Kromozom

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Li derbarê zanyariyên genetîkî de tu cihêtî (ferq) di navbera kromatîn û kromozom nîn e. Kromatîna bi rîşalên zirav û dirêj, xwe li dor xwe dipêçe, bi vî awayê hê pirtir kin û qalindtir dibe. Ev şikla kromatîn wekî kromozom bi nav dibe. Kromozom dema dabeşbûna xaneyê, bi qonaxa mîtozî ya profazê şûn ve di bin mîkroskoba ronakiyê de baş xuya dibe. Xaneya prokaryotî, tenê kromozomek xelekî li xwe digire. Ev kromozoma xelekî bi rûyê navê(hundir) parzûna xaneyê ve girê dayî ye. Di pêkhateya kromozoma xelekî de proteînên hîston tune ye. Xaneyên eukaryotî ne yek, lê pirtir cotên kromozom li xwe digirin. Kromozomên eukryotiyan ji ADN û proteîna hîstonê pêk tên. Hejmara kromozom ji boy her cureya zindewer taybet e. Wekî mînak xaneyên laşên mirov 46 kromozom li xwe digirin. Di xaneyên laşê mêşhingiva mê de 32 kromozom heye.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)