Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji (pirtûk)
Xuyakirin
(Ji Kurdish Reader hat beralîkirin)
Kurdish Reader: Modern Literature and Oral Texts in Kurmanji (anku Kitêba xwandina kurdî: Edebiyata nûjen û tekstên devkî di kurmancî de) kitêba xwandina kurmancî ya Xana Omerxalî ye, ku bi taybetî li zimanê kurdên Ermenistanê disekine. Kitêba ku bi inglîzî ye, ji du beşan pêk tê: Edebiyata nûjen di kurmancî de û Nivîsên devkî di kurmancî de. Ji bilî tekstên edebî, ferhengokeke kurdî-inglîzî-kurdî, rêzimana kurmancî û wergera tekstên kurmancî bo inglîzî jî hene. Di kitêbê de beşeke berfireh bi çavkaniyan heye.
Kitêba Omerxalî ji 282 rûpelan tê pê û di sala 2011an de ji nav çapên weşanên Harrassowitz ve hate der.[1]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |