Lîvaya Tolhildanê ya Tirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîvaya Tolhildanê ya Tirk, Brîgada Tolhildanê ya Tirk, (bi romî: Türk İntikam Tugayı (TİT), rêxistineke veşarî (dizî), nîjadperest, çekdar a romiyan (tirk) e. Hin îdîa hene ku ev rêxistin kodnavek e, dema dewleta veşarî (dizî, kûr) a Romê (Tirkiye) pêdivî bi kujeriyan dibîne, navê vê rêxistinê jî bikartîne.

Tê gotin ev rêxistin di salên 1970'yê de li Kîprosê ji aliyê hin serbaz û kesên paramîlîter ên di şerê Kîprosê de li dijî rûman kar kirine ve hatiye damezirandin. Berê ronakbîr û kesayetiyên çepgir kujtine.

Bi destpêkirina serhildana PKKê ve, vê rêxistinê îcar jî xwe ji bo kujtina kurdan organîze kiriye. Gorî rojnameyên tirkan nivîsîne li bakurê Kurdistanê 17.500 kurdên bijarte, ronakbîr û têkoşer ji aliyê hêzên dewletê ve hatine revandin û kujtin. Hin ji van cinayetan jî TITê kiriye.

Hin ji kujeriyên vê rêxistinê yên bi navê rêxistinê hatine kirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojnamevanê kîprosî Fatih Çevik, di 7'ê tîrmehê 1996'ê de, li ber deriya mala wî kujtî hatiye dîtin. Rêxistinê berpirsiyarî girt ser xwe.
  • 12'ê gulanê 1998'ê de li dijî serokê komeleya mafê mirovan Akın Birdal êrîşa çekdarî.
  • Bi dehan nameyên gefxwarinê ji ronakbîr, demokrat, kurd û ermeniyan re şandine.
  • Ji gelekan fîdye xwestine.
  • 12'ê rezberê 2006ê de li Amedê tevkujî. 7 ji wan zarokên kurd, 10 kes hatin kujtin, 16 kes jî birîndar bûn.

Pirtûk (bi romî)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Necdet Pekmezci ve Nurşen Büyükyıldız, Ülkücüler: Öteki Devletin Şehitleri - Ülkücüyan: Şehîdên dewleta din, Kaynak Yayınları - Weşanên Kaynak, 1999, ISBN 979-975-343-277-0
  • Aytekin Gezici, Ergenekon: Çelik Çekirdek'ten Susurluk'a, Sauna Çetesi'nden Türk İntikam Tugayı'na - Ergenekon: Ji dendika polayî heya Susurlukê, ji çeteya Saunayê heya Lîvaya Tolhildanê ya Tirk, Karakutu Yayınları, 2008, ISBN 978-9944-71-439-6

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]