Leza dengê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gava ku F-18ek leza dengê derbas dibe

Leza dengê, li hewayê,li asta deryayê û di germiya 21 °C de wek 343.2 m/s(nêzîkî 1235.5 km/saet) tê girtin.

Leza dengê wek girêdayî frekansê naguherê, deng her frekansê de di heman lez de diçe.Li gorî rewşa germahî û kesafet(çirî) ya hewayê leza pijilînê ya dengê diguhere. Di hewayê sar de leza dengê kêm dibe.

Leza dengê ya ku li hewayê wek nêzîkî bi vê formûlê tê hesibandin.

(theta) îfadeya germahî ya ji cureyê santîgrad(°C) e.

Li qadekê de, eger ba ji paş bê deng ber bi zemînê ve araste dibe.Eger ba ji pêş bê, deng ber bi jor ve araste dibe.Biroj, ji ber ku zemîn germ dibe pêla deng bi sedema teka tînê ve ber bi jor ve araste dibe.Bişev jî, ji ber ku zemîn sar dibe, pêla deng dê ji biroj dûrtir biçe û ew dê ber bi jêr ve araste bibe.

Li deryayê pêkhateya avê rûxareke şewqvedêr pêk tînê.Ji ber vê yekê li deryayê deng di hawirekê sekan de qasî 4-5 km karê dûr biçe. 

Eger ku leza çavkaniya dengê ya livdar, leza pijilînê ya dengê derbas bibe,deng wek dengê teqanê tê bihîstin. Van pêlan wek pêla şokê(teys) tê bi navkirin.Mirovê yekem ê ku leza dengê derbas kiriye Chuck Yeager e.

Di hin hawiran de leza dengê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî germahiyê leza dengê ya li hewayê
Made Germahî(°C) Leza Dengê(m/s)
Karbondîoksît 20 277
Hewa 20 344
Alkol 20 1213
Av 20 1463
Zêr 20 1743
Sifir(mis) 20 3560
Hesin 20 5130

Li gorî germahiyê leza dengê ya li heweya:

  • Di 0°C de 331m/s
  • Di 20°C de 344m/s
  • Di 25°C de 345m/s
  • Di 45°C de 358m/s

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]