Lauren Hewett

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lauren Hewett
Jidayikbûn
biguhêreBelge

Lauren Hewett ( jdb. 8ê kanûna paşîn a 1981 li Sîdney, Awistralya) awistralî ye û ku berê lîstikvan bû. Ew bi taybet bi rolên xwe yên Mera di rêzefîlma Ocean Girl, X di rêzefîlma Halfway Across the Galaxy and Turn Left û ya Lara Ritchie di fîlma The Echo of Thunder de tê nasîn. Her wiha ew di rêzefîlma Spellbinder: Land of the Dragon Lord de rola Kathy Morgan dilîst.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku Lauren Hewett di branşa lênihêrinê de xebitî ew 6 salî bû. Ew ji bo dans û strînandinê wane wergirt. Xuyana wê ya yekem di wêneguhêzê de ji bo dalberîna vewarina şîrê QUIK bû. Dema ew 9 salî bû ew ji bo muzîkala The Seven Little Australians li ser şanogehê dilîst.

Lauren Hewett di gelek rêzefîlmên cîwanan de rol dilîst. Her wiha ew 2 Xelatên Lîstikvanên Ciwan ji aliye Enstitûya Fîlmê ya Awistraliya ( Australian Film Institute) wergirt ( di sala 1991an de ji bo fîlma Act of Necessity û di sala Halfway Across the Galaxy and Turn Left). Her wiha ew di sala 1999an de tevî Emily Browning, Chelsea Yates û Ben Hanson ji bo Xelata Lîstikvanên Ciwan ( Young Artist Award) navzedî bû .

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Sernav Rol Têbînî
1991 Act of Necessity Samantha Fîlma wêneguhêzê
1991–1992 The Miraculous Mellops Minon / Ebony Rêzefîlm
1991 G.P. Narelle Olsen Beşa: "Just a Game"
1992 Kideo Numerous Characters Rêzefîlm
1992 Strictly Ballroom Kylie Hastings
1992 A Country Practice Bates Mullens Beşa: "Double Happiness: Part 2"
1993 A Country Practice Zoe Jones Beşa: "Snakes and Ladders: Part 2"
1994 G.P. Liza Jackson Beşa: "Double Bind"
1994 Halfway Across the Galaxy and Turn Left X 28 beş
1995 Mission Top Secret 2 Kat Fowler 24 beş
1995–1997 Ocean Girl Mera 30 beş
1996 Home and Away Mikki Salter 5 beş
1997 Spellbinder: Land of the Dragon Lord Kathy Morgan 26 beş
1998 The Echo of Thunder Lara Ritchie Fîlma wêneguhêzê
1998 All Saints Tracy Hornjack beşa: "Forget Me Not"
1999 Home and Away Miranda Porter 7 beş
1999 Error 2000 Tina Hagemann Fîlma wêneguhêzê
2001 All Saints Amy Watson beşa: "Chains of Love"
2001 Cubbyhouse Bronwyn McChristie

Xelatên wergirtî û navzedî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Xelat Kategorî Sernavê karî Encam
1991 Xelata Enstîtuya Fîlman a Awistiryayê Best Juvenile Performance Act of Necessity Qezencbûyî
1993 Xelata Enstîtuya Fîlman a Awistiryayê Young Actor's Award Halfway Across the Galaxy and Turn Left Qezencbûyî

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]