Kondor (teyr)

Kondor navê hevpar ê du cisnên qerqereçên cîhana nû ye ku her yek bi cureyekî heyî ye. Navê teyrê ji peyva kuntur a ji zimanê keçwayî tê.[1][2] Ev teyr yek ji mezintirîn teyrên bejahiyên yên firîner ê li Nîvkada Rojava ye.
Yek ji cureyên teyrê Kondorê Andê (Vultur gryphus) e ku li çiyayên Andê dijî û cureya din jî Kondorê Kalîforniyayê (Gymnogyps californianus) ku niha bi çiyayên peravê yên rojavayê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Meksîk û her weha li çiyayên çolê ya bakurê Arîzonayê dijî.
Taksonomî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kondor beşek ji malbata Cathartidae ne ku di nav wan de qerqereçên cîhana nû hene lê 15 cureyên qerqereçên cîhana kevin di nav malbata Accipitridae de ne ku di nav wan de baz, şahîn û başok jî hene.
Qereqeçên cîhana nû û cîhana kevin ji bav û kalên cuda çêbûne. Her du jî goştxwer in û ji ber pêşveçûna wan a nêzîk, awayên wan dişibihe hev.
Her çiqas ne diyar e ku ew bi kîjan re zêde têkildar e, peyva "kondor" komeke parafîletîk nîşan dide, ji ber ku qereqeçên padîşah ku bi gelemperî wekî kondor nayê binavkirin, di nav klada ku kondorên Andê û kondorên Kalîforniyayê vr dihewîne de cih digire.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Simpson, John A., edîtor (1989). The Oxford English dictionary. Oxford: Clarendon Pr. ISBN 978-0-19-861186-8.
- ↑ "Wayback Machine". www.quechua.org.uk. Roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2025.
- ↑ Johnson, Jeff A.; Brown, Joseph W.; Fuchs, Jérôme; Mindell, David P. (1 kanûna pêşîn 2016). "Multi-locus phylogenetic inference among New World Vultures (Aves: Cathartidae)". Molecular Phylogenetics and Evolution. 105: 193–199. doi:10.1016/j.ympev.2016.08.025. ISSN 1055-7903.