Kurdên Fransayê
Gelhe tevahî | |
---|---|
300.000[1] | |
Ziman | |
Kurdî, fransî | |
Baweriya dînî | |
Êzîdî, elewî, îslam, xiristiyan, bêbawerî |
Kurdên Fransayê yek ji komên diyasporaya kurdan e, ku bi giranî ji salên 1980î û vir ve hatiye damezirandin. Hejmara wan nêzî 300.000 kes tê hesibandin, ku piştî diyasporaya kurdên Almanyayê di rêza duyemîn de ye.[2]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Civaka kurdên Fransayê xwedî dîrokeke taybet e, ku bi koçberî, întegrasyona çandî û kêşeyên siyasî ve girêdayî ye. Yekemîn pêlên mezin ên koçberiya kurdan ber bi Fransayê ve di salên 1960î û 1970î de, bi giranî ji bakur, başûr û rojhilata Kurdistanê dest pê kir. Ev koçberî ji ber aloziyên siyasî, zehmetiyên aborî û zextên li dijî kurdan derketine holê. Li Fransayê kurd li ewlehî û şert û mercên jiyanê geriyan.
Di salên 1980î de, dîasporaya kurd li Fransayê her ku çû zêde bû, bi taybetî ji ber penaberên ku ji şerê di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de reviyane. Bi vî rengî paytexta fransî Parîs ji bo siyaset û çanda kurdan a sirgûniyê bû navendeke girîng. Di sala 1983an de Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hate damezrandin, ku ji bo danasîna ziman, çand û dîroka kurdan xebatên girîng dimeşîne. Di bin rêvebiriya Kendal Nezan de, Enstîtuya Kurdî ji 30 sal zêdetir e diyaloga di navbera cîhana kurd û komara Fransayê de pêş dixe.[3]
Demografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdên Fransayê li gelek herêm û bajarên fransî dijîn, lê bi gelemperî di Île de France (Paris), Alsace (Strazbourg), Gironde (Bordeaux), Provence-Alpes-Côte-d'Azur (Marseyl) de dijîn. Kom û komeleyên kurdên Fransayê jî gelek pir û girîng in. Ji ber ku li Fransayê statîstîkên fermî yên li ser etnîsîteyê nayên berhevkirin, destnîşankirina hejmara rast a kurdên li Fransayê dijîn zehmet e. Lê tê texmînkirin ku li Fransayê derdora 300 hezar kurd dijîn ku piraniya wan ji Tirkiyeyê ne.[4]
Civaka fransî bi gelek awayan piştgirî daye civaka kurd, bi taybetî bi dayîna penaberiyê û bipêşxistina projeyên çandî. Lê dîsa jî, bi taybetî di warê întegrasyon û naskirina nasnameya kurdî de, kêşe hene. Ji ber vê yekê civaka kurd li Fransayê li ser armancên xwe yên çandî û siyasî, hem li hundirê Fransa û hem jî li qada navneteweyî, berxwedana xwe berdewam dike.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navendên çand û hunera kurd ên wek Enstîtûya Kurdî ya Parîsê, Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û Association Franco-Kurde pour l'Ouverture Culturelle (AFKOC) gelek berçav in. Li Marsîlyayê mizgefteke kurdan a bi navê Mizgefta Feqiyê Teyran jî heye. Civaka Kurd li Fransayê bi awayekî aktîf tevlî xebatên çandî û siyasî dibe. Her sal ji bo parastina mîrata çandî û gihandina wê ji nifşên ciwan re, çalakiyên weke Newroz û festîvalên hunerî û siyasî têne pîrozkirin. Her wiha gelek komele û rêxistinên kurdan hene, ku hem li Fransa û hem jî li welatên wan ên jêderk ji bo mafên kurdan kampanyayên girîng didin meşandin.
Çend kesayetên kurd ên girîng, ku hem di warê çandî û hem jî di warê siyasî de roleke girîng lîstine, li Parîsê hatine veşartin. Goristana Père Lachaise gorên muzîkvanê kurd ê navdar Ahmet Kaya û derhênerê navdar ê kurd-zaza Yılmaz Güney hene. Stranbêj û bestekarê bi bandor Ahmet Kaya di sala 1999an de ji ber dijminatî û tehdîdan ji Tirkiyeyê derket û di sala 2000an de li Parîsê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Yılmaz Güney ku bi fîlmên xwe yên xelatgir tê naskirin, neçar ma ku sirgûnê bike û cihê xwe yê dawî li Parîsê dît.[5] Van kesayetan ji bo ku li welatên xwe ji çewsandin û qedexeyên siyasî birevin, Parîs wekî cihê sirgûnê hilbijartibûn. Goristana wan a li Parîsê bajêr wekî penagehek ji bo rewşenbîr û hunermendan destnîşan dike, yên ku di welatên xwe de azadiyê nedîtin.
Siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Civaka Kurd li Fransa tevî pabendbûna wan, bi kêşe û aloziyên siyasî yên li welatên jêderê re rû bi rû dimîne. Aloziyên siyasî yên li welatên xwe gelek caran bandorê li diyasporayê dike û carinan dibe sedema aloziyên navxweyî jî. Herwiha di dema borî de bûyerên diltezîn jî hebûn, wek kuştina sê çalakvanên kurd li Parîsê di sala 2013an de, ku heta niha bi temamî nehatine çareserkirin.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://commons.wikimedia.org/wiki/File:CH_-_Les_langues_principales_les_plus_fréquentes_de_la_population_résidente_permanente_âgée_de_15_ans_ou_plus,_2015.pdf
- ^ "Une diaspora kurde importante en France". Solidaires (bi fransizî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
- ^ deutschlandfunk.de (19 tebax 2016). "Frankreich - Über die Entwicklung der kurdischen Gesellschaft". Deutschlandfunk (bi almanî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
- ^ Longin, Christine (28 kanûna pêşîn 2022). "Rassistische Attacke in Frankreich: Zwei Lesarten eines Angriffs". Die Tageszeitung: taz (bi almanî). ISSN 0931-9085. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Faschistischer Anschlag auf Kurd:innen in Paris". www.klassegegenklasse.org (bi almanî). Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Frankreich beschönigt Ermordung kurdischer Nationalisten am 23. Dezember in Paris". World Socialist Web Site (bi almanî). 2 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 25 kanûna paşîn 2025.