Kurdên Farsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Kurdên Farsê
Gelhe tevahî
?
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Fars ?
Bûşêhr ?
Kûgîluyî û Buwêr Ehmed ?
Ziman
Kurdî û farsî[1]
Baweriya dînî
Şiîtî, yarsan, bêbawerî

Kurdên Farsê yek ji komen kurdan dervewelat ên dîrokî ne.

Dîrok[biguherîne]

Serdema Navîn[biguherîne]

Hebûna gelê Kurd li herêma Farsê digîje dewra pêşiya Îslamê. Gorî Îbn Balxî pênc êlên Kurdên li vê herêmê di şêrên hember peresîna Îslamî de hatibûn qirkirin. Mînorsky qirkirina Kurdên a tevahî bêvac divîne û diyar dike ku Kurd heta serdema navîn yek ji hêmanên bingehî yên li herêma Farsê bûne.[2] Di sedsala 12'emîn de êlêke Kurdên bi navê Şabankara bakûrê Farsê dike bin bandora xwe du heta navendiya sedsala 14'emîn li vê herêmê hukim dikişîne. Paşê, di 1348an de, mîrgehe Şabankaran ji aliye Mizaferiyan ve têye zevt kirin. Ji vir şûnda Kurd rola xwe li vê herêma wenda dikin û bi giranî asîmîle dibin. Belê Şabankara şopa xwe di topografiya herêmê de hiştine. Herwiha îro jî li parêzgeha Bûşêhrê qezake (95 km bakûrê Bûşehrê) û taxeke bajarê Bûşehrê bi vî navê hene. Li bakûrê Şîrazê jî gundekî bi navê Şabankara heye, hinek zanyar bawer dikin ku ev gund paytexta mîrgeha şabankaran bûye. Xeynî vanan gundekî li qeza Meymandê li gundistana Fîrûzabadê jî bi vî navê heye.

Dema Zendiyan û Qeceran[biguherîne]

Beriya ku pêvajoya koçberiya kurdan a duyem di dema Zendiyan de dest pê dike, şahên Sefewî çend malbatên canbegî ji herêma Wirmê akinciye farsê dikin (bb.Kelûn Abdû). Êla Amerlû ya ku ji Kurdistanê mişextê farsê tê kirin, piştî çend salan ji wir tê bi Gîlanê bicîh dibe. Gava ku Kerîm Xanê Zend dibe hukumdare îranê, Şîrazê dike paytexta xwe û gelekî eşîrên kurdan (lek) û luran ji bo pişgirtiye bi xwe re dibe li farsê bicîh dike. Vana şaxen êlên/eşîrên bextiyarî, bayrawenî, zengene, zend, kûranî, comûr, bacelanî hwd. bûne. Ew di dema zendiyan de roleke mezin dilîzin. Piştê hilweşandina dewleta zendî hinek ji wan dixwazin dewlata zendiyan dîsa avabikin, belê li hember qeceran ve serfiraz nabin. Hinekên wan dizivirin Kurdistanê, yên din an li farsê dimînin, an jî ji aliyê qeceran ve têne koçberkirinê xorasanê. Ên ku li farsê dimînin bi pirranî di nava êla Qaşqayî de wenda/asîmîle dibin.[3]

Êl û eşîr[biguherîne]

Her çiqas gelek êl û eşîrên esilkurd li herêmê hebîn jî[4], niha tenê du êlên kurdan ên Kurdşûlî û Zengene li farsê dijîn.[5]. Gorî Oberlieng eşîrên kurd ên Vanda, Lek, Çeginî, Ûriyad ên ku bi Kerim Xanê Zend re hatibûn farsê, vê demê di nava êla qaşqayî de dijîn. Heta tê zanîn ku torinên (begzade) qaşqayiyan ên bi navê Amele bi esle xwe kurdên Feylî ne.[6] Mardux Kurdistanî di listeya xwe ya êl û eşîrên kurdan de qasê 30 eşîrên biçûk ên kurdan li farsê binavdike[7].

  1. Ajkanî
  2. Mahalî
  3. Maxanî
  4. Mobarakî
  5. Mihamedbaşar
  6. Modather
  7. Matlabî
  8. Mehrakî
  9. Feratî
  10. Kajtî
  11. Kermanî
  12. Sabayî
  13. Safarî
  14. Sîrî
  15. Şahkanî an Şakanî
  16. Şahîyarî
  17. Şahrakî
  18. Şahwarî
  19. Ramanî
  20. Zayîdî
  21. Salanî
  22. Salmûnî
  23. Xosrewî
  24. Tamadanî
  25. Celîlî
  26. Berazdoxtî
  27. Bandekanî
  28. Alak
  29. Aşaqî
  30. Iştemharî
  31. Bakilî

Çavkanî[biguherîne]

  1. Dialects of Fars, Iranica
  2. Minorsky, V.. "KURD", Enzyklopädie des Islam.
  3. Kurden in Fars
  4. Lasani, Iranica
  5. Herwiha îzady eşîra kakeyî (kakawenî?) jî li vê herêmê binavdike, bnr. Izady, M.. The Kurds. Washington 1992, r. 72
  6. Fars: Ethnography, Iranica
  7. Kurdistanî, Merdux. Kurd û Kurdistan, cild II. Tehran 1972, r. 70-117 (farsî)