Libnan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية اللبنانية
Al-Jumhūrīyyah al-Lubnānīyyah
Komara Libnanê
Ala Nîşan
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: Kulluna lil-watan lil 'ula lil-'alam
LocationLebanon.svg
Zimanên fermî Erebî


Zimanên nefermî Fransî, îngilîzî, ermenî, yewnanî
Paytext Bêrût
33°54′Bk 35°32′Rh / 33.900°Bk 35.533°Rh / 33.900; 35.533
Bajarê mezin Bêrût
Sîstema siyasî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Michel Aoun (ميشال عون)
Najib Mikati (نجيب ميقاتي)
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

10.452 km2
1.6
Gelhe
 - Giştî (2015)
 - Berbelavî

6.184.701 kes
kes/km2
Serxwebûn 22ê çiriya paşîn a 1943an
Dirav Pounda libnanî (LBP)
Dem UTC+2
Nîşana înternetê .lb
Koda telefonê +961
Libanon.png
Libnan

Libnan (bi erebî: لبنان Lubnān) an jî Komara Libnanê (bi erebî: الجمهورية اللبنانية Al-Jumhūrīyyah al-Lubnānīyyah) welatekî li rojhilatê Deryaya Spî ye.

Erdîngarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bakur û rojhilatê Libnanê, Sûrî, li rojava Deryaya Spî û li başûr jî Îsraêl heye. Heya destpêka salên 70´î Libnan welatekî dewlemend û biewle bû. Piştî şerê Ereb - Îsraîl gelek Filistînî hatin Libnanê. Li Libnanê gelek netewe û hindikayî dijîn. Mixabin çaresernebûna pisrgirêka Filistînê û nakokiyên Ereb û Îsraêlê bû sedema şerê navxweyî ku vê şerî Libnan kir welateke qada şer û kambax. Nêzîkî 150.000 kesî jiyana xwe ji dest dan. Beriya salên 70´î Libnan welatekî tûrîstîk bû û ji paytext Bêrûtê re digotin "Parîsa Rojhilata navîn".

Xelkên Libnane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Libnanê gelek kurd jî dijîn. Herwiha asurî û ermenî jî gelek in. Libnan ji %70'î misilman (sunnî û şîî) û ji %30 jî xiristiyan (katolîk û ortodoks) ne. Zimanê fermî erebî ye (fransî, îngilîzî û bi ermenî jî tê axaftin)

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be.

Di şerê cîhanê yê duyem de ji alikarkirina Fransayê, Brîtanyayê Libnan dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945an de bi peymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Libnan ya serbixwe ava bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]