Lazistan
(Ji Lazîstan hat beralîkirin)
Jump to navigation
Jump to search
Lazistan (Lazona - ლაზონა bi Lazî, ლაზეთი - Lazetî an ჭანეთი - Çanetî bi Gurcî) navê welatê Lazan e.
Heya dawiya Osmaniyan ji herêma Deryaya Reş ya li Tirkiyê re Pontûs û li cihên ku Laz lê dijiyan re jî Lazistan dihate gotin. Ev peyveke fermî bû. Bi avabûna Komara Tirkiyê re navên Kurdistan, Lazistan hwd hate qedexekirin û hebûna gelan hate înkarkirin.
Îro herçendî pirraniya wan hatibin asîmîlekirin jî ji Trapezonê heya Artvînê ango li welatê Lazan, gelê Laz dijî. Ziman û çanda wan di bin xetereya windabûnê de ye.