Here naverokê

Lolobî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lolobî
~ 3100 b.z.~ 675 b.z.
li dora salên 2350 û 1550 yê b.z. nexşeya Elamê
Agahiyên gelemperî
ZimanZimanê lolobîyî
DînDînî lolobîyî
Awayê rêveberiyêMonarşî
Rêveberî
Padîşah
~ 2400 b.z.Îmmaşkuş (rêveberê pêşî)
~ 675 b.z.Larkutla (rêveberê dawî)

Lolobî (di heman demê de wekê lullu, lullubî û lulluyî jî hatine naskirin) yek ji gel û keyaniyên kevnare yên Kurdistanê bûn ku di hezarsala 3em a berê zayînê de (serdema bronzê) derketine holê û serdemeke dirêj ku ji sala 3100ê b.z. heya sala 675ê b.z. berxwe daye li herêmeke berfireh ê Kurdistanê ku herêma çiyayê Zagrosê û deverên li ser peravê çemê Dîcleya jêrîn di nav de bû hikum kiriye. Herêma ku ji aliyê keyaniya lolobiyan ve hatiye birevebirin deverên Zagrosê ku deştên Şehrezûrê û Kirmaşanê di nav de bû, parêzgeha îro ya Silêmaniyê û bajarên wekê Sexan, Zehawe, Şehrezûr, Helepce û bajarê Kerkûk a îro di nav xwe de girtiye. Paytexta keyaniya lolobiyan bajarê Zimriyeyê bû.[1][2]

Di çavkaniyên akadiyan de lolobî wekê gelekî şervan hatine wesfandin ku çermê ajalan li xwe kirine û rû û porê wan girêdayî bû.[3] Gelê lolobî pir caran mîna cîran û xizmên xwe yê gutî, bi xanedanên semîtîk ên akadî û asûriyan re di nav şer û pevçunan de bûne.

Li gorî çavkaniyên asûrî û babîliyan herêma ku ji aliyê lolobiyan ve hatiye birêvebirin herêma Zamuayê bû. Herêma Zamuayê ne tenê ji bo lolobiyan girîng bû di heman demê de ji bo gutî û ji bo subartoyan jî herêmeke girîng bû. Ji ber ku ev gel xizmên hevdu bûn, hem sumerî û hem jî akadî, babîlî û asûrî di nivîsên xwe de navên gutî, lolobî û navê subartoyan bi hev re bi kar anîne ku bi kêmanî her dem navê du ji van koman bi hev re hatine bikaranîn.

Zanyar û dîroknasên serdema nûjen wekê gutî,[4] medî[5] û subartoyan ku gelên heman serdem û heman herêmê bûn, lolobiyan jî wekê kurdên pêşîn (proto-kurd) diyar kirine ku lolobî jî ji aliyê dîroknasên serdema nûjen ve wekê bav û kalên kurdên nûjen hatiye destnîşan kirin.[6][7][8]

Lolobî civakeke kevnare yên Kurdistanê bûn ku ji hezarsala 3em a berê zayînê ve li herêma çiyayên Zagrosê (deşta Şehrizor û Kirmaşanê) li ser sinorê îro ya Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jiyan kirine. Lolobî ku di nivîsarên Mezopotamyayê (nivîsarên asûrî û babîlî) de jî hatine behskirin, li herêmên çiyayî jiyan kirine û bi xwedîkirina ajalan re eleqeder bûne û li gorî heman çavkaniyan lolobî civakeke şervan bûn.

Mîrata wan a dîrokî ya herî girîng rolyefên kevirî ne ku dîroka wan ji sala 2300ê berê zayînê vedigere û di nav sinorên îro ya Rojhilata Kurdistanê de ne. Di nav van rolyefan de rolyefek qiral Anubanînî nîşan daye ku amûreke şer û kevaneke di destê xwe de girtiye. Her çiqas koka wan ê etnîkî û zimanên wan bi tevahî nehatibin femkirin jî, hinek dîroknas û lêkolîneran lolobiyan wekê gelê xwemaliyên herêmê û yek ji bav û kalên kurdên nûjen ên îro destnîşan kirine.[6][8]

Dewleta lolobiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê

Lolobiyan dewletek bi hêz ava kiriye ku ji sala 3100ê b.z. heya sala 675ê b.z. li devereke berfireh ê di navbera çiyayên Zagrosan û çemê Dîcleyê hikum kiriye. Serweriya dewleta lolobiyan serdemeke dirêj ê ku bi qasê hezar salan berxwe daye berdewam kiriye. Di sala 1800ê berê zayînê de akadî êrişan tînîn ser lolobiyan û welatên wan dixin bin desten xwe. Dema ku gutî welatê akadiyan zeft dikin, gelê lolobî jî li hember akadiyan şer dikin û welatên xwe ji ji bin dagirkeriya akadiyan xilas dikin. Lolobî civakên wekê gutî û subartoyan re pêwendiyên baş çêkirine ku bi hev re li dijî êrîşên akadî û asûriyan welatê xwe parastine û şer kirine.

Di sala 1000ê berê zayînê de asûrî li dijî axa lolobiyan êrîş daye destpêkirin ku di encamê vê şerê de paytextê lolobiyan bajarê Zimriye ji aliyê asûriyan ve hatiye dagirkirin. Heya ku xanedaniya asûriyan ji aliyê medan hatiye hilweşandin êrîş û dagirkeriya asûran li rojhilatê çemê Dîcleya jêrîn berdewam kiriye. Bi avakirina Împeratoriya Medyaya asûrî têk çûne axa lolobiyan derbasê rêveberiya medan bûye.[9]

  1. ^ Zekî Beg, Mihemed Emîn (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Stembol: Avesta. r. 58-59.
  2. ^ Zekî Beg, Mihemed Emîn (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Stembol: Avesta. r. 286.
  3. ^ Bahrani, Zainab (6 adar 2008). Rituals of War: The Body and Violence in Mesopotamia (bi îngilîzî). Zone Books. ISBN 978-1-890951-84-9.
  4. ^ Hennerbichler, Ferdinand (2014). "B.C.E. Karda Land of Valiant Mountain People Central Zagros East Terminological Analysis". Advances in Anthropology. 04 (03): 168–198. doi:10.4236/aa.2014.43021. ISSN 2163-9353.{{cite journal}}: CS1 maint: unflagged free DOI (lînk)
  5. ^ "Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî". bnk.institutkurde.org. Roja gihiştinê 24 gulan 2026.
  6. ^ a b Bagley, F. R. C.; Arfa, Hassan (1966). "The Kurds". International Journal. 22 (1): 168. doi:10.2307/40199812. ISSN 0020-7020.
  7. ^ "Reference Works — Brill". referenceworks.brillonline.com (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 23 hezîran 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 gulan 2026.
  8. ^ a b "Eslê kurdan (pdf) | Paperity". paperity.org. Roja gihiştinê 24 gulan 2026.
  9. ^ Zekî Beg, Mihemed Emîn (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Stembol: Avesta. r. 72-76.