Kutilka îsotê

Kutilka îsotê, dolmeha îsotê ji cureyên kutilkan (dolmehan) e û di pêjgeha kurd de cihê wê girîng e. Ji îsotê hêşîn û glover ên kutilkan tên çêkirin.
Gelek cureyên wê hene. Helbet hemî jî ji îsotê ne lê li ser daxwazê, berkelî (melzeme) dikare bê guhertin. Li tevahiya herêmên Kurdistanê tê xwarin.
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kutilka îsotê ya bi zeytê
- Kutilka îsotê ya bi mergeyê (ava bacanê sor)
- Kutilka îsotê ya bi rizê (birinc)
- Kutilka îsotê ya Gurgumê (bi savar an rizê, bêî goşt an kêm goşt)
- Kutilka îsotê ya Serhedê (goşt, biharat û riz an savar)
Dolmeha îsotê ya Serhedê, berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- 1 kg îsota glover a dolmehê
- 8 serî pîvaz
- 2 stekan (qedeh) riz (birinc)
- 1 kevçî merge
- 1 stekan rûnê zeytê
- 1 lîmon
- 1 kevçî fistiqên çaman
- 1 kevçî mewij
- Îsota sor
- Îsota reş
- Xwê
- Reşke (kemyon)
- Li ser daxwazê biharbêhnên din, bo mînak pûjan
Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Pîvazê ziravane hûr bikin. Têxin quşxaneyê û heya zerayî pê ket biqijilînin.
- Rûnê zeytê û rizê tevlî bikin, 1-2 deqe biqelînin.
- Bexdenûs, hêlizê hûr bikin, bi tevî xwê, hinekê şekir (ne mecbûrî ye), îsota sor û reş, reşkeyê (kemyon) tevlî bikin. Fringiyên hûrkirî û mergeyê hinekê biqijilînin û wê jî berdinê.
- Dendikên îsotan derînin, ew têkela we amadekiribû bînin û bi wan dolmehên xwe dagirin.
- Kutilkên xwe di quşxaneyê de rêz bikin, 2 stekan avê berdin serê, di agirê nizm (kêmagir) de bikelînin.
- Dema keliyan ava bi lîmonê berdin serê.
Bînin ser destexaneyê (sifreyê) û êdî dikare bê servîskirin.