Kozmetîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kozmetîk
  • Class of chemical substances by use Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kosmetîk di Misira kevnare de, teswîrek ji Royal Ontario Museum

Kozmetîk (ji grekî κοσμετικός, kosmetikós, bêjeya κοσμέω, kosméo di wateya "lêanîn, bicihkirin, nexşandin") ji nexşandin, xemlandina laşê mirov, berhemên ji bo wê tên bikaranîn û pîşe û karên bi wê ve girêdayîne re tê gotin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirr berê mirovan pîgmentên nivîsandin û xemlandinê dizanîn. Berê ji bo parastin, kamûflaj, kêmkirina ziyanên mêş û mûran, ayînan laş dihatin birengkirin, nexşandin. Pirranî qurşûna spî, komir, gêç, înkar, (girêt, tebeşîr), riwek ûêd dihatin bikaranîn.

Di dînê hînduîzmê de jin divê xwe bixemilînin, pakij bin. Li Kurdistanê kil, hine, deqandin ji jinan dihate payîn. Di şarezayiyên Yewnanistana kevnare, Mezopotamya û Çînê de sûdwergirtina ji rojê, diyetetîk, pakijiya laşê girîng bûye ku viya jî rê daye nexşandin û xemlandina laşê.

Romayî û ewropayiyan kêm qîmet dane kozmetîkê, li Ewropayê kozmetîk pirr dereng rûdaye. Di sedsala 18em de li Fransa û Brîtanyayê di warê kozmetîkê de şoreşek pêk hatiye.

Dabeşandina kozmetîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare kozmetîkê di bin du beşan de rêz bike[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Pîvan beşa laş be;
  2. Pîvan bandor be.

Heger pîvan laş, cihê kozmetîk lê tê kirin be[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Preparatên li çermê tên dayîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Kremên nerm dike
  2. Losyonên nerm dike
  3. Kremên pakijiyê
  4. Losyonên pakijiyê
  5. Losyon û kremên destê
  6. Kremên sereke
  7. Kremên rojane
  8. Kremên hormonan
  9. Kremên sterat
  10. Maskeyên dêmûrûyê
  11. Preparatên çermê rengdar dike, şanikan pordike
  12. Preparatên ji tîrêjên rojê diparêzin
  13. Preparatên antîperspîran, ango xwêdanê kêm dikin
  14. Preparatên deodoran, ango bêhna xwêdanê kêm dikin
  15. Preparatên kurkirinê

Preparatên tozî û bipîgment[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Pudrayên dêmûrûyê
  2. Algûne
  3. Soravk
  4. Cîlaya neynokê
  5. Preparatên kêlîç, bijangan

Preparatên porê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Preparatên dirûv û formê didin porê
  2. Preparatên porê sîs, nermijî û dûz dikin
  3. Şampuwan
  4. Boyaxên porê
  5. Preparatên rengê porê vedikin
  6. Preparatên porê diteyîsînin, diparêzin
  7. Preparatên porê xwedî dikin
  8. Lakeyên porê

Preparatên diran û devê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Preparatên xwerû bo xwedîkirin û parastina diranê
  2. Preparatên diranên çêkirî pakij dikin
  3. Herikbarênm avên bo hîjyena devê

Preparatên kozmetîk ên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Preparatên ling, deh (bêçiyên lingê) û paniyê
  2. Preparatên pitikan
  3. Preparatên serşokê
  4. Pudrayên laşê
  5. Depîlatuwar

Heger pîvan bandor û kêrhatin be[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Madeyên nihamgirtinê
  2. Madeyên bi keratînê
  3. Sebatrop
  4. Dermatropên sivik, îndîrekt
  5. Dermatropên dîrekt, rasterast tên bikaranîn

Madeyên xam ên kozmetîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bin sê koman de tên rêzkirin;

Madeyên bingehîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Rûnê riwekan
  2. Rûnê organîk
  3. Rûnê mîneral
  4. Vaks û ester
  5. Rûnê asîd
  6. Alkolên rûnê
  7. Polîglîkoleter
  8. Alkolên din
  9. Av
  10. Pudra

Madeyên alîkar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Emulgator û stabîlîzator[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Xwêyên alkalî yên asîdên rûnê (yên pirrmolekûlî)
  2. Xwêyên amonyum ên asîdên rûnê (yên pirr molekûlî)
  3. Esterê sulfîrîkasît, alkolê rûnê
  4. Polîoksîalkîleneter, esterê asîda rûnê
  5. Estera asîda rûnê ya polîoksîalkîlen û ji alkolên rûnê polîoksîalkîleneter
  6. Esterên fosforîkasîd

Hêmîkeran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Antîoksîdan
  2. Pakijker û ronker
  3. Madeyên bêhndar
  4. Boyax û pîgment

Madeyên kartêker[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Rûnê eterîk û ekstreyên riwekê
  2. Pîgmentên lewtan jê dibin
  3. Madeyên dûr dixînin, dûr digirin
  4. Sîlîkon
  5. Madeyên li dijî tîrêjên rojê diparêzin
  6. Asîdên rûnê yên pasîv (têrnebûyî)
  7. Vîtamîn

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kozmetik Preparatlar / Doç. Dr. Günsel Bayraktar Alpmen (bi zimanê romî ye)