Lût

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lût
  • Human biblical figure Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lût (erebîلوطîbranîלוט, tê wateya "perde" an "pêçandin")[1] yek ji pêxemberên dînên îbrahîmî ye. Cara yekem, di beşên 11-14 û 19 yên pirtûka Destpêbûn/Genesis a încîlê de qala wî tê kirin. Bûyerên girîng di jiyana wî de ev in: rêwîtiya wî bi mamê xwe Abram (Îbrahîm) re; reva wî ya ji wêrankirina Sodom û Gomorayê, ku di wê demê de jina Lût werdigere stûnek xwê; û serxweşkirina wî ji aliyê keçên xwe ve, da ku ew bi wî re têkevin têkiliya zayendî û ji malbata wan re neviyên wan hebin.[2]

Lût di pirtûkên pîroz de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Tanaxê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor Tanaxê, încîla bi îbranî, Lût wek zarokê Haranê hat dinê, yê ku li Ûra kildaniyan mir. Lût di çîroka dîwana Xwedê ya li ser bajarê Sodomê de karakterê sereke ye (Gen 19:1-29 EU):

Li bajarê gunehkar ê Sodomê, du firîşte li kesên rast digerin, da ku ew ji wêrankirina Sodomê ya ji aliyê Xwedê ve xilas bibin. Lût dihêle ku du mêrên xerîb bibin mêvanên wî. Gelên sodomî ji Lût daxwaz dikin ku ew herdu mêvanan teslîmî wan bike da ku seksê bi wan re bikin: Li ser vê yekê Lût, da ku mêvanên xwe biparêze, û ji bêhêvîbûnê, keçên xwe pêşkêşî wan dike. Firîşte malbatê ji qelebalixê rizgar dikin, wan derdixin derveyî bajêr û ji wan re dibêjin ku birevin. Gava ku jina Lût, ku navê wê di încîlê de nehatiye gotin, li hember qedexekirina firîşteyan li paş xwe dinêre, ew dicemide û werdigere stûneke xwê. Tê bawer kirin ku jina Lût ev avabûna zinar e li nêzî Ĝebel Usdum li başûrê Deryaya Mirî, ku ji ber şiklê xwe yê balkêş wergeriya efsaneyek herêmî.

Lût tevî keçên xwe direve Zoarê. Sibehê gava dibîne ku dûman ji bajarê Sodomê derdikeve, ditirse û li gor emrê Xweda direve çiyê û li wir di şikeftekê de dimîne. Dû re keçên wî dibêjin ku li welêt ti mêr nemaye ku nijada wan bide, lewma bavê xwe serxweş dikin, pê re radizên û ducanî dibin. Ji ber vê yekê Lût dibe bav û di heman demê de kalikê her du kurên Moab û Ben-Ammi, ku gelên Moabî û Amonî ji wan derketine (Destpêbûn 19:30-38 YE). Li gorî vegotina dîrokî-rexneyî, ev efsaneyeke polemîk e li ser koka gelên cîran ên ku dijminên Îsraêliyan bûn.[3]

Di Peymana Nû de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor Mizgîniya Lûqa, pêxember Îsa wiha behsa bûyerên Lût û Sodomê kir: “Wê wiha be, wekî ku di rojên Lût de bû: dixwarin û vedixwarin, dikirîn û difirotin, diçandin û avadikirin. Lê roja ku Lût ji Sodomê derket, ji ezmên agir û kevroşk barî û her helak kirin. Wê roja ku Kurê Mirov xuya bibe jî wusa be” (Lûqa 17:28-30). Di Lûqa 17:32 YE de, Îsa qedera jina Lût a neguhdar tîne bîr: "Jina Lût bînin bîra xwe!"[4]

Di Quranê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di Quranê de nave 25 pêxembera derbas di be, yek ji wan jî Lût Pêxember e. Nave Lût Pêxember di Quranê de 27 ciyada derbas dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Strong, James. Strong's Exhaustive Concordance of the Bible.
  2. ^ Mirabeau, Honoré-Gabriel de Riquetti; Pierrugues, Pierre ([1867?]). Erotika biblion. Robarts - University of Toronto. Bruxelles, Chez tous les libraires. {{cite book}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  3. ^ "Moab / Moabiter". www.bibelwissenschaft.de (bi almanî). 1 gulan 2008. Roja gihiştinê 25 adar 2023.
  4. ^ www.beblia.com https://www.beblia.com/Bible?Language=Kurdish2005&Book=42&Chapter=17. Roja gihiştinê 26 adar 2023. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)