Here naverokê

Konfuçyûsîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Perestgeha konfuçyûsîzmê li Kaohsiung, Taywan

Konfuçyûsîzm (bi çînî: 儒家思想) têgehek e ji bo felsefe û ramanên siyasî û dînî yên ku kevneşopiya Konfuçyus û şagirtên wî dişopînin. Dibistana Konfuçyus li Çînê wekî Rujia (儒家) jî tê zanin ku tê wateya "Dibistana Zanayan". Kelîma nûjen Konfuçyûsîzm ji mîsyonerên xiristiyanî tê ku di sedsala 17an de navê damezrînerê mektebê, 孔子 / 孔夫子 (Kongzi/Kongfuzi), latînîze kirin.[1] Konfuçyus ji aliyê şopînerên xwe ve wekî modelek û îdealek dihat rêzgirtin û hînkirinên wî yên exlaqî û awayê heyata wî wekî mesele tê hesibandin. Konfuçyûsîzm, ligel budîzm û daoîzmê, yek ji "Sê Hînkirinan" e. Bi sedsalan e ku kultur û civaka çînî şekil daye û tesîrê li ser heyata rojane ya li Çîn, Japon, Korê, Singapûr, Viyetnam û Taywanê kiriye. Ji sedsala 16an û pê ve, hînkirinên wê li Ewropayê bi rêya vegotinên mîsyoner Matteo Ricci hatine naskirin. Di sala 1687an de, nivîsên wî ji aliyê Bav Prospero Intorcetta ve bo Latînî hatine wergerandin.

 Gotara bingehîn: Konfuçyus

Konfuçyus an "Mamoste Kung", di sala 551ê a b.z. de li bajarê Qufu yê li wîlayeta Luê (魯/鲁) ya Çînê, li parêzgeha Shandong a îroyîn, bi navê Kong Qiu (孔丘) jidayik bûye. Kurê rêberekî leşkerî bû, ji malbata esilzade ya Kong dihatiye û perwerdehiyek baş wergirtibû. Ji temenê biçûk ve, wî eleqeyek mezin nîşanî kevneşopiyên giyanî yên Çînê da. Konfuçyus wekî mamoste û şêwirmend û carinan wekî wezîrek li wîlayeta Lu xizmet kirî û gelek salan li sirgûnê derbas kiriye. Ji sala 496an a b.z. ve, Konfuçyus 13 salan bi xwendekarên xwe re li seranserê welêt geriya, di nav tiştên din de muzîk û adetên kevnar xwendin. Di vê çaxê de, tê gotin ku ew bi Lao Zî, fîlozofek din ê giring ya Çîna kevnare ku wekî damezrînerê daoîzmê tê hesibandin, re hevdîtin kiriye. Konfuçyus li welatê xwe, bi texmînî di sala 479an a b.z. de miriye.

Piştî mirina wî, ew rûmetên dewletê yên herî bilind wergirtiye:[2]

  • Keyser serdana gorra wî kir.
  • Peyker li ser rûmeta wî hatin çêkirin.
  • Rûmeta keyserê çînî lê hat dayîn.
  • Ew wekî xwedayek tê îdiakirin.

Armanca Konfuçyus di hînkirinên wî de ew bû ku pergalên nirxên mîtolojîk û dînî yên împeratoriya feodal a Çînê nû bike. Wî vegera bo erdemên klasîk wekî rêya derketina ji kaosa siyasî û civakî didît.

Kesayetên din ên giring

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mengzî wekî "zanayê duyem" ê konfuçyûsîzmê tê hesibandin. Mengzî bawer dikir ku evîna însanîtiyê û edalet di xwezaya însanan de xas in. Tenê jîngeh û hest dikarin însanan ji rê derxînin, ji ber vê yekê diviyabû ev taybetmendiyên erênî werin çandin.

Xunzi hînkirinên xwe li ser rêûresman disekinand. Berevajî Mengzî, wî însanan wekî xwezayî xirab didît, ji ber vê yekê ew lazim bûn ku werin terbiyekirin.

Pênc exlaqên wê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Exlaqê Konfuçyus li ser wê ramanê ye ku cîhan ji aliyê rêziknameyek ve tê birêvebirin ku bi xwezayî exlaqî ye. Di dilê vê doktrînê de ferdek wekî beşek ji civakê heye.[3] Divê ferdek ji bo bêkêmasîya exlaqî û etîkî hewl bide û, ji bo vê armancê, divê ji hêla pênc exlaqan (五常, wǔ cháng) an jî erdemên bingehîn ve were rêber kirin:[4]

  • Însanîtî / Xêrxwazî ​​(仁, rén)
  • Edalet (義 / 义, yì)
  • Exlaqa rîtuelî (禮 / 礼, lǐ). Ev ne behsa rîtuelên bi wateya rojavayî dike, lêbelê behsa tevgerên resmî dike ku însaneki baş ji hev ferq dike û bingeha rêziknameyek civakî ya fonksiyonel pêk tîne; rîtuel gî warên heyatê rêk dixin, ango ne tenê têkilî û îşên bi însansên din re, lê di eynî çaxê de, bo mesele, rêveberî û tevgerên li hember tiştên bêcan jî.
  • Aqil (智, zhì)
  • Dilsozî / Pêbawerî (信, xìn)

Hersê erkên civakî jî ji vê yekê têne wergirtin:

  • Dilsozî (忠, zhōng – “dilsoziya mijaran”)
  • Dilpakiya hevrêyan (孝, xiào – “guhdarî û rêzgirtin li dêûbavan û bav û kalan”)
  • Parastina exlaq û adetan (禮 / 礼, lǐ)

Ji ber ku konfuçyûsîzm bawer dike ku rêkûpêkî dikare bi rêzgirtina ji bo yên din û rêzgirtina bav û kalan were bidestxistin, di heyata pratîkî de exlaq, adet û dîndariya zarokan giringiyeke pir mezin digire. Ji zarokan dihat hêvîkirin ku rêzgirtina bav û kalan bidomînin, ji ber vê yekê bêzarokbûn wekî bextreşiyeke mezin tê hesibandin. Kombûna hemû fezîletan însanîtiyê rastîn e (çînî: 仁, ren). Ev bi tenê nîşan dide ka kî di nav rêzika damezrandî de bi dilsozî, dadperwerî û durustî tevdigere.

Ew kesên ku li gorî exlaq û adetan - ango li gorî rêzikên exlaqê, rêûresm û kevneşopiyê - dijîn û xwe ji bo bav û kalên wan feda dikin, tenê bi vê yekê ber bi baştir ve diguherin. Ev yek tesîrek domînoyê çêdike ku tesîrê li ser însanên din û di dawiyê de li ser tevahiya gerdûnê dike, rêza orîjînal vedigerîne.[5] Di Da Xue de ku ji Konfuçyus re tê veqetandin, ev rewş wiha tê vegotin:

  • Eger ez bi awayekî rast tevbigerim, malbat di nav ahengekê de ye.
  • Dema ku malbat di nav ahengekê de bin, gund jî di nav ahengekê de ye.
  • Dema ku gund di nav ahengekê de bin, wîlayetan jî di nav ahengekê de ye.
  • Dema ku wîlayetan di nav ahengekê de bin, împeratorî jî di nav ahengekê de ye.
  • Dema ku împeratorî di nav ahengekê de bin, kozmos jî di nav ahengekê de ye.

Ji ber vê yekê, di hemû kiryarên xwe de, divê însan her gav qenciya hevpar û berjewendiya miletî di hişê xwe de bigirin.

Pênc têkiliyên însanî yên taybet (五倫 / 五伦, Wǔ lún)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pênc têkiliyên taybet ên însanan felsefeya Konfuçyus pênase dikin:[6]

  • Bav - Kur
  • Serwer - Bingehîn
  • Mêr - Jin
  • Birayê Mezin - Birayê Biçûk
  • Heval - Heval

Ji perspektîfa Konfuçyus, ev di bingeh de têkiliyên hiyerarşîk ên serdestî û bindestiyê ne. Tenê têkiliya heval-heval dikare wekî têkiliyek di navbera wekhevan de were hesibandin.

Ev pênc têkiliyan bi fezîletên xêrxwazî ​​(仁, rén), rastgoyî (義 / 义, yì), û dîndariya zarokî (孝, xiào – "dîndariya zarokî, rêzgirtin") têne pênasekirin. Dîndardariya zarokî bingeha heyata malbatî û dewletê pêk tîne. Ev dîndarî di rêzgirtina tiştên ku mirasgirtî ne de tê îfadekirin. Berevajî têkiliya mêr-jinê, têkiliyên din dikarin di wê çaxê de wekî ku ji zayendê derbas dibin werin dîtin.

Jin bi sê têkiliyên guhdariyê ve girêdayî ne:[6]

  • Wexte ku genç e, guhdariya bavê xwe dike,
  • wexte ku zewicî ye, guhdariya mêrê xwe dike,
  • wexte ku jinebî dimîne, guhdariya kurê xwe yê mezin dike.

Maneya xwendinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwendin ji bo têgihîştina rêziknameya bihuşt û însanîtiyê şertek pêşîn e. Lêbelê, fêrbûn divê tenê ramanê temam bike. Konfuçyus gotiye: "Fêrbûn bêyî fikirîn bê feyde ye; lê fikirîn bêyî fêrbûnê xeternak e."

Konfuçyûsîzm wekî dîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Perestgehekî konfuçyûsîzm li Taipei, Çîn

Elementên dînî konfuçyûsîzm têne li Rojhilatê Asyayê dihewînen, wek bikaranîna têgeha Tao û perestina bav û kalan. Hêmanên konfuçyûsî di gelek warên heyata civakî de jî belav bûne. Konfuçyûsî yek ji doktrînên din e û ew hevûdu ji hev ferq nakin lê dikarin werin hev kirin. Konfuçyûsî bi daoîzmê re fikra ahengek di navbera ezman, erd û însanîtiyê de parve dike. Her du doktrîn jî li ser têkiliyên fonksiyonel ên di navbera astên ferq yên hebûnê de disekinin. Wan herwiha şêwazek organîk a ramanê parve dikin ku tê de her beşek ji tevahîyek berfireh erkên taybetî hene ku bicîh bîne.Tiştê ku Konfuçyusîzmê ji daoîzmê ferq dike, têgeha rêziknameya civakî ye. Ji bo daoîstan, cîhan di ahengek bêkêmasî de ye heya ku civak di her tiştî de rêziknameya xwezayî bişopîne; ji aliyê din ve, konfuçyus bawer dike ku xweza û civak şêwazên rêziknameyê yên bi tevahî ferq dişopînin.[7]

Giringiya konfuçyusîzma saziyî bi rakirina sîstema azmûnê û guhertinên din ên ku ji hêla modernîteyê ve hatine çêkirin derbeyek giran xwar.[8] Her çend konfuçyusîzm hîn jî tesîrek dike û mamoste bi awayekî rêûresmî tê pîrozkirin jî, bi gelemperî êdî wekî dînek ferqî nayê binavkirin. Statîstîkên di derbarê belavbûna wê ya rastîn de têgihiştinek hindik didin.

Konfuçyûsyenîzm di sala 1995an de li Komara Korêyê wekî dînê resmî hatiye îlankirin û li wir nêzîkî 10 milyon şopînerên wê hene. Li Îndonezyayê, konfuçyûsîzm yek ji pênc dînên ku bi resmî tên naskirin e.

  1. ^ Nylan, Michael (1 çiriya pêşîn 2008). The Five "Confucian" Classics (bi îngilîzî). Yale University Press. r. 23. ISBN 978-0-300-13033-1. Roja gihiştinê 12 adar 2022.
  2. ^ "The Life and Significance of Confucius". www.sjsu.edu. Ji orîjînalê di 27 kanûna pêşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2017.
  3. ^ Böhm, Winfried; Ahrens, Rüdiger; Julius-Maximilians-Universität Würzburg, edîtor (1988). "Nicht Vielwissen sättigt die Seele": Wissen, Erkennen, Bildung, Ausbildung heute ; drittes Symposium der Universität Würzburg. Würzburger Symposien (Çapa 1. Aufl). Stuttgart: Klett. rr. 107–108. ISBN 978-3-12-984580-6.
  4. ^ Runes, Dagobert D., edîtor (1983). Dictionary of Philosophy. Philosophical Library. r. 338. ISBN 978-0-8022-2388-3.
  5. ^ Thoraval, Joël (2016). "Heaven, Earth, Sovereign, Ancestors, Masters: Some Remarks on the Politico-Religious in China Today". Occasional Papers. hj. 5. Paris: Centre for Studies on China, Korea and Japan. Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin.
  6. ^ a b Gardner 2014, r. 28.
  7. ^ Wagner, Hans-Günter (2025). Daoismus: Chinas indigene Religion :Lehren, Praktiken, Wirkungen. Bern: Origo Verlag. r. 430. ISBN 978-3-282-00214-6.
  8. ^ Tucker, Mary Evelyn (1998). "Confucianism and Ecology: Potential and Limits". The Forum on Religion and Ecology at Yale. Zanîngeha Yale. Roja gihiştinê 29 nîsan 2023.
  • Ahmad, Mirza Tahir (n.d.). "Confucianism". Ahmadiyya Muslim Community. Ji orîjînalê di 3 çiriya pêşîn 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2010.
  • Bonevac, Daniel; Phillips, Stephen (2009). Introduction to world philosophy. New York: Oxford University Press. ISBN 978-0-19-515231-9.
  • Chan, Wing-Tsit, edîtor (1969). A source book in Chinese-specific philosophy. Princeton, NJ: Princeton Univ. Press. ISBN 0-691-07137-3.