Kurdên Urdunê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurdên Urdunê
Gelhe tevahî
4.600[1] - 30.000[2]
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne
Ziman
Kurdî (kurmancî û soranî), erebî
Baweriya dînî
Îslam
Sûnî, Elewî

Kurdên Urdunê yek ji gelên kêmjimarî yên li Urdunê ne. Hejmara kurdan li Urdunê li dora 40 [1] hezarî ye û paşnavê piraniya wan "kurdî ye" û yên hinekan li gorî navê eşîrên wan e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mirov dikare şopa hebûna kurdan li Levantê hetanî sedsala 12'mîn bikişîne. Gava ku xanedana Eyûbiyan hember Xaçperestan şerdikin, gelekî şervanên kurd jî di nava artêşên wan de hene. Hinek ji wan şervanan li vê herêmê dimînin, ziman û çanda Ereban de asîmîle dibin. Belaviya navên kurdî di topografiyê de Wadî el-Ekrad (newala kurdan) îspata hebûneke kevn a kurdan li vê herêmê ye.[3]

Belê pêşiyên kurdên ku îroyî li Urdunê dijîn ne ev in. Kal û pîrên wan mamûr û leşkerên osmaniyan bûne û piştê wezîfe bi malbatê xwe ve li Urdunê dimînîn. Niha pirraniya wan li paytexta vê dûgelê, li Ammanê dijîn, û tê zanîn ku cîvakî gelekî rind entegre yê cîvaka urdunî bûne. Di aliyê ziman de piraniya wan asîmîle bûne, kêm kes dikarin bi kurdî biaxivin.[4]. Belê çalakiyên çandî ji 1960an vir de hene, çanda kurdî di nava malbatan de têye parastin.[5] Piştî şerê Îraqê yê yekem jî gelekî kurd ji Başûrê Kurdistanê penaberê Urdûnê bûne.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Joshuaprojekt: Kurds of Jordan
  2. ^ Fanack.com: Ethnic and religious groups in Jordan[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Kurdish Globe: The Kurds from Jordan Girêdana arşîvê 2012-09-05 li ser Archive.today, 21.04.2012
  4. ^ Mahmoud A. Al-Khatib and Mohammed N. Al-Ali: Language and Cultural Shift Among the Kurds of Jordan
  5. ^ Es-Siwereki el-Kurdi, Muhammed Ali. Ürdün Kürtleri, Avesta, 2007
  6. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 12 îlon 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 gulan 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)