Here naverokê

Lernî

Lernî
navê vî gundî bi Kurdî Renîka ye
Lernî li ser nexşeya Îran nîşan dide
Lernî
Lernî
Koordînat: 37°36′05″Bk 44°54′05″Rh / 37.6014°Bk 44.9014°Rh / 37.6014; 44.9014
WelatRojhilatê Kurdistanê
DewletÎran
ParêzgehAzerbaycana Rojava
NavçeÛrmiye
NahiyeNazî
Nifûs
404
Map
biguhêreBelge

Renîka (bi farisî: لرنی‎) gundekî ser bi nahiyeya Çemê Rewze beşa navendî ya bajarê Ûrmiyeyê li Azerbaycana Rojava ya Îranê ye.

Hijmara rûniştiyên vî gund li gorî serjimariya Navenda Amara Îranê di sala 2716an -1395 koçê hetavî- de, 460 kes (120 malbat) bû.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mamosta Ûsib kurê Bêmal kurê Simayîl kurê Kulik jidayîkbûyê vî gundî ye û heya 28 saliya temenê xwe yekser li wir jiyaye piştre ku zewicî ye mala xwe biriye bajarê Ûrmiyê û niha li wê derê dijî. Bi salan e ku mamosta Ûsibê Bêmal weke wergêr, wanebêj, wîkînivîs, wêjekol, gotarnivîs û nivîsyar(edîtor) xebata zimanê kurdî dike. Wî ji bo kovarên kurdî bi dehan gotar nivîsandine. Deh şano jî wergerandine kurdî. Çendîn pêşgotar li ser pirtûkên kurdî nivîsîne û bi dehan xwendekar jî perwerde kirine. Li ser wêjeya kurdî dixebite û car car jî hin helbestan jî vedihone. Pirtûkên helbestên wî yên bi navê RÊZEDAR, TÎRETEMEN û GULA ÛRMIYÊ hêj çap nebûne her wiha yek ji endamên serekî û damezirîner yê encumena wêjeyî ya bi navê Encumena Wêjeyî ya Nobar e.

Navê hinek cîh û aqarên vî gundî ev in: Devçem, Kemezer, Aşê xirabe, girên Ûsê û girê Mozelanê-gund ketiye nava van du giran-, Axespî, Kunekotr, Çîmenê Edo, Kanî kûsel, Guhora Dewrêş, Sûya Kanêqizanê, Mila Enherê, Berekundik, Gurgeçal, Daregêwûşk, Rêzedar, ....

Helbesteke Ûsibê Bêmal ku ji bo gundê xwe; Renîka honandiye:

Renîka!

Şa yî mîna minminîka,

Berpala te girên Ûsê û Mozelanê weka zava û bûka,

Di koşa te da zarokêd gund,

Li pêsîra te rez û bax û bostan û elind,

Li dorhêla te Kemezer û guhora Dewrêş,

Sebra zarokatiya mi bûn bi keyf û coş û nostaljî û êş

Li ber coka te ya binî rêz bûne dar; Rêzedar

Ji coka te ya serî ava Kanîkûselê diherike sar,

Li ber sîngê Mozelanê ewir pirtî pirtî dibin qetar,

Balgiyê te çem e havîn û bihar,

Û ezê şêt û şeydayî û har,

Bi zewî-zarên te dibim poleke arr,

Ewrên te firtî firtî,

Bijûniya te ji giya dagirtî,

Gul û kulîlkên te xunavgirtî,

Sîngsêvên keçên te qeşagirtî,

Çi nostaljiyeke bêqirar,

Li aşopên min werbûne nolî dûkela arr:

"xwezî dîsa zar bûma!"

Û derya derya li axê werbûma!

Û têr û têr birsî bûma!

Û bi nanê tendûrê yê tirsî,

Min birsîtiya xwe bikuşta!

Mi nedizanî hebûn çi ye,

Mi nedizanî nebûn çi ye,

Bîreweriyên min û Renîka,

Ji bo ax û ziman û kelexwezîka,

Çito pey hev rêz bûn û çûn?

Çi serhatiyên tal û şirîn û birîn!

Em birrîn,

Em birîn.