Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21'min de ku hê didomê 2 (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê 2
(Li ser jenosîda kurd a ku di sedsala 21ê de hê didome)
Nivîskar Abdusamet Yigit
Şêwe Dîrok û civak
Ziman Kurdî
Dîrok 2016][1]
Weşanxane Soran
Rûpel 195
ISBN ISBN 978-3-945996-01-7

Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê 2 [Li ser jenosîda kurd a ku di sedsala 21ê de hê didome][2] cilde duyem a pirtûka Abdusamet Yigit a bi navê "Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê" ya. Pirtûk, li ser pêvajoyên jenosîda kurd a. Dem bi dem pêvajoyên jenosîda kurd ji aliyê fizîkî û çandî û hwd ve tînê ser ziman. Di cilde duyemin a pirtûka 'Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê 2' de pêvajoya dawî a hêrîşên rejima tirk jî dihê ser ziman. Bi teybetî, pêvajoya nû ku li kurdistanê kurdan rêveberîya cewherî ango ´rêveberîya xweser´ denezend û hêrîşên rejima tirk ên piştî wê re li Cizira bota, Nisêbîn, Silopî, Sûr, farqênê û gelek bajar û bajarokên kurdistanê ku bûna tê ser ziman.

Pêvajoya nû a hêrîşan li kurd û kurdistanê, di pirtûkê de weke ´destpêka pêvajoyek nû´ tê hanîna li ser ziman. Bi wê re jî, di pirtûkê de Nivîskar, li ser qadaxayên derketina li sûkê ku hikimeta tirk didanî ser bajarên kurdistanê û piştre hêrîşî wan dikir, li ser wê disekinê. Di pirtûkê de nivîskar Abdusamet Yigit, vê ´pêvajoya nû´ ji pêvajoya kobanê û şengalê dide domandin û tênê ser ziman. Piştî hêrîşên DAÎŞê li kurdistanê ku li başûrê kurdistanê û şengalê kir û bi wê re jî ku li rojavayê kurdistanê û kobanê kir û gelek xûrîxandin hanî serê kurdistanîyan, nivîskar weke destpêka vê pêvajoya hêrîşên dawî ên li bakûrê kurdistanê ku piştî denezendina xweserîyê ku tên kirin, şîrove dike û tînê ser ziman.

Cila pêşî, ku di nav de komkujiyên ku ji destpêka komare tirk ku hatina hanîn serê civake kurd ên weke ´komkujîya zilanê´ û ´komkujiya dersimê jî, bi wê re tînê ser ziman. Cilda duyemin, di destpêkê de bi şîroveyek dîrok di derbarê rojava û dîroka wê ya bi bakûrê kurdistanê re bidest hanîna ser ziman a pêvajoya nû û hêrîşên wê ên rejima tirk û rayadarên weke weke ´hêrîşên şikandinê´ bi nav dikê êdî tînê ser ziman. Di dawîya beşa pêşî ya cilda duyemin a pirtûka 'Li ser jenosîda kurd a ku di sedsale 21´min de ku hê didomê 2' de bahse ´zagona şark û lslehatê´ dike. Nivîskar Abdusamet Yigit, li ser vê zagonê dibêje ku "zagona şerq û êslahatê, ji aliyê hikimeta AKP´ê ve li gorî vê dema nû ji nû ve hatîya formule kirin." Vê jî, weke plana destpêkê a jenosîda kurd şîrove dike a di dema komarê de û di pirtûkê de tînê ser ziman.


Binere jî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]