Lindsey Graham
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
|---|---|
| - | |
Darline Graham (en) | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
| Senatorê DYAyê South Carolina Class 2 senate seat (d) | |
| - | |
Strom Thurmond (en) | |
| United States representative (en) South Carolina's 3rd congressional district (en) | |
| - | |
| United States representative (en) South Carolina's 3rd congressional district (en) | |
| - | |
| United States representative (en) South Carolina's 3rd congressional district (en) | |
| - | |
| United States representative (en) South Carolina's 3rd congressional district (en) | |
| - | |
| Member of the South Carolina House of Representatives (d) | |
| - |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Navê jidayikbûnê |
Lindsey Olin Graham |
| Hevwelatî | |
| Allégeance | |
| Cîwar | |
| Perwerde | |
| Pîşe |
Siyasetmedar, air force officer, judge advocate, county attorney (- |
| Bav |
Florence James Graham (d) |
| Xwişk û bira |
Darline Graham (en) |
| Partiya siyasî | |
| Artêş |
Hezên esmanî yên Amerîkayê (- |
| Payeya leşkerî | |
| Şerên tevlêbûyî |
Şerê Kendavê Şerê Iraqê War in Afghanistan (2001–2021) (en) |
| Malper | |
| Xelat | Lîsteya berfireh Air Force Commendation Medal (d) () Meritorious Service Medal () Bronze Star Medal () Order of Prince Yaroslav the Wise, 3rd class (d) () Order of Prince Yaroslav the Wise, 2nd class (d) () Order of Prince Yaroslav the Wise, 1st class (d) () Commander of the Order of the White Rose of Finland (d) () |
Lindsey Olin Graham (jdb. 9ê tîrmeha 1955an — m. 12ê tîrmeha 2026an) siyasetmedar, parêzer û senatorekî amerîkî ya berê bû. Lindsey Graham ji sala 2003an vir ve senatorê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya eyaleta Karolînaya Başûr e û yek ji du senatorên eyaletê ya herî demdirêj e ku di wezîfeyê de ye. Graham ku endamê Partiya Komarparêz a Amerîkayê ye ji sala 2019an heta 2021an serokatiya komîteya dadweriyê ya senatoyê kiriye.
Lindsey Graham berî ku bikeve siyasetê, ji sala 1982an heta 1988an wekê endamekî dadwerên giştî ya leşkerî ya (Judge Advocate General Course) Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xebitiye û di heman demê de wekê parêzerekî parastinê û dozgerê sereke yê li Ewropayê xebitiye. Di sala 2014an de ji bo xizmeta xwe ya serkevtî madalyaya stêrka bronz wergirtiye di heman de fermandarekî leşkerî bû. Di dema xizmeta xwe de bi ti awayî beşdarî şeran nebûye.[1] Graham berî ku ji sala 1993 heta sala 1995 li meclîsa nûneran a Karolînaya Başûr û ji sala 1995am heta sala 2003an li meclîsa nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xizmet bike û nûnertiya navçeya 3yem a kongreyê ya Karolînaya Başûr bike, di pratîka taybet de wekê parêzer xebitî. Di sala 2002an de Graham wekê senatorê Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye hilbijartin. Di heman demê de carekî din dîsa di salên 2008, 2014 û 2020an de ji nû ve wekê senatorê senatoya Amerîkayê hatiye hilbijartin.
Graham ku yek siyasetmedarên komarparêz ên Dewletên Yekbûyî ye xwedî profîleke şerkar e û parêzvanekî bihêz ê siyaseta derve ya destwerdanê ye.[2] Ew bi dilxwaziya xwe ya ji bo xebatê bi demokratan re li ser mijarên wekê reforma koçberiyê, namzedên dadwerî û sinor û bazirganiyê hatiye naskirin.[3] Graham di hilbijartinên serokatiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya sala 2016an de ji bo namzediya Komarparêzan dibe berbijar lê berî ku hilbijartinên seretayî dest pê bikin, dev ji berbijêriyê berdaye.[4] Di heman demê de Graham rexnegirekî tevgera Partiya Çayê bû ku bi taybetî li ser bac û koçberiyê û rexnegirekî eşkere yê namzetiya Donald Trump a sala 2016an de bû.[5][6][7] Piştî hevdîtineke di meha adara sala 2017an bi Trump re, Graham bûye hevalbendekî wî û senatorekî bi hêz ew ku dikare gelek caran dikare bandoran li polîtîkayên Donald Trump bike. Şîrovekaran destnîşan kirine ku lihevhatina eşkere ya Graham bi Trump re bi bandora wî ya berfireh li ser siyaseta derve, piştgirîkirina destwerdanên leşkerî, zêdebûna lêçûnên parastinê û roleke êrîşkartir a Amerîkayê li derveyî welêt re hevdem bû.[8][9] Lindsey Graham di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ku çileya sala 2026an de hatibû despêkirin, bi hewlên xwe li dijî êrîşan di nav kurdan de hatiye naskirin.[10][11]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lindsey Olin Graham li Central, Karolînaya Başûr ji dayik bûye.[12] Malbata wî bi eslê xwe skotlendî û îrlendî ne.[13][14] Piştî mezûnbûna ji lîseya D. W. Daniel, Graham yekem endamê malbata xwe bû ku diçe zanîngehê û ji bo ku bibe efserekî artêşa Dewletên Yekbûyî diçe dibistana perwerdehiyê ya efseran. Dema ku ew di temenê 21 saliya xwe de bû, dayika wî di 52 saliya xwe de ji ber lenfoma hodgkin jiyana xwe jidest dide û bavê wî jî piştê 15 mehan di 69 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe jidest daye.[13] Ji ber ku di wî demê de xwişka wî 13 salî bê dê û bav dimîne, xizmetê rê daye Graham ku li Zanîngeha Karolînaya Başûr li Kolombiyayê bixwîne da ku ew bikaribe wekê welîyê qanûnî yê xwişka xwe li nêzîkî mala xwe bimîne.[15] Lindsey Graham di dema xwendina xwe de bûye endamê biratiya civakî ya Pi Kappa Phi.[16]
Wi di sala 1977an de ji Zanîngeha Karolînaya Başûr bawernameya lîsansê ya beşa psîkolojiyê û di sala 1981an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Karolînaya Başûr bawernameya dixtorê hiqûqê wergirtiye.[17]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Sen. Graham moved up in Air Force Reserve ranks despite light duties". The Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). 2 tebax 2015. ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Lindsey Graham Ends Presidential Bid". NBC News (bi îngilîzî). 21 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Graham faces down primary challenge". POLITICO (bi îngilîzî). 9 gulan 2013. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ Rappeport, Alan (1 hezîran 2015). "Lindsey Graham Enters White House Race With Emphasis on National Security". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ updated, Keith Wagstaff last (26 tebax 2013). "Can Lindsey Graham survive the Tea Party's wrath?". The Week (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ June 7, Tim HainsOn Date. "Lindsey Graham Takes The Off-Ramp: "I'm Not Supporting Mr. Trump"". www.realclearpolitics.com. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ↑ Miller, Lisa (16 îlon 2018). "What Happened to Lindsey Graham?". Intelligencer (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ Navarria, Giovanni (10 çiriya paşîn 2016). "Dear Mr President-elect Trump, thanks! We now live in the best of all possible worlds". doi.org. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Opinion | What did they do with Lindsey Graham?". The Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). 15 kanûna paşîn 2019. ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Graham û Nêçîrvan Barzanî: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên parastin". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Mezlûm Ebdî: Graham û hevalên wî parêzvanên mafên me ne". rudaw.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ Summers, Juana (28 hezîran 2015). "Presidential Aspiration Born From A Modest, And Tragic, Beginning". NPR (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- 1 2 "Washingtonpost.com Special Report: Clinton Accused". www.washingtonpost.com. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Millie Walters Graham, 1976, obituary, South Carolina". The Greenville News. 11 hezîran 1976. r. 10. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ Ball, Molly (10 hezîran 2014). "How Lindsey Graham Stomped the Tea Party". The Atlantic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Pi Kappa Phi Fraternity". www.pikapp.org (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.
- ↑ "Lindsey Graham - U.S. Congress Votes Database - The Washington Post". projects.washingtonpost.com. Roja gihiştinê 17 sibat 2026.