Kurdên Swîsreyê
Gelhe tevahî | |
---|---|
150.000[1] | |
Ziman | |
Kurdî, almanî, fransî, îtalyanî | |
Baweriya dînî | |
Êzîdî, elewî, îslam, xiristiyan, bêbawerî |
Kurdên Swîsre yek ji komên diyasporaya kurdan e, ku bi giranî ji salên 1980î û vir ve hatiye damezirandin.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cara ewil kurd di salên 1960î de weke xebatkarên koçber ji Tirkiyê koçî Swîsre dikin û bi giranî di branşên sanayî, gastronimî û tekstîl de dixebitin. Di dawiya salên 1960î de bi hatina gelek xebatkarên ji Tirkiye jimarek kurd hatin Swîsreyê, lê piraniya kurd ji salên 1980î û vir ve ji başûr, bakur, rojhilat û rojavaya Kurdistanê wek penaberên siyasî hatin.
Demografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piranîya kurdên Swîsre bi taybetî li kantonên almanîaxêv ên wek Zurîx, Aargau, Basel-Stadt û Bernê xwe bi cih kirin. Di sala 2012an de rayedarên swîsrî texmîn kirin ku nêzîkî 110,000[2] û di sala 2015an de jî dora 150.000 kurdîaxêv li Swîsreyê dijîn.[3] Navenda wê herêma derdora Baselê ye, ku di sala 2010an de tê texmînkirin ku 100.000 kurd lê dijîn.[4] Pêkvejiyana gelê kurd bi çalakiyên curbicur ên civakî û çandî, bi giranî li ser parastina nasname û çanda kurdî, tê pêşxistin.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Civaka kurd ji bo parastina çanda xwe û nûnertiya berjewendiyên xwe gelek rêxistin ava kirine. Weke mînak DEM-KURD di warê çanda kurdî de îmkanên perwerdeyê dide û çalakiyên wek pêşangehên hunerî, şano û semîneran li dar dixe. Wekî din, Swiss Kurdish Alliance ji sala 1991ê ve pabendî nûavakirina deverên Kurdî ye û bi projeyên sponseriyê piştgiriya zarokên sêwî û nîv sêwî dike.[5]
Di warê hunerî de Mano Xelîl und Yusuf Yeşilöz du fîlmçêker û nivîskarên kurd-swîsrî yên girîng in, ku bi xebatên xwe cihêrengiya çandî û serpêhatiyên koçberên li Swîsreyê ronî dikin.[6]
Siyaset
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdên Swîsreyê di warê siyasî de jî çalak in. Li Basel-Stadt ji Partiya Sosyal Demokrat (SP) Mustafa Atici û Edibe Gölgeli, ji partiya Basta! Sibel Arslan ji bo Encûmena Niştimanî hatein hilbijartin. Wekî din, Bülent Pekerman ji sibata 2023an vir ve serokê Konseya Mezin a Basel-Stadt e,[7] û Hasim Sancar endamê Meclîsa Mezin a kantona Bernê ye.[8] Di sala 2022an de li Bernê biryar hat girtin, ku di pêşerojê de agahiyên şaredariyê bi kurdî jî bên dayîn, da ku întegrasyonê hêsantir bike û civaka kurd bigihêje agahiyên girîng.[9]
Civaka kurd a li Swîsreyê bi mijarên navneteweyî ve jî girêdayî ye. Bo nimûne, xebatên alîkariyê ji bo bajarê Kobanê, ku ji aliyê Dewleta Islamî ve hatibû dorpêçkirin, hatin organîzekirin, ku tê de li gelek bajaran cil û bergên zivistanê û konteynerên xaniyan ji penaberan re hatin peydakirin.[10]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://commons.wikimedia.org/wiki/File:CH_-_Les_langues_principales_les_plus_fréquentes_de_la_population_résidente_permanente_âgée_de_15_ans_ou_plus,_2015.pdf
- ^ "Population résidante permanente de 15 ans et plus, ayant comme langue principale: kurde, en 2012" (PDF). Bundesamt für Statistik.
- ^ "Les langues principales les plus fréquentes de la population résidente permanente âgée de 15 ans ou plus, 2015" (PDF). Bundesamt für Statistik.
- ^ "Diaspora und Migrantengemeinschaften aus der Türkei in der Schweiz" (PDF). Bundesamt für Migration, Schweizer Eidgenossenschaft. Ji orîjînalê (PDF) di 28 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Gründung und Entwicklung". Swiss-kurdish-alliance.ch.
- ^ "Yusuf Yeşilöz - Limmat Verlag". www.limmatverlag.ch. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Grosser Rat des Kantons Basel-Stadt: Mitglieder A-Z". grosserrat.bs.ch.
- ^ "Grüner Grossrat Hasim Sancar tritt ab". swissinfo.ch.
- ^ Regional, Keystone-SDA (27 çiriya pêşîn 2022). "Infos in Bern künftig auch auf Kurdisch | Nau.ch". Nau (bi almaniya bilind a swîsrî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2025.
- ^ "«Der Kampf um Kobane ist für mich eine Herzensangelegenheit»". TagesWoche (bi almaniya bilind a swîsrî). 10 kanûna pêşîn 2014. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2025.