Here naverokê

Lînçkirin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lînçkirin li DYAê li dijî mirovên reş (1920)

Lînçkirin kuştinekê bêdadwerî ji aliyê komekê ye. Ev pir caran ji bo destnîşankirina îdamên nefermî yên giştî ji aliyê komekê ve tê bikaranîn da ku sûcdarekî gumanbar an mehkûmkirî ceza bike an jî yên din bitirsîne. Ev dikare be formekê nefermî û tund a kontrola civakê ji aliyê komekê, û ev pir caran bi pêşandanekê giştî (pir caran bi şiklê daliqandê) ji bo tirskirina hêrî zêde tê kirin.[1] Nimûneyên lînçkirin û tundûtûjiya komê ya bi vî rengî di hemî civakan de têne dîtin.[2][3][4]

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku peyva “lînçkirin” (bi inglîzî: lynching) bi îhtîmalekê mezin li vir derketiye, ev pratîk bi dadmendî parêzvaniyê ya li ser sinor û êrîşên komî yên li ser kêm neteweyên Amerîkayê, bi mînak li ser afroamerîkiyan ku bi sûcan hatine tawanbarkirin û bi vî awayî hatiye girêdan. Ev yek serdema piştî nûavakirina DYAê de, nemaze di dema herî xirab di têkiliyên di nav nîjadên Amerîkayê de, li başûrê welêt pir caran pêk dihatiye.[5] Tê texmînkirin ku mirovên reş li Dewletên Yekbûyî qurbaniyên sereke yên lînçkirinê ne (nêzikî %72ê ji tevahî).[6]

  1. ^ Wood, Amy Louise (2009). Rough Justice: Lynching and American Society, 1874–1947. North Carolina University Press. ISBN 9780807878118. OCLC 701719807.
  2. ^ Berg, Manfred; Wendt, Simon (2011). Globalizing Lynching History: Vigilantism and Extralegal Punishment from an International Perspective. Palgrave Macmillan. ISBN 978-0-230-11588-0.
  3. ^ Huggins, Martha Knisely (1991). Vigilantism and the state in modern Latin America : essays on extralegal violence. New York: Praeger. ISBN 0275934764. OCLC 22984858.
  4. ^ Thurston, Robert W. (2011). Lynching : American mob murder in global perspective. Burlington, VT: Ashgate. ISBN 9781409409083. OCLC 657223792.
  5. ^ Hill, Karlos K. (28 sibat 2016). "21st Century Lynchings?". Cambridge Blog. Cambridge University Press. Roja gihiştinê 3 tîrmeh 2020.
  6. ^ "History of Lynching in America". NAACP. Roja gihiştinê 21 îlon 2025.