Here naverokê

Kurhesinî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eşîra Kurhesinî
Agahiyên gelemperî
ZimanKurmancî û Azerî
Herêmên dîrokîDilmaqan
BelavbûnDilmaqan
Wan
Wirmê
Xoy
Bawerî
DînMisilman (sûnî (şafiî))

Kurhesinî[1] eşîreke kurdîaxiv ê Kurdistanê ye ku li rojhilat û li bakurê Kurdistanê belav bûne. Kurhesinî bi esle xwe acem/azerî ne û heta sedsala 19an tenê bi zimanê azerî axivîne[2]. Ji ber sedema ku ev eşîr sûnî ye û eşîrên azerî yên din hemî şiî ne, ev eşîr paşê xwe bi ser eşîrên kurdan ve digire. Di despêka sedsala 20an de kurhesinî kurdize dibin û di dema serhildana Simko li gel Simko beşdarê serhildana Simko bûne.[3] Kurhesinî niha bi kurmancî diaxivin û gelek ji wan xwe wekê kurd dibînin.

Nifuseke girîng ê kurhesiniyan koçberê parêzgeha Wanê bûne ku niha li bajarê Wanê û li deverên navçeya Mehmûdî, Qelqelî, Welîcanî yê belav bûne. Ev şax bi kurdî û azerî diaxivin. Li Wanê kurhesinî cîhcîh wek hemwateyî bi etnonîm azerî jî tê bikar anîn. Li rojavayê Xoyê, ji Razî, Qetûrê heta li ser sinorê di navbera Tirkiye û Îranê (rojhilat û bakurê Kurdistanê) de jî hene.

  1. http://www.saradistribution.com/malbat.htm
  2. Kurdica: Kuresuni, ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 3 nîsan 2012
  3. Iranica: Kora-Sonni