Konyaspor
Xuyakirin
| Konyaspor | ||
| Agahiyên gelemperî | ||
|---|---|---|
| Sala damezirandinê | 22ê pûşperê 1922an | |
| Serok | Ömer Korkmaz | |
| Rahêner | Ali Çamdalı | |
| Malper | konyaspor.org.tr | |
|
| ||
Konyaspor yan jî bi navê tije Konyaspor Kulübü, yaneyeke werzişê ya bajarê Qonyeyê ye ku di sala 1922an de hatiye damezrandin. Rengên yaneyê kesk û spî ne.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Konyaspor di destpêkê de bi navê "Konya Gençlerbirliği" di 22ê pûşperê sala 1922an de hat damezrandin. Di sala 1981ê de bi yaneya "Konyaspor" (ku rengên wê reş û spî bûn) re bûn yek û rengên kesk û spî qebûl kirin. Sembola yaneyê "Eyloyê Duserî" (Çift Başlı Kartal) ye ku ji dîroka selcûqiyan tê.
Serkeftinên Yaneyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Konyaspor di salên dawî de di futbolê Tirkiyeyê de serkeftinên mezin bi dest xistine:
- Kupaya Tirkiyeyê (1): 2016-17
- Kupaya Super a Tirkiyeyê (1): 2017
- Şampiyoniya Lîga Yekem a TFF (2): 1987-88, 2002-03
Yarîgeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yaneyê maçên xwe li Stadyuma Medaş Konya Büyükşehir dilîze. Ev stadyum yek ji modernntirîn stadyumên Tirkiyeyê ye û xwediyê kapasîteya 42.000 kesan e. Şiklê stadyumê mîna topa futbolê hatî sêwirandin.
Reng û Sembol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kesk û Spî: Rengên fermî yên yaneyê ne.
- Eyloyê Duserî: Ev sembol nîşana hêz û mîrasa dîrokî ya bajarê Konyayê ye.