Lissy Schmidt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lissy Schmidt (z. 1959 li Wiesbaden, Elmanya - m. 3'ê nîsana 1994'an li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê[1]) rojnamevaneke alman bû ku li ser rewşa kurdan lêkolîn dikir. Ji ber vê hindê Lissy û parêzkarê wê Aziz Kadir Ferag ji aliyê faîlên nediyar ve hatine kuştin.

Xebatên Lissy Schmidt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Schmidt endama Medico International, rêxistineke serbixwe ya bijîşkên cîhanê ji bo mafê tendûristiya mirovan, bû. weke rojnamevaneke azad li Silêmanî ji bo rojnameyên Agence France-Presse (AFP), Frankfurter Rundschau û Der Tagesspiegel xebitî.[2]

Rojnamevanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rewşa kurdan û pirsgirêka kurd bala wê dikişand, lewra ew ji bo xebitandina bona mafê gelê kurd çû Kurdistanê û ji wir ve xebatên xwe yên bijîşktî û rojnamevaniyê bimeşîne. Wê xebatên xwe bi taybetî li herêma Kurdistanê dimeşand. Ji ber lêkolînên derheqê hêzên kûr û tarî yên pirsgirêka kurd, karê wê bi tahlûke bû, lewra ew pêwîst mabû ku parêzkarekî ji xwe re bigire û ji ber tehdîdên nediyar nikaribû bi tenê hereket bike.

Demeke dirêj Lissy li bakûrê Kurdistanê xebatên xwe dimeşand û ji bo rojnameya Frankfurter Rundschau nivîsand. Lê wê zû bala kontrgerîlayan (hevkariyên tarî yên di nava siyasetmedar, mafya û hêzên parastina tirk) kişande ser xwe û kete lîsteya mirinê ya wan.

Bijîşktî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lissy, ya ku hay ji van tiştan dibe, derbasî başûrê Kurdistanê dibe. Di çarçoveya xebatên ji nu ve avakririnê ew li ser navê medico international wek bijîşk xebitî û alîkariya mexdûr û penaberên komkujiya Enfalê kir.

Kuştina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lissy Schmidt di roja 3'ê nîsana 1994'an de ji mal derket û digel parêzkarê xwe Aziz Kadir Farag bi erebeya xwe bi rê ket. Ew li şopa lêkolîneke taybet û bi tahlûke bû, û hindik mabû ku lêkolînên xwe biqedîne û bide weşandin. Wê derheqê karên narkotîk lêdikoland û gihiştibû vê agaihyê ku li başûrê Kurdistanê jî xebatên kûr û tarî di nava mafya, siyaset û hêzên parastinê de hene. Bi vî havî bala Lissy Schmidt bi taybetî li ser mafyaya narkitîk bû û wê dixwest ew hevkariyên qirêj ji çapemeniyê re bide eşkerekirin. Li gorî Lissy, ew li hemberî felaketa însanî ya li herêmê xwe bi êşên mirovan zengîn dikirin. Lê ew rêxistinên tarî hay ji Lissy hebûn û zanîbûn ku ev ji wê zû bi zû dest ji qiriqê wan bernede.

Di wê rojê de Lissy digel parêkrazê xwe Aziz bi erebeyê li şopa wan kesan dibe. Dema ku erebeya wan li qada Baxçiyan du kîlometreyan ji cihê kontrolê derbas dibe, erebeyeke din rexkî li wan dide û erebeya wan gulebaran dike. Lissy Schmidt û parêzkarê wê Aziz Kadir Ferag derhal jiyana xwe ji dest didin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ iisg.nl: Lissy Schmidt Collection, dîtin: 26'ê gulana 2012'an
  2. ^ cpj.org: Lissy Schmidt, dîtin: 26'ê gulana 2012'an

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirraniya agahiyên derheqê Lissy Schmidt ji malpera medico.de hate stendin: