Here naverokê

Lisa del Giocondo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lisa del Giocondo
Jidayikbûn
Lisa Gherardini Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

15 hezîran 1479 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Firenze (Komara Floransayê) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin14 tîrmeh 1542 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Firenze Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêDêra Sant'Orsola Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFirenze Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Francesco del Giocondo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatGherardini Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lisa del Giocondo (bilêvkirina îtalî: [ˈliːza del dʒoˈkondo]; bi navê Lisa Camilla di Antonmaria Gherardini hatiye dinyayê [ɡerarˈdiːni]; jdb 15ê hezîrana 1479ê – mirin 14ê tîrmeha 1542an) jinikeke esîlzade ya îtalî û endameke malbata Gherardini ya Firenze û Toskana bû. Navê tabloya Mona Lîza li wê hatiye kirin. Mêrê wê fermana xêzkirina vê portreyê dabû û portre ji aliyê Leonardo da Vinci ve di serdema Ronesansa Italiayê de hatiye xêzkirin.

Di derbarê jiyana Lisa de zêde agahî tine ne. Ew li Firenzeyê hat dinyayê. Di ciwaniya xwe de bi bazirganekî qumaş û hevrîşimê ku paşê bû berpirsyarekî herêmî re zewicî bû. Lisa şeş zarok anîn dinyayê û li got tiştê ku tê zanîn, jiyanek aram û asayî derbas kir. Ew piştî mirina mêrê xwe ku bi gelek salan jê mezintir bû, zindî ma.

Di sedsalên ku piştî mirina Lisa del Giocondo de hatin, tabloya Mona Lîza bû tabloya herî navdar a cîhanê.[1] Heta ku bi nav û dengê xwe ev tablo jina ku di wê de hatibû xêzkirin derbas kir. Ji ber bala zanayên hunerê û hezkiriyên hunerê, ew tablo bû yek ji berhemên herî naskirî û herî biqîmet ên cîhanê. Di sala 2005an de, lêkolînên dîrokî bi awayekî qewî piştrast kirin ku Lisa del Giocondo li dor sala 1503an bû modela portre ya Leonardo da Vinci.[2] Bi vî awayî, baweriya ji mêj ve ku ew modela Mona Lîza ye, xurttir bû.[3]

  1. ↑ Riding, Alan (6 nîsan 2005). "In Louvre, New Room With View of 'Mona Lisa'". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 11 îlon 2026.
  2. ↑ Times, The New York (16 kanûna paşîn 2008). "Mona Really Was a Lisa". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 11 îlon 2026.
  3. ↑ "Mona Lisa – Heidelberg discovery confirms identity". www.ub.uni-heidelberg.de (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 îlon 2026.