Konfuçyus
Ji bo teyîdkirina agahiyên vê gotarê zêdetir çavkanî hewce ne. (kanûna paşîn 2026) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Cihê goristanê |
Cemetery of Confucius (en) |
| Navê rastî |
孔夫子 |
| Navê jidayikbûnê |
孔丘 |
| Prénom social |
仲尼 |
| Serdem | |
| Hevwelatî |
Lu (en) |
| Pîşe | |
| Bav |
孔紇 (en) |
| Dê |
Yan Zhengzai (en) |
| Xwişk û bira |
Meng Pi (d) |
| Hevjîn |
亓官氏 (d) |
| Zarok | |
| Qadên xebatê | |
| Tevger |
Konfuçyanîzm (en) |
Analects (d) |
Konfuçyus[1][2] an Konfiçyus[çavkanî hewce ye] fîlozofê çînî di salên 551- 479 berî zayînê de li Shandongê hatiye dinyayê û li wir miriye. Navê wî yê rast Kong-fuzi (孔夫子, anku "Mamoste Kong") bû. Ew weke mirovekî oldar tê naskirin, li gorî pirrê çavkaniyan ew jî pêxember e.[çavkanî hewce ye]
Ramanên Konfuçyus bi sedsalan bandoreke mezin li Asyaya rojhilat kirine. Ew di dema şerên mîrekên Çînê de, di dema ku mîrektiyên bi navên Bihar û Payîzê şer dikirin de jiyaye. Wî dixwest dinyayê sererast bike, lê belê ew ne giha armanca xwe. Ji bona ku vê ramana xwe bi cî bêne ew yek bi yek li cem hikumdarên Çînê geriya. Di dawiyê de wî zanebûna xwe xurttir kur û bi diravan ders dan. Wateya gotina "Zi" ku li dawiya navê wî ye tê wateya "hosta" û ev yek jî ji mamostetiya wî tê. Ji vê hostayiya xwe ya mîstîk, ji baweriya ku bixwe dianî û ji xwesgotina xwe, ew bûye yek ji mamosteyên herî navdar yê dîrokê.
Fermendiya wî bi giranî li ser birêvebirinê ye û di nav gel de berpirsyariyek giran derpêş dike. Bingiha felsefa wî li ser çar linga ye: rewişt (ahlak), têkiliyên civakî, polîtîka û dad. Wî felsefeya xwe bi van ramanan aniye ziman; "Tişta ku ji kurekî tê xwestin, bide bav, tista ku ji mamur tê xwestin bide hikumdar, tişta ku ji birayê piçûk tê xwestin, bide bêra yê mezin û tişta ku tu ji bo xwe dixwazî bide hevalê xwe." Di van ramanan de hiyerarşiyek xwurt xwuya dike.[çavkanî hewce ye]
Ev felsefe ji nava felsefeyen wek taoîzmê, û hin felsefeyên din cuda dibe, li herêma Asya bi gûr bela dibe û heta ku dibe dîn. Ev bawerî jî konfuçyanîzm hate binavkirin. Hetanî sedsala 20an jî, ji aliyê dewletên Çînê ve wek ola fermî hate pejirandin.[çavkanî hewce ye]
Konfuçyus, ji aliyê E.T.C. Werner ve di pirtûka bi navê "Myths & Legends of China" (1922) de hatiye neqişandin û hemî ramanên wî hatinê berhevkirin. Piştî mirina Werner, ev hemû di pirtûka bi navê "Bijartinên ji Konfuçyus"[çavkanî hewce ye] de hatine berhevkirin. Di van berheman de cî dane hin axaftinên di navbera wî û xwendekarên wî de jî. Di vê berhemêde wiha diyar e ku gelek ji van nivîsan, ne yên Konfuçyus in, lê belê bi wextre ev wek ramanên wî hatine pejirandin. Di van berheman de "Zanebûna Mezin" û "Doktirîna navberê" bi zimanekî zelal hatiye dan.[çavkanî hewce ye]
Galeriya wêneyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Konfuçyus
-
Peykelekî Konfuçyusî
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Firat Cewerî (1995). Gotinên navdaran. Stokholm: Weşanên Nûdem. r. 42, r. 85.
- ^ Abdusamet Yigit (2016). Ferhenga felsefeyê. Berlîn. r. 59.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Konfiçyûs – B.Z. 551-479 - Ji Malpera Felsefevan Girêdana arşîvê 2016-04-07 li ser Wayback Machine
| Di Wîkîgotin da gotarek li ser Konfuçyus heye. |
