Kurdên Azerbaycanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Azerbaycanê
Khraibul lî bajare Şûşa (Azerbaycan, 2021)
Gelhe tevahî
80.000 - 200.000[1]
Ziman
Kurdî, Azerî
Baweriya dînî
Îslam(Şiîtî), Êzdîti

Kurdên Azerbaycanê navê yek ji komên diyasporayên kurdên li Qefqasyayê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Dîroknas dibêjin ku hebûna kurdên li Azerbaycanê digihêje heta 9emîn sedsalê. Li gorî vê yekê eşîrên kurd ên koçer di sedsala 9em de xwe li herêma di nava Qerebax û Zengezur de bi cih kirine. Di wê demê de 600 malbatên kurd di bin pêşgirtina Mihemmed Sefî Siltan de ji împeratoriya îranî koçî xanişîna Qerebaxê dikin. Herwiha, komeke din a kurd di sala 1885'an de ji Împeratoriya Osmanî koçî heman herêmê kirine.[2] Îhtîmal e ku ev kom bi awayeke fireh li herêmê belaw bûne (bi taybetî li Laçîn, Kelbajar û Qûbadlî) û bi vî havî pirraniya kurdên ku îro li Azerbaycanê dijîn ji wan pêk tê.

Wek kurdên Xorasanê, kurdên Azerbaycanê jî misilmanên şiî ne.[3] Ji ber ola hevpar a di nava gelê azerî û kurdên Azerbaycanê de û ji ber hin perçeyên wekhev ên hunerê gelheya kurd a li Azerbaycanê zû rastî asîmîlasyonê bûn. Lewra pirraniya wan di dawiya sedsala 19. de asîmîle bûn. Îstatîkên ji sala 1886'an nîşan didin ku gelek kurdên li Cebrayil, Araş û Ciwanşêr (Javanshir) zimanê azeriyê weke zimanê yekemîn/zikmakî bikaranîne. Piştî yekemîn jimariya gelheyê ya sovyeta sala 1926'an, ji 37.200 kurdên Azerbaycanê tenê 3.100 (8%) bi kurdî axivîn.[4]

Ji sala 1920'an bi şûnde jimara kurdên Azerbaycanê dîsa kêmtir bû, ji ber ku beşeke mezin koçî Ermenistanê kirin û li wir gundên nû yên kurdan avakirin.[5] Di heman demê de kurdên Azerbaycanê li Laçînê (rojavayê Qerebaxê) bûbûn xwediyê herêmeke xwe û navê Kurdistana Sor lê dan. Bi rastî jî, gelheya Laçînê (digel bajarên wek Kelbajar, Qûbadlî, Karakuşlak, Koturli, Murad-Qanlî û Kurd Hecî) bi pirranî ji kurdan pêk dihat. Di sala 1930'an de Kurdistana Sor hat belawkirin û hevwelatiyên wê jî êdî wek azerî hatin hesibandin.[6][7]

Di salên 1930'î de pirraniya kurdên Azerbaycan û Ermenistanê hatin gelş kirin û li Qazaxistanê hatin bicihkirin. Herwiha, di sala 1944'an de jî kurdên Gurcistanê bûn qurbanên siyaseta tunekirinê ya Stalîn.[8] Piştî sala 1961'an bi rêveberiya Mehmet Babayev li Bakûyê hewldanên bo wergirtina mafên kurdên Azerbaycanê hatin kirin, lê ew bê encam man.[9]

Rewşa Kurdên Azerbaycanê îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jimarên fermî didin nîşan ku îro li Azerbaycanê 12.000 Kurd dijîn, lê li gorî çavkaniyên kurd ev reqam digihêje 200.000'an. Pirsgirêk ev e ku, dîroka kurdên Azerbaycanê bi tevahî ne diyar e. Meriv bi gelemperî kare bibêje ku jimarên fermî yên azerî û yên kurdan li hev nayên.[10] Wek mînak: li gorî jimariya fermî ya sala 1979'an li Azerbaycanê kurd nînin.[11]

Li hevnehatina çavkaniyên azerî û yên kurdî ji siyaseta azeriyan a li dijî kurdan pêk tê, ya ku pir dişibe siyaseta dewleta tirk. Lewra teknîkên vê siyasetê jî li ser bişavtin, manîpulasyona jimarên fermî, tune hesibandina kurdan û qedexekirina zimanê kurdî wek zimanê perwerdehiyê pêk tên.[11] Ewqas ku, rewşenbîrên kurd ên wek Şerefxanê Bedlîsî û Ehmedê Xanî - û heta xanedana Şedadî (Shaddadid) - wek azerî tên hesibandin.[11]

Kurd hê jî tên heramoyî kirin: gelek kurdên ku di nasnameya wan de kurdî wek zimanê zikmakî hatiye nivîsîn nikarin kar bibînin.[11]

Herweha serokê komlela Azerbaycan Heydar Eliyev got "Kürd xalqı mübariz və qəhrəman xalqdır" (bî kurdiya kurmancî: gelê Kurd gelekî têkoşer û gernas e)[12].

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0313274975, p.409
  2. ^ Дмитрий Пирбари. Курды – исконные обитатели Ближнего и Среднего Востока Girêdana arşîvê 2012-09-11 li ser Archive.today. Kurdishcenter.ru.
  3. ^ Расим Мусабеков. Становление независимого азербайджанского государства и этнические меньшинства Girêdana arşîvê 2012-03-02 li ser Wayback Machine. Sakharov Centre.
  4. ^ Н. Г. Волкова, Этнические процессы в Закавказье в XIX-XX вв., "Кавказский этнографический сборник", IV, М., 1969.
  5. ^ Encyclopedia of World Cultures, David Levinson, G.K. Hall & Co. (1991), p.225
  6. ^ The Kurds: A Contemporary Overview, Philip G. Kreyenbroek, Stefan Sperl, Routledge, (1992), ISBN 0415072654, p.201
  7. ^ Black Garden: Armenia and Azerbaijan Through Peace and War, Thomas De Waal, NYU Press, ISBN 0814719457, p.133
  8. ^ (ru) Партизаны на поводке.
  9. ^ (tr) Kurdistana Sor
  10. ^ An Ethnohistorical Dictionary of the Russian and Soviet Empires, James Stuart Olson, Lee Brigance Pappas, Nicholas Charles Pappas, Greenwood Publishing Group, (1994), ISBN 0313274975, p.409
  11. ^ a b c d The Kurds: A Contemporary Overview, Philip G. Kreyenbroek, Stefan Sperl, Routledge, ISBN 0415072654, (1992), p.204
  12. ^ http://diplomata-kurdi.com/wp-content/uploads/207_1.pdf Girêdana arşîvê 2013-06-02 li ser Wayback Machine (Li gorî rojnameya Kurdên komela Azerbaicanê, serok wezirê Haydar Aliyev, wesana vê rojname her hefte heye)