Here naverokê

Las Vegas

Las Vegas
Bajarê DYAyê, county seat, bajarê mezin, cihê turîstîk û bajarê zanîngehê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Alaya Las Vegas
Nîşana resmî ya Las Vegas
Navê(n) din: 
Sin City Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Las Vegas li ser nexşeyê
Map
Las Vegas li ser nexşeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nîşan dide
Las Vegas
Las Vegas
Koordînat: 36°10′2″Bk 115°8′55″Ra / 36.16722°Bk 115.14861°Ra / 36.16722; -115.14861
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Clark County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Clark County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê15 gulan 1905 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarShelley Berkley (şaredar, 2024–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî348.16824 km2 (13.442.851 sq mi)
Bilindahî
610 m (2000 ft)
Nifûs
641.903 (2020) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda postayê
89101, 89102, 89103, 89104, 89105, 89106, 89107, 89108, 89109, 89110, 89111, 89112, 89113, 89114, 89115, 89116, 89117, 89118, 89119, 89120, 89121, 89122, 89123, 89124, 89125, 89126, 89127, 89128, 89129, 89130, 89131, 89132, 89133, 89134, 89135, 89136, 89137, 89138, 89139, 89140, 89141, 89142, 89143, 89144, 89145, 89146, 89147, 89148, 89149, 89150, 89151, 89152, 89153, 89154, 89155, 89156, 89157, 89158, 89160, 89161, 89162, 89165, 89166, 89169, 89170, 89173, 89177, 89178, 89179, 89180, 89183, 89193, 89195, 89199 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê702 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.lasvegasnevada.gov Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Las Vegas bajarê herî qelebalix ê Parêzgeha Nevadayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye û navenda Clark County ye. Li gorî daneyên sala 2020an 641.903 nifûsa bajêr heye û 24em bajarê herî qelebalix ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Li deverê metropolîtan a Las Vegasê bi texmînî 2,4 milyon mirov dijîn û 29em herêma metropolîtan a herî mezin a welat e. Las Vegas bajarekî geştiyariyê ya navdar ê navneteweyî ye ku bi giranî bi qumar, kirîn, xwaringeh, şahî û jiyana şevê tê nas kirin. Piraniya van cihên şahiyê li navenda Las Vegasê an li ser Las Vegas Stripê ye ku li derveyî sinorên bajêr li bajarokên Paradise û Winchesterê ye. Geliyê Las Vegasê wekê navenda pêşeng a darayî, bazirganî û çandî li Nevadayê kar dike.

Las Vegas di sala 1905an de bûye niştecihê mirovan û di sala 1911an de bi awayeke fermî hatiye damezrandin.[1] Di dawiya sedsala 20an de, bajarê herî qelebalix ê Amerîkaya Bakur bû ku di heman sedsalê de hatiye damezrandin. Ji salên 1960î vir ve û heta sedsala 21an zêdebûna nifûsê zûtir bûye û di navbera salên 1990 û 2000an de rêjeya nifûs bi qasê ji %85,2 zêde bûye.

Ev bajar wekî paytexta şahiyê ya cîhanê hatiye binav kirin û bi otêlên xwe yên mezin û luks ên qumarxaneyan navdar e. Ji sala 2023an pê ve Las Vegas salane zêdetirî 40,8 milyon gaştiyaran dikişîne[2] ku bi vê awayê bajar bûye yek ji bajarên herî zêde yê ku tê ziyaretkirin ku bi berdewamî di nav cihên geştiyariyê yên herî baş ên cîhanê de cih digire.[3][4] Bajêr sêyem cihê herî populer ê Dewletên Yekbûyî yê ji bo konvansiyonên karsaziyê ye û di pîşesaziya mêvanperweriyê de pêşengek cîhanî ye.[5][6]

Las Vegas gava ku DYA hê nû di hat ava kirin, wê demê wargeha çete û mafyayan bû. Ew rewş heta sala 1900an domiya. Piştî qumarxane li DYAyê statuyekê legal bidest êxist û bajar hate nûjen kirin. Û niha cîhan Las Vegasê wekî paytexta qumarê diwesfîne.

Las Vegas
Li gor Salan Nifûs
1920 2.304
1930 5.165
1940 8.422
1950 24.624
1960 64.405
1970 125.787
1980 164.674
1990 258.295
2000 478.434
2005 545.147

Bajarê Las Vegasê di warê aboriyê de gelek pêş ketiye. Sedema wê jî navenda qumarxane û otelan ya cîhanê ye. Bi nifûsa xwe biçûk lê warê aboriyê de gelek bajarekê dewleman de.

  1. ^ "Timeline - Las Vegas Sun". www.lasvegassun.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2026.
  2. ^ StutzEconomyGaming, Howard (25 kanûna paşîn 2024). "In 2023, Las Vegas saw its highest visitation totals since before the pandemic". The Nevada Independent (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2026.
  3. ^ "Rate limit reached" (PDF). wayback.archive-it.org. Ji orîjînalê (PDF) di 28 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2026.
  4. ^ "Las Vegas". Travel + Leisure (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2026.
  5. ^ Jones, Charisse. "Top convention destinations: Orlando, Chicago, Las Vegas". USA TODAY (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2026.
  6. ^ Brady, John (1 tebax 2015). "The Financial, Social, and Environmental Impacts of Sustainable Practices on the Las Vegas Hospitality Market". UNLV Theses, Dissertations, Professional Papers, and Capstones. doi:10.34917/8349563.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Las Vegas Strip panorama