Kroîsos
Keyê Lîdyayê (d) | |
---|---|
- | |
- |
Jidayikbûn |
Nêz. |
---|---|
Mirin | |
Navê rastî |
Κροῖσος |
Pîşe | |
Malbat |
Mermnadî (d) |
Bav | |
Xwişk û bira |
Ariênîs (en) |
Zarok | |
Xizm |
Kroîsos di sedsala 6em b.z. de keyê Lîdyayê bû. Piştî bavê xwe Aliatês dest bi desthilatdariyê kir.

Agahiyên derheqê wî gelek kêm in. Çavkanîyên herî girîng li ser wî Dîroka Hêrodotosê ye. Li wir ji bo key tê gotin ku "barbara yekem e ku hin yewnanîyan re têkiliyên baş kiriye". Dîsa pirtûkê da derbas dibe ku Kroîsos bacê Îyonyayîyan, Aîoliyan, Dorên Asyayê stand, Lakedaîmonê re têkiliyên bi hevaltî kiriye.[1]
Piştî mirina bavê wî Aliatêsê, Kroîsos bû key, piranî polîtîkayên dagirker kudirand. Ji Efesosê destpêkir, heta Perestgeha Artemîsê ya Efesosê hat. Bajarî ji bo ku ew xisarê nede bajar pê bendekî bajarê girêdan perestgehê, wek ku bajarê jî kirin perçekî perestgehê. [2]
Piştî Efesosê key êrîşê bajarên din Îyonyayê û Aîoliyan kir. Yek bi yek wan xist bin desthilatdariya xwe. Yewnaniyên Asyayê bi temamî ketin lê key dixwast ku dest biavêje giravan ji dest bi çêkirina keştiyan kir. Lê ev fikrekî ne baş bû, şêwirmendên wî pê hesandin. Ew jî fikra êrîşkirina giravan şemirand.[3]
Polîtîkaya li derveyê Anatolyayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kroîsos li nav Anatolyayê polîtîkayên dagirker meşand lê ji bilî Anatolyayê polîtîkayên nerm meşand. Ji Medan re aştî kir, Meta xwe ji bo zewacê da Împaratorê Medan. Ji Misir û Babîl re danûstandinan kir. Bi wê awayê keyanî gelek dewlemend bû. Ew dewlemendî rê vekir ku key sikêyên zêran çap kir. [4]
Kroîsos û Atîs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Du kurê Kroîsos hebû yekê kerr û lal bû, ya din kurekî her awayê serkeftî bû, navê wî Atîs bû. Key Atîsê zehf diheband. Key şevekî xewna xwe mirina kurê xwe dît, pê rimekî serî hêsin dihat kuştin. Key ji vê yekê gelek tirsa hemû rimên serî hesin berhev kir û xiste depoyan. Wî şiklê kurê xwe ji aqûbeta xewna diparast. Ji tirsa mirina kurê xwe kurê nedihişt biçe derekî.
Rojekî nêzîkê daweta Atîs zilamek hate Sardîsê. Zilam kujer bû, ji nezanîna xwe bibû kujer û xwe avêtibû bextê key Kroîsos. Zilam rewşa xwe ji key re qise kir, key vê yekê qebûl kir. Zilam mirzadeyê Frîgyayê kurê Key Gordiasê bû. Navê wî jî Adrastos bû.
Piştî daweta Atîsê hin gundiyên Misyayê hatin qesra Kroîsosê. Behsa berazekî dijwar kirin û ji keyê alîkariyê xwestin. Key Kroîsos alîkariya gundiyan qebûl kir, hin leşkeran bişanda Misyayê. Lê Atîs daxwaz kir ku ew jî biçûya nêçîra wê berazê. Bavê wî qebûl nekir. Atîs " Bavo xewna te li ser rimekî ser hêsin bû ne qiloçên berazê bû, ti xetereyek ji bo min nîn e" got. Bavê wî li dawiya qebûl kir û Atîsê şand nêçîra berazê Misyayê.
Kom ji bo nêçîrê xwe amade kir lê daxwazekê keyê hebû; divê Adrastos jî bihata û kurê wî Atîsê bêparasta. Adrastos jî vê daxwazê qebûl kir û koma nêçîrê derket rê. Gihîştin Misyayê û dest bi nêçîra berazê kirin. Nêçîrê da herkes rima xwe avêt dora Adrastosê bû ew jî rima xwe avêt lê rim ji berazê derbaz bû ket nav bedena Atîsê. Atîs bi xeletî pê rima parastvanê xwe hat kuştin.[5]
Hilweşandina Keyaniyê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keyanî di nav zengîniyê de winda bibû, lê li milê rojhelatê xetereyek mezin dibû. Împaratoriya Medan ji hêla Hexamenîşan hatibû hilweşandin. Kûruş bibû şahênşahê Împaratoriya Hexamenişê û çav berdabû axa Anatolyayê. Key Kroîsos neçar mabû bikeve şer an nekevî. Li gorî mîtolojiyê Kroîsos ji bo şêwirmendiyê çû perestgeha Delfîyê. Remilvanên perestgehê wisa bersiv dan: "Piştî vê şerê keyaniyekê mezin hilweşe ". Key Kroîsos fehm kir ku keyaniya Farsan pê destê wî bê hilweşandin. Biryar da ku keyaniya Lidyayê beşdarî şerê li hemberê Împaratoriya Hexamenişê bike.
Şer di demekê kurt de dest pê kir. Du hêz cara ewil di Şerê Pteria derketin hemberê hev. Ew şer bê encam ma her du hêz jî ser ne ketin. Zivistan jî dest pê dikir, Kroîsos hêzên xwe belav kir. Texmîn dikir ku Kûruş jî wisa bike, tu vegeriya paytextê. Lê Kûruş wisa nekir hêzên xwe da hev êrîş kir paytext Sardîsê. Kûruş Şerê Thimbra û piştî dorpêçkirina 14 rojan ket di nav bajarê. Li wir keyaniyê hilweşand, keyê êsîr. Kroîsos fêm kir ku keyaniya ku remilvan behs kiribû, Keyaniya Lidyayê bû.
Çavkaniyeke zelal ji bo mirina Key Kroîsos nîn e. Tê texmînkirin ku piştî hilweşandina Keyaniya Lidyayê, Kroîsos pê destê Kûruşê hat kuştin lê Hêrodotos tiştekî ji vê texmînê cudatir dibêje.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ 6 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ 26 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ 26-28 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ Mark, Joshua J. "Croesus". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 gulan 2025.
- ^ 34 - 45 / Klio Dîroka Hêrodotos