Letrîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Letrîzm bizaveke wêjeyî ye.

Letrîzm ji peyva “lettrisme” ku ji peyva “lettre(tîp)” hatiye afirandin dite. Damezrînerê wê, helbestvanê Romen Isidore Isou ye. Piştî herba cîhanê ya duyem de derketiye holê. Di helbestê de bingehê, ne ji bêjeyan ji tîpan distîne. Bi vê riyê jî tê xwestin ku helbesteke nû û mûzîkeke nû werê afirandin. Li gorî Isou: “ Tiştên ku ne tîp bin an jî nabine tîp bi giyanî jî nînin.”. Letrîzm bandora xwe ji bilî wêjeyê li ser sînema, dans, mûzîk û wênesaziyê jî kiriye. Bi gotina “di heman demê de bi topeyî gihiştina dengan û bêjeyan ve bi awayekî vegotinên nû bê werê lêkolîn kirin” bizavê şanî dide. Ji bilî tîpan tiştek nîne. Di aqil û hişê me de ji bilî tîpan û yên ku nabine tîp tiştek nîne. Tîpên nû li ser alfabeyê zêde dike. Bi rasteqînî tu elaqaya letrîzmê bi huner û estetîkê re nîne. Li gorî bizava letrîzmê, nivîsên ku têne nivîsandin tu wateyê nadin, tenê rêzkirina gelek dengên ku di nava xwe de ne tu têkiliya wan nîne, didênine cemhev. Têkiliya letrîzmê bi dadaîzmê re jî heye ku ew jî ji kevneşopî û tiştên ku di nava wêjeyê de hene qebûl nakin û dixwazin ku nêrîn û rêbazeke nû derbixine holê.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;[biguherîne]

Isidore Isou, Maurice Lemaître, François Dufrêne