Komploya navnetewî li hemberê Abdullah Ocalan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Wekî komploya navnetewî nav Kurdan komploya hemberê serokê PKKAbdullah Ocalan tê nasin. Bi encamê vê komployê di 9 kewçera 1998'an de ji Sûriyê çû û di roja 15'ê reşemiya 1999 de li Naîrobî radesttê MÎT`a Tirk hate kirin.

Gelê Kurd jî ev roj wekî Rojeke Reş bi nav kir û her sal di salvegera komployê de, derdikevin qadan û bi çalakiyên cûr bî cûr komploya navnetewî şermezar dikin û bi dirûşmenên jî azadiya Ocelan dixwezin.

Komplo çawa dest pê kir û çawa pêş ket?[biguherîne]

Girtina Ocelan di meha Îlona sala 1998`an de dest pê kir û bi li Tirkiyê dîlketina ji Ocelan rê bi encam bû.

Fermandarê Hêzên Bêjayî Orgeneral Atîlla Ateş di 16ê Îlona sala 1998`an de li Hatayê axavî, ne razîbûna xwe ya li dijî Ocelan anî zimên û got:

Li hemberî Suriye êdî sebra me nema. Eger Suriye bersîva ku Tirkiye li bendêne nede , emê bi her awayî pêşgirîyên bigirîn."

Piştî vê daxuyaniyê Desteya Ewlekariya Mîllî di civîna xwe ya asayî ya meha Îlonê de bi rengekî hin leşkere gef li Suriye xwar. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û hat destnîşankirin ku eger Ocelan dertîxûb nekin, ewê bi awayekî leşkerî destlêwerdanî Suriye bikin. Piştî vê daxuyaniyê, li ser sînorên Tirkiye - Suriye tevgera leşkerî dest pê kir, di demeke kin de di dîplomasiya Îsraîl, Emerîka û alîgirên wan jî xwe dan der û leşkere bû ku wê operasyon dest pê bike.

Arteşa Tirkiye ji aliyekî leşker û cebilxane li ser sînorên bi cîh dikir û ji aliyê din ve jî hevalbendên NATOyê keştiyên şer şandin Derya Spî. Armanc Suriye û Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocelan bû.

Di rewşeke wiha de Ocelan nexwest ku li herêmê şerek rû bide û weke pêşgirî bîryar da ku ji Suriye derbikeve. Bi vê yekê re pêvajoya zor û zexmet, di 9ê Cotmeha sala 1998an de dest pê kir.

Ocelan piştî ji Suriye derket, bi rêze li Yewnanîstan, Rusya û Îtalyayê ma. Lê belê welatên mijara gotinê, ji ber zexta Emerîka, Îngilîstan û Îsraîlê destûra mayinê nedan Ocelan. Lêgerîna Ocelan ya ji bo bi cîh bûna li welatekî di 15 Sibata sala 1999an de li Kenyayê bi dawî bû.

Her çend Tirkiye, dîlketina Ocalan weke serketina xwe nîşan bide jî, rengê komployê û bûyerên rû dane, bi awayekî leşkere nîşan didan ku komplo bi rengekî navnetewî hatiye meşandin. Ev yek Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bulent Ecevît bi daxuyaniyek îtîraf kir û got:

Amerîka Ocalan radestê Tirkiyê kiriye.

Piştî bûyera revandinê bi 9 mehên, Ocelan bi rêya parêzerên xwe, di derbarê hêzên ku di operasyonê de cîh girtin, leşkere kir û got :

Operasyon ji dest pêke ve li Washîngton û Tel Avîvê ji aliyê navendeke taybet ve hat meşandin.

Piştî ji Suriye derketim, însiyatîf ket destê NATOyê û ya rast, çûna Yewnanîstanê jî di bin kontrola hêzên NATOyê de pêk hat.

Kesên leşkerî û nefermayên bervêderê vê bûyerê bûn, endamên NATOyê bûn."

Li gorî Ocelan, agahiya Tirkiyê ji vê pêvajoyê hebû.

Ocelan piştî hat revandin, xetereyên rewşa dijwarî ya mihtemel jî rave kir û bi vê yekê komploya ku bi armanca şerekî li herêmê hatibû meşandin, pûç kir.


Di nava sala derbasbuyî de, berdevkekî Wezereta Karên Derve yê Îsraîlê û rayedarên Yewnanîstanê rola xwe ya di komployê de mikûr hatin.

Di sala 2005'an de Bulent Ecevît ku di dema komploya navnetewî de Serokwezîrê Tirkiyê bû, bi daxuyaniyek diyar kir ku, Amerîka Ocelan radestê wan kiriye. Ecevît dazanîn ku, bê alîkariya Amerîkayê bi destxistina Ocelan ne gengaz bû.

Çavkanî[biguherîne]

Binihêre: