Lîsteya zanîngeh û xwendegehên bilind li Swêdê
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2024) |
Eve lîsteya zanîngehên Swêdê li gorî Qanûna Xwendina Bilind a Swêdê ya sala 1993an. Ev qanûn cara dawî di meha kanûna paşîn a 2006an de hate guherandin. Piraniya xwendegehên bilind li Swêdê dewletî ne.
Sîstema xwendina bilind a Swêdê, ji universitet ("zanîngeh") û högskola ("xwendegehên bilind") pêk tê. Högskola du astên zanîngehê pêşkêş dikin: asta bingehîn (grundnivå) ji bo mezûnbûnê û dîplomeya akademîk a bingehîn û asta pêşketî (avancerad nivå) ji bo dîploma master (MA); zanîngeh jî ji bilî van du astan, asta lêkolînê (forskarnivå) ji bo doktorayê (PhD) pêşkêş dike.
Hin zanîngeh hîn jî bi swêdî ji xwe re dibêjin högskola, nemaze saziyên pispor ên kevnar ên di endezyariyê û nojdariyê de (mîna Enstîtuya Teknolojiyê ya Şahane KTH jê re dibêjin "Kungliga Tekniska Högskolan" û Zanîngeha Teknolojiyê ya Chalmers jî jê re dibêjin "Chalmers Tekniska Högskola"). Lê bi kurdî, hem universitet ("zanîngeh") û hem jî högskola "zanîngeh" in.
Zanîngehên dewletî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Rêza pêşîn li gorî sala pêkanîna wan wekî zanîngehê ye. Bi tenê Zanîngeha Uppsalayê (di 1477an de hate pêkanîn [1] ) û Zanîngeha Lundê (di 1666an de hate sazkirin [2] ) bi rastî wekî zanîngeh hatine damezrandin, lê hemî zanîngehên din, ji högskola (kolêja zanîngehê) bûne bi statûya zanîngehê bilind kirin.
Du zanîngeh hene ku di bin desthilatdariya dîrokî ya Swêdê de hatine danîn; Zanîngeha Tartuyê di sala 1632an de (niha li Estonyayê ye) û Akademiya Şahane ya Turkuyê (dû re navê wê wekî Zanîngeha Helsinkiyê hat guherandin) di sala 1640î de hate pêkanîn, nuha li Fînlendayê ye.
Zanîngeha Växjöyê (1967-2009) zanîngehek bû ku niha bi Zanîngeha Kalmarê (1977-2009) re bûye yek, di sala 2010an de dibe Zanîngeha Linnaeus.
Zanîngehên högskola yên dewletî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Högskola, saziyeke xwendina bilind e, mîna zanîngehê lê bi gelemperî piçûktir e. Berevajî zanîngehan högskola di dayîna bawernameyên doktorayê (PhD) de tixûbdar e. Hikûmeta Swêdê maf daye hin högskola ku di hin warên taybet de doktora bidin. Wekî din, piraniya högskola bi zanîngehên mezintir re peymanan çêdikin ji bo pêkanîna bernameyên doktorayê.
Zanîngeh-Högskola | Navê bi swêdî | Sala pêkanîna wek zanîngeh-högskola |
---|---|---|
Enstîtuya Şahane ya Hunerê | 1735 | |
Kolêja Şahane ya Muzîkê li Stockholmê | 1771 | |
Zanîngeha Konstfack Konstfack |
1844 | |
Zanîngeha Boråsê (HB) | Högskolan i Borås (HB) | 1977 |
Zanîngeha Dalarna (HD) | Högskolan Dalarna (HD) | 1977 |
Zanîngeha Mälardalen | 1977 (di 2022an de bû zaningeh) | |
Zanîngeha Kristianstadê (HKR) | Högskolan Kristianstad (HKR) | 1977 |
Zanîngeha Skövdeyê (HS) | Högskolan i Skövde (HS) | 1977 |
Zanîngeha Gävleyê (HIG) | Högskolan i Gävle (HIG) | 1977 |
Zanîngeha Halmstadê (HH) | Högskolan i Halmstad (HH) | 1983 |
Zanîngeha Teknîkî ya Blekingeyê (BTH) | Blekinge tekniska högskola (BTH) | 1989 |
Zanîngeha Rojava, Swêd (HV) | Högskolan Väst (HV) | 1990 |
Zanîngeha Södertörnê (SH) | Södertörns högskola (SH) | 1996 |
Zanîngeha Parastina Swêdê Försvarshögskolan (FHS) |
Försvarshögskolan (FHS) | 2008 |
Zanîngeha Hunerî ya Stockholmê | Stockholms konstnärliga högskola (SKH) | 2014 |
- Gymnastik- och idrottshögskolan (GIH)
- Zanîngeha Gotlandê (1998 - 2013) högskola dibû ku naha bi zanîngeha Uppsalayê re bûye yek û bûye kampusa Gotland a zanîngeha Uppsalayê.
- Zanîngeha Kalmarê (1977-2009) högskola dibû ku niha bi Zanîngeha Växjöyê (1967-2009) re bûye yek, di sala 2010an de bû Zanîngeha Linnaeus.
Högskola û zanîngehên taybet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heft saziyên perwerdehiya bilind ên taybet hene ku mafê dayîna mezûnên post-lîsansê hene.
- Dibistana Teolojiyê ya Johannelundê li Uppsalayê
- Zanîngeha Teknolojiyê ya Chalmers li Göteborg
- Dibistana Aboriyê ya Stockholmê
- Weqfa Zanîngeha Jönköpingê
- Zanîngeha Ersta Sköndal Bräcke
- Zanîngeha Sophiahemmet
- Zanîngeha Stockholmê (Enskilda Högskolan Stockholm) . [4]
Têbînî û çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Uppsala University History Girêdana arşîvê 14 çiriya paşîn 2011 li ser Wayback Machine
- ^ A BRIEF HISTORY Girêdana arşîvê 3 adar 2012 li ser Wayback Machine
- ^ Swedish Higher Education Authority (UK Ämbetet) - Annual report 2014 (bi swêdî), page 121ff (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 12 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2022
- ^ Swedish Council for Higher Education."List of recognised higher education institutions in Sweden" Girêdana arşîvê 2022-09-01 li ser Wayback Machine, 2019-12-04. Retrieved on 2020-08-04.