê dersekê bidin wan. Destpêkê navnîşanên navdaran ên li taxên kurdên ji koma çep lê dimînin hatin diyarkirin û piştre jî kesên ku êrîşên li navnîşanên diyarkirî bikin hatine diyarkirin."
Ji ber bûyeran li gelek parêzgehan û parêzgehên derdora sinor ên wekê Dîlok û Îzmîr jî di nav de bûn rêveberiya şidandî hatiye ragihandin. Di 26ê kanûna pêşîn a sala 1978an saet 07:00an de li 13 parêzgehên wekê Stembol, Enqere, Gurgum, Edene, Xarpêt, Bîngol, Erzirom, Ezirgan, Dîlok, Qers, Meletî, Sêwas û li parêzgeha Rihayê bi giştî li 13 parêzgehan rêveberiya şidandî hatiye ragihandin. Piştre hêjmara van parêzgehan hatiye zêdekirin.[16]
Di encama êrîşan de li gorî daneyên fermî 120 kurd jiyana xwe jidest dane zêdeyî 1000 kes birîndar bûne.[17] Li gorî daneyên ne fermî 500 kes kurd ji nîjadperestan ve hatine kuştin. 559 avahiyên kurdan hatine şewitandin û nêzîkê 300 cihên karên kurdan hatine talankirin. Heta roja îro nehatiye zanîn kesên ku di komkujyan de jiyana xwe jidest dane bi awayekî komî li kuderê goristana Şêx Adil hatine veşartin û gelo di roja veşartinê de merasîmeke dînî hebû yan na.[18]
Darizandinên dewletê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di îdianameya li ser esasê ku 1 sal û 16 roj piştî komkujyê hatiye temamkirin de piştî îfadeya derdora 5000 şahidan, Ji 806 bersûcên ku ji wan 476 jê girtî bûn, ji bo 275 bersûcan cezayê bidarvekirinê hatibû xwestin û ji bo 449 bersûcan di navbera salek û 24 salan de cezayê girtîgehê hatibû xwestin.[19] Di îdianameya destpêkê de ji bo 330 kesan cezayê bidarvekirinê hatibû xwestin.[20]
Dozên ku li dadgehên leşkerî hatin vekirin heta sala 1991an berdewam kiriye û bi giştî 804 kesên ku bi piranî wekê rastgir û wekê rastgirên tund hatibûn binavkirin, hatin darizandin. Ji bersûcan ji bo 29 kesan cezayê bidarvekirinê, 7 kesan cezayê muabetê û ji bo 321 kesên din jî di navbera 1 û 24 salan de cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Ji xeynî kesên ku bi cezayê bidarvekirinê û bi cezayê muabetê hatine darizandin, ji bo kesên bi rêjeya 1/6 cezayên wan hatibûn kêmkirin.
Biryara dadgeha cezayê giran ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye betalkirin û di encamê de kesên ku bi cezayê bidarvekirinê hatibûn darizandin cezayên wan têne betalkirin û biryara dadgeha cezayê giran neyê pêkanîn.
Parêzerên ku vê darizandinê dişopandin Ceyhun Can di 10ê îlona 1979an de, Halil Sıtkı Güloğlu di 3ê sibata 1980an de û Ahmet Albay jî di 3ê gulana 1980an de ji aliyê kesên nenas ve an jî ji bi alîkariya îhtimal a MÎT a tirk hatine kuştin.[21]
Di sala 1991ê de hemî bersûcên ku tevlê komkujiya Gurgumê dibin ji aliyê dadgeha tirk ve pêşî cezayê wan tê taloqkirin û piştre hemî kesên ku komkujiyan pêk anîne ji aliyê dadgehê ve hatine berdan. Piştre hinek ji wan kesên ku komkujyên li dijî kurdan pêk anîne wekê parlementer hatine hilbijartin.[22][23]
Ferhengok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Tevkujî: Ji kujtina hejmarekê mirovan re tê gotin. Bo mînak kujtina 33 kurdan ji aliyê general Mustafa Muglali ve.
- Komkujî: Heger di kujtinê de komekê homojen hedef bê girtin, li cih an herêma ku kujerî lê hatiye plankirin pirraniya endamên vê komê bên kujtin. Ji aliyekê ve ev jî tevkujî ye, lê xwerû elewî hedef hatine girtin (ango koma homojen). Herwiha Helebce (bajarek bûye hedef).
- Nîjadkujî: Bo mînak genosîda Hayan (Ermeniyan) û li Ewropayê qelandina ûrtê cihûyan nîjadkujî ne.
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "43yem Salvegera Komkujiya Mereşê". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 nîsan 2025.
- ^ a b c Jongerden, Joost; White, Paul J., edîtor (2003). Turkey's Alevi Enigma: A Comprehensive Overview. Brill Book Archive Part 1, ISBN: 9789004472495. Leiden Boston: BRILL. ISBN 978-90-04-12538-4.
- ^ "psakd.org". www.psakd.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 nîsan 2025.
- ^ a b c d "43yem Salvegera Komkujiya Mereşê: Bûyer çawa dest pê kir, çi bû?". euronews (bi tirkî). 19 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 2 nîsan 2025.
- ^ "Jêderka rojnameya Cumhuriyetê". egazete.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 3 nîsan 2025.
- ^ "MÎTê leşkeran tawanbar kir" (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 nîsan 2025.
- ^ Gerçek, Artı (19 kanûna pêşîn 2023). "45em Salvegera Komkujiya Gurgumê: Ji nûnerên saziyên elewiyan banga têkoşînê". Artı Gerçek (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ "BDPê ji bo Komkujiya Gurgumê komîsyona lêkolînê xwest". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ Derneği, İnsan Hakları. "Em di 45em salvegera Komkujiya Gurgumê de di lêgerîna heqîqet û edaletê de israr dikin - Komeleya Mafên Mirovan" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ a b "Di Komkujiya Gurgumê de çi bibû?". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ ""31 kes mirin, 65 ji bi giranî, 150 birîndar bûne"". egazete.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ "43em Salvegera Komkujiya Gurgumê: Bûyer çawa dest pê kir, çi bû? | Euronews". web.archive.org. 19 kanûna pêşîn 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ ""Li Gurgumê hejmara miriyan zêde dibe"". egazete.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ "Gazete Oku". egazete.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
- ^ "MÎTê leşkeran sûcdar kir". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 4 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Belgeyên 12ê Îlonê - Bikaranîna Qanûna Leşkerî - BELGENet". archive.ph. 31 tîrmeh 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 31 tîrmeh 2012. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Dîmenên nû yê komkujiyê ku yekem car tê weşandin - Sabah". web.archive.org. 22 kanûna pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 22 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Ji bo kesên goran winda bûne doz nayê vekirin - Radikal". web.archive.org. 17 adar 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 adar 2014. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ ""Sibe roja biryarê ye"". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ ""Ji bo 330 kesên ku di komkujya Gurgumê de cih girtine bi cezayê bidarvekirinê hatine cezakirin."". web.archive.org. 3 kanûna paşîn 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Mamê min ê delal / Radikal 2 / Radikal Internet". web.archive.org. 27 tîrmeh 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 tîrmeh 2012. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Di ser Komkujiya Mereşê re 40 sal derbas bûn: Bersûcê sereke bû parlamenter, kujer bi salan hatin parastin | nûçeyên soL". haber.sol.org.tr (bi tirkî). 19 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
- ^ "Arşîva meclisê Tirkiyeyê". web.archive.org. 23 kanûna pêşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 kanûna pêşîn 2013. Roja gihiştinê 5 nîsan 2025.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)