Legalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cihên jidayikbûna fîlozofên Çînî yên girîng ên ji sed dibistanen raman yên di dema xanedana Zhou yê. Fîlozofên Legalîzmê bi sêgoşê reş ve tên nîşandan.

Legalîzm (çînî: 法家; "Fǎjiā"; "Dibistana Hiqûqê"), yek ji çar felsefeyên sereke di dîroka Çînî de di Serdema Dewletên Şer Dikin de bû (yên din Konfusiyanîzm, Taoîzm, Mohîzm e). Ew felsefeyek siyasî ye ku dibêje gel bi xwezayê xirab in û hewce ne ku ji hêla hukûmetê ve bêne kontrol kirin. Ew ji hêla Qin Shi Huang ve hat destpêkirin.

Yek ji girîngtirîn nûnerên legalîzmê Han Fei Zi (韓非 子) bû. Wî got ku divês serwer jibo rêvebirina dewletekê divê amûrên jêrîn bikar bîne:

  • Fa (çînî: 法; "fǎ" ; "zagon an jî prensîb"): Divê zagon ji hêla herkesî ve were zanîn. Her kes di bin rêvebirîyê de li pêşiya zagonê wekhev e. Heke hûn li gor zagonê bijîn hûn ê werin xelat kirin. Ger hûn zagonê bişikînin an jî hewl bidin ku wê bişkînin, hûn ê bêne ceza kirin.
  • Shu (çînî: 術; "shù"; "rêbaz, taktîk an jî huner): Divê hin taktîkên taybet ji alîyê serwer bêne bikaranîn da ku kes nikaribe dewletî têxe bin kontrola xwe.
  • Shi (çînî: 勢; "shì"; "meşrûbûn, hêz an jî karîzma"): serwer na, mewkî ya serwer girînge.

Felsefeyên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Felsefeyên Dijî Legalîzmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîziya hêsan pêk tê.