Lijneya Zimanê Kurdî
Lijneya Zimanê Kurdî (LZK) di 25’ê tebaxa 2008’an de li Duhokê (li herêma Kurdistana Îraqa federal) hate pêkanîn.
Ev lijne ji pênc zimannas û taybetmendan pêk tê bi daxwaza parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî. Ji aliyekî din jî mafên fêrxwaziyê li parêzgeha Duhokê û çandê ola êzidiyan weku samanekî neteweyî diparêze. Endamên Lijneya Zimanê Kurdî li Dihokê ev in: Fazil Umer, serokê encûmenê parêzgeha Duhokê; Mueyed Teyib, rêveberê dezgehê Spîrêz û endamê Akademiya Kurdistanê; Wartikês Musîs, rêveberê giştî yê perwerdeya Dihokê; Behruz Şucaî, mamosteyê zimanê kurdî, nûnerê Zankoya Duhokê û Mihemed Ebdulla, nûnerê Yeketiya Nivîskarên Kurd.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Evro, 254 (03/09/2008) http://www.evropress.com