Lîpîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çewrî an jî lîpîd ji bo hemû cor rûnên xane û şaneyan tê bikaranîn. Şima, fosfolîpîd[1], glîkolîpîd, asîdên rûnê, hin corên vîtamîn (A, D, E û K)[1] , karetenoîd, steroîd[1], kolesterol[1], bez û rûn hemû di koma lîpîdan de tên bi navkirin. Lîpîd molekula dijav e (hîdrofobî).

Terma lîpîd ji zimanê yewnanî ji peyva lipos, bi wateya "rûn", çêbûye.

Rûn, fosfolîpîd, steroîd û kolesterol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûn (trîglîserîd)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Glîserol
Trîglîserîd(Rûn) ji glîserol û sê asîdên rûnê pêk tê

Rûn makromolekul in lê ne polîmer in. Pêkhateya molekula rûnê ji du cor molekûlan, ji glîserol (glîserîn) û asîdên rûne pêk te. Glîserol alkola sêkarbonî ye, li ser her karbonê koma hîdroksîlê heye.

Hejmara karbonên di nav asîdên rûnê dibe ko ji 4 heta 38 an be. Lê asîdên rûnê bi gelemperî ji zincîra 12- karbonan pêk tê[2].

Molekula rûnê ji çar beşan pêk tê. Yek glîserol û sê heb asîdên rûnê molekulek rûnê pêk tîne[2]. Rûn bi dehîdrasyonê çêdibin. Navbera glîserol û asîden rûnê de bendên esterê ava dibe.

Nîvişk, bezê goşt donê gulberojê, donê zeytê hwd, hemû rûn in, lê molekulên wan ne wekhev in. Pêkhateya hemû rûnan da glîserol yek cor e. Lê gelek texlîdên asîdên rûne hene, loma sedema corebûna rûn ne ji ber glîserolê, lê ji ber cora asîda rûnê ye. Ne tenê hejmara karbonan, lê hejmara bendên di navbera karbonên asîdê jî cora asîda rûnê diyar dike.

Asîda rûnê ya têrbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger di navbera hemû karbonên asîda rûnê de yek bendên kîmyayî hebe, ev asîda rûnê ya yekbendî wekî asîda rûnê têrbûyî tên binavkirin[2].

Asîda palmîtoleî,asîda rûnê ya terbûyî ye

Asîda rûnê ya netêrbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Asîda oleî yek ji asîdên rûnê ya netêrbûyî ye

Hin asîdên rûnê di navbera hin karbonên xwe de cotbendên kîmyayî lixwe digirin, ev asîdan wekî asîdên rûnê yên netêrbûyî bi nav dibin[2].

Hejmara cotbendên asîdên rûnê di pêkhateya hemû asîdê rûnan da ne yeksan e. Dibe ko di asîda rûnê de yek cotbend, di yeka din da pirtir(herî zêde heşt) cotbend hebe. Asîdîn rûnê yên ko yek cot bend dihundirîne wekî asîdên rûnê yên yekîtêrnebûyî ,ên pirtir cotbend dihundirînin jî wekî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî tên navkirin.

Asîdên rûnê yên bingehîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaneyên mirov ji xeynî du asîd, dikare heman asîdên rûnê ji molekulên xurekê çêbike, lê du ji wan asîdên rûnê di laşê mirov de çênabe, divê van asîdan raste rast wekîxurek bên girtin. Asîdên rûnê yên ko tenê bi xurek tên girtin û di xaneyan da çênabin, loma wekî asîdên rûnê yên bingehîn bi nav dibin.

Asîdên rûnê yên bi navê asîda linoleî (asîda rûnê ya omega-6) û asîda alfa-linoleî (asîda rûnê ya omega-3) asîdên rûnê yên bingehîn in. Van herdu asîd jî asîdên rûnê yên çendeyîternebûyî ne.

Ji boy berdewamiya kar û barên asayî yên xane û şaneyan, pêdivî bi asîdên rûnê yên bingehîn heye. Rûnên bingehîn wekî beşekî fosfolîpîdan, di pêkhateya parzûna xaneyê de cih digrin. Her wisa bi taybetî parzûna xaneyên çav û mêjî bi asîdên bingehîn dewlemend in.

Goştê masî û rûnên riwekan ji boy asîdên bingehîn çavkaniyên herî baş in. Dendikê kûndir, dendikê gûlberojê, û gûz bi asîdên rûnê yên bingehîn dewlemend in.

Li gor asîdên rûnê du corên rûn (trîglîserîd) heye. Ko di pêkhateya rûn de asîdên rûn, ên asîdên têrbûyî be ev rûn wekî rûnê têrbûyî bi nav dibe, na eger ko pêkhateya rûn da asîdên netêrbûyî hebe, vê gavê ev rûn wekî rûnê netêrbûyî tê binavkirin.

Rûnê têrbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nîvişk, rûnê têrbûyî ye.

Bez, rûnê nivişk û margarîn rûnê têrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê bi têra xwe bi hîdojenan ve girêdayî ne. Êdî tu derfet tuneye ko hîdrojenên nû bi karbonên asîdên rûnê ve bi bendên kîmyayî bên girêdanê. Ango asîdên rûnê ji hîdrojenê têr bûne.

Bi gelemperî rûnên têrbûyî di xane û şaneyên ajalan de tê çêkirin. Van rûnan di germahiya odeyê de( 20-25°C) req in[3]. Ango asta xala helîna rûnên têrbûyî li gor rûnên netêrbûyî zêde ye.

Rûnê netêrbûyî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rûnên netêrbûyî wekî don tê binavkirin.

Bi gelemperî rûnê riwekan û ên masiyan rûnên netêrbûyî ne. Hemû karbonên asîdên rûnê hîn bi têra xwe bi hîdojenan ve negirêdayî ne. Rûnên netêrbûyî di germahiya odeyê de( 20-25°C) avî (şilemenî) ne[3]. Asta xala helîna rûnên netêrbûyî li gor rûnên têrbûyî kêm e. Rûnên netêrbûyî wekî don tê binavkirin. Wekî mînak; donê zeytûn, donê guleberojê.

Margarîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Margarîn ne rûnekî xwezayî ye. Rûne neterbûyî yên riwekan bi hîdrojenê tên têrkirin û bi vî awayê margarîn çêdibe.

Fosfolîpîd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fosfolîpîd

Beşa sereke ya parzûna xane û endamokan e[3]. Bi gelemperî molekula fosfolîpîdê ligel glîserolê ji du asîda rûne û ji koma fosfatê pêk tê[4]. Di be ko koma fosfatê bi alkolek nîtrojenî girêdayî be.(alkola ethanolamîn, alkola kolin, hwd).

Steroîd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Steroîd di xane û şaneyên karok, riwek û ajalan da tê çêkirin. Steroîd ji celeba çewrî ye. Steroîd dijav in û di nav avê de nabihujin. Bi binyatî streroîd naşibê çewriyan. Ji ber ko steroîd ne ji asîdên rûne û glîserolê, lê ji çar xelekê bi hev ve zeliqî pêk tê[4]. Vîtamîna D, hormona aldesteronê, testosteron, hormona êstrocen ,hormona kortîzolê, hormona procesteronê û zerav hemû steroîd in[4].

Piraniya kolesterolê di kezeba mirovan da çêdibe, lê hemû xaneyên ajalan dikare kolesrerolê çêbike[4]. Di pekhateya parzûna xaneyên ajalan de, li gel fosfolîpîdan, kolesterol jî cih digire[3]. Her wisa kolesterol pêşengiya hemû steroîdan dike. Herikbariya parzûna xaneyê ji ber kolesterolê ye. Kolesterol parzûnê bi hevre digre û zexm dike.%20 ê lîpîdên parzûne ji kolesterolê pêk tê

Erk û kêrhatiyên çewriyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xurekên zêde wekî çewrî tên embar kirin. Dema pêdiviya xaneyê bi enerjiya ATP çêbe, pêşîn karbohîdrad, paşê çewriyên enbarkirî wekî çavkaniya enerji ya demdirêjî tên bi kar anîn. Enerjî herî zêde ji çewrî tê bi destxistin[3]. Enerjiya ji gramek çewrî derdikeve, ji ya gramek karbohîdratan du caran zêdetir e.
  • Hema %40ê parzûna xaneyê ji fosfolîpîdan pêk te. Fosfilîpîd delînbariya parzûna xaneyê rêk dixe.
  • Çewrî ji boy hin vîtamînan erka embariyê dike. Ji ber ko vîtamînên A,D,E û K di nav çewrî de dibihuje, ev vîtamînan bi hêsanî derbasê nav xane û şaneyan dibe û tê embarkirin.
  • Hin tewereyên damarexane (xaneyên damarî) bi kalana maylînî hatiye pêçandî, maylîn gellek lîpîd lixwe digire û elektirîka li ser tewêreyê îzole dike.
  • Çewrî (bez) li bin çermê ajalan de tov dibe û rê nade ko serma tê de derbas be, ajalên wek hirç û balinayên okyanusê, bi saya çîna stûr a bezên binçerm, xwe ji serma û seqema zivistanê diparêzin.
  • Hormonên ko ji lîpîd çêbûyî ne, birêvebirina metabolîzmaya xaneyê de kar dikin.
  • Bez wekî mîna balîfek, endamên laşê dorpêç dike û li hember darbeyên ji havirdorê, re nade ko derb li endaman bikeve. Endamên wekî rûvî û gurçik wisa tên parastin.
  • Mirov ne tenê ji boy enerjiya rûnê, lê ji boy tahma rûnê jî di nav xwarinan de çewrî bi kar tîne. Goşt, savar, birinc, maqarne û hwd. bê rûn bêtahm in.
  • Şima corek çewrî ye. Mêşhingiv hêk berdidin çavikên şimayê û çêjikên xwe tê da xwedî dikin. Her wisa hingiv jî di nav çavikên şimayê de tê berhevkirin.
  • Balindeyên avê, wekî qaklîbaz û werdek ji rijênên rûnê yên binçerm, rûn derdin û pûrtên xwe bi vî rûnê, rûn dikin, bi vê awayê di nav avê de zuha dimînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  2. ^ a b c d OpenStax Biology. 2013. [1]
  3. ^ a b c d e Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  4. ^ a b c d OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]