Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî 2011

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyek ji panela derbarê kurdên Xorasanê ya di çarçoveya Konferansa Zimanê Kurdî de (Wênekêş: Mehmet Masum Süer)

Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî konferansa pêşîn a ku di 19-22ê îlona 2011an de li Hewlêrê ji hêla Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêk hat. Li Konferansê zimannas, pisporên zaravayên kurdî, hîndekar û rewşebîrên kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê beşdar bûn. Sê xalên herî girîng ên Konferansê alfabe, zarava û termînolojî bûn.

Konferans li Salona Şanoya Pirtûkxaneya Giştî ya Zeytûnê ya bajarê Hewlêrê domî.

Beşdarên Konferansê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Konferansê bi sedan zimannas, pispor û rewşenbîrên kurd ên ji her parçeyan kom kirin. Zimannas Zana Farqînî, nivîskar Feratê Dengizî, mamosteyên KURDÎ-DERê Wesfiye Akgul, Sebahettin Gultekîn û Ayşe Navruz; Prof. Dr. Ebdula Hisên Resûl, Prof. Hogir Mehmûd Ferec, Prof. Dr. Wirya Omer Emîn, Husên Kartal, Prof. Dr. Qeyîs Kakil, Dr. Yûsif Şerîf, Dr. Bayiz Umer; Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Dr. Abdulwehab Xalid Mûsa, zimannas Rojan Hazim û Çeto Çarçelan û endamê Înstîtûta Kirmanckî Lerzan Jangir û gelek pisporên din beşdarî konferansê bûn.

Encamnameyên konferansan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Encamnameya 2011an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

15 rasperdeyên ku di encama Konferansê de derketin holê bi piraniya dengan hatine erêkirin. Yek ji rasperdeyan ew bû ku Dihok bibe navenda “Civata Bilind a Zimanê Kurdî”, lê wezîrê rewşenbîrî û lawan Dr. Kawe Mehmûd ew biryar hilweşand û ji rojnameyekê re diyar kir ku ew wekî wezaret dê cihê civata navborî tesbît bike û ew “ji wî re xeteke sor e”. Senterbûna Dihokê ya Civatê bi erêkirina piraniya dengên beşdarên Konferansê (40 dengên erê û 27 dengên nerê) hatibû biryardan.

Rasperdeyên Konferansê di dawiyê de ew bûn:

  1. Amadekirina projeya Qanûna Zimanî û pêşkêşkirina qanûnê ji bo Parlamana Kurdistanê.
  2. Sazkirina Civata Bilind a Zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê.
  3. Çêkirina Ferhenga Kurdî-Kurdî bi herdu alfabeyên erebî û latînî.
  4. Bikaranîna herdu alfabeyên kurdî.
  5. Encamdana vekolînên zanistî yên zaravayên kurdî.
  6. Zimanê kurdî li hemû karûbarên bazirganî û rêklam û geştiyarî de zimanê serekî be û bizav bê kirin tabloyên ser cadeyan bi herdu alfabeyan bên nivîsandin.
  7. Li gor makeqanûna Îraqê, zimanê kurdî digel zimanê erebî li Îraqa Federal zimanê fermî ye, lewre pêdîvî ye di nav welatî de û bo pêwendiyên ji derve de jî bê bikaranîn.
  8. Dewletên Tirkiye, Îran û Sûriyê di makeqanûnên xwe de îtirafê bi zimanê kurdî bikin û bixin di nav sîstema perwerdeya dewletên xwe.
  9. Zimanê kurdî mîna zimanên din di warên teknolojî û torên înternetê de kar pê bê kirin.
  10. Medyayên kurdî bernameyên taybet bi zimanî ve û bi herdu alfabeyan amade û pêşkêş bikin bi mercekî ku rênivîsên wan yek bixin.
  11. Konferans dê lîjneyeke pêk bîne ji bo dûvçûn û cihbicihkirina raspardeyan û pêşniyaz dikin ji van birêzan pêkbîne: Prof. Dr. Yûsif Şerîf Seîd; Prof. Dr. Bekir Umer Elî; mamoste Rojan Hazim; Prof. Dr. Ebdulwehab Xalîd Mûsa; mamoste Newzad Ebdulezîz nûnerê wezareta rewşenbîrî û lawan.
  12. Konferans dê bibe nerîtekî salane û bi çavdêriya wezareta rewşenbîrî û lawan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê gêran.
  13. Konferans dê yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê pêk bê.
  14. Kar dê bê kirin ji bo wergirtina qutabî û xwendekarên parçeyên din ên Kurdistanê li xwendina bilind di pisporiya ziman û edeba kurdî de li zanîngehên Kurdistanê.

Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî di roja 22ê îlona 2011an de bi dawî bû.

Encamnameya 2012an[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo standardkirina zimanê kurdî gelek hewldan hene. Hewldana herî fireh û nûjên Konferansa Zimanê Kurdî ye.

Konferansa Neteweyî ya Kurdî di navbera 1-4ê adara 2012an de li Amedê hate lidarxistin. Ji bo beşdariya konferansê bi sedan delege, zimannas û kurdnas li Amedê kom bûn.

“Konferansa neteweyî ya zimanê kurdî, siyaseta ziman û birêxistinkirina tevgereke zimanê” sê roj bê navber dom kir. Di van sê rojan de panelên cuda pêk hatin. Digel bidawîbûna konferansê encamnameyek hate wesandin, ya ku ji 12 maddeyan pêk tê. Maddeyên encamnameyê wiha ne:

  1. Hebûna zaravayên kurdî dewlemendî ye, parastin û geşepêdana wan jî peywireke neteweyî ye.
  2. Di van rojên hanê de ku Konferansa Neteweyî ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku kurd jî xwedî bername û siyaseteke neteweyî ya zimanî be.
  3. Ev Konferans standardiya navxweyî ya her zaravayî pêwîst dibîne, lê belê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomarkirin.
  4. Ji bo ji hev têgihîştina kurdan û pêkhatina hişmendiyeke neteweyî hewcedarî bi yek alfabeyê heye. Heta gihîştina vê qonaxê, ji ber guncanbûna rewşa li Başûr, divê ku her du alfabe j î li wir di perwerde û her warî de bên bikaranîn.
  5. Ev konferans perwerdehiya bi zimanê kurdî mafekî sirûştî yê neteweyî dibîne û lew re ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyayeke ramyarî ve pêkan e.
  6. Konferansa me ji bo avakirina civakeke demokratîk û plûrealîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşniyaz dike.
  7. Ji bo pêkanîna bernameyeke zimanî ya neteweyî pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwistîyên zimanê kurdî bi cih bîne. Ji bo avakirina tevgerê desteyeke ku ji 31 kesan pêk tê, hate hilbijartin.
  8. Konferansa me bang li kurdan dike ku di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û pê bijîn.
  9. Konferans li xebat û têkoşîna gelê me yê Başûrê Rojava ya di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgiriya xwe diyar dike.
  10. Em piştgiriya xwe ji bo daxwaza girtiyên kurd ên siyasî ya di warê parastina Zimanê kurdî de radêgihênîn.
  11. Em ramyariya AKPê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda kurdî de şermezar dikin û em vê siyasetê jî berdewamiya ramyariya asîmilasyon û înkarê dibînin. Bi heman şêweyî em siyaseta rejîmên din ên li ser kurdan jî bi tu awayi napejirînin.
  12. Konferansa me operasyonên leşkerî û siyasî yên li ser kurdan tên meşandin şermezar dike, ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyê pêşniyar dike.
  13. Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zarok pir giring in. Lewra jî di polîtaka û bernameya ziman, a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigrin. [1]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]