Ludwik Lejzer Zamenhof

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Ludwik Lejzer Zamenhof
Ludwik Lejzer Zamenhof (1904)
Ludwik Lejzer Zamenhof (1904)
Bernavk Doktoro Esperanto
Rojbûn 15ê kanûna pêşîn 1859
Białystok, Polonya
Mirin 14ê nîsanê 1917
Warşova, Polonya
Pîşe Zimannas
Şanenav
Zamenhof subskribo.svg
biguherîneBelge

Ludwik Lejzer Zamenhof (z. 15 kanûna pêşîn 1859 - m. 14 nîsan 1917)[1] gelek caran wekî L. L. Zamenhof tê nasîn, çavbijîşk û zimannasê polonî û afirînerê zimanê esperantoyê ye ya ku li seranserê cîhanê zimanê çêkirî yê navnetewî yê herî navdar û berbelav e.[2]

Zamenhof gava li xwendegehê bû, yekem carî zimanê xwe pêşde bir. Ew bi ramana cîhanek bêşer mezin bû. Bawer dikir ku ew dikare bi alîkariya zimaneke nû yê alîkar ê navneteweyî çêbike.[1] Ziman dê alavek be ku mirov bi vê navgîna ragihandinê ya bêalî û dadperwer, wekhev bibin.[3] Wî, tevî şerên Cîhanê yên sedsala 20-an bi serfirazî civatek ava kir ku îro berdewam dike.[4] Di heman demê de, ew bi navgîniya bikarhênerên xwe ve mîna zimanek xwezayî pêşve çû.[5]

UNESCO ji ber destkeftî û piştgiriya wî bo diyaloga nav-çandan, di 100 saliya mirina wî de Zamenhof wek yek ji kesayetiyên navdar ên sala 2017 hilbijart.[6]

Jînenîgarî[biguherîne]

Salên destpêkê[biguherîne]

Zamenhof, li dora 1879

Zamenhof di 15 Kanûna Pêşîn de wekî kurê Markus Zamenhof (27 kanûna paşîn 1837 - 29 çiriya paşîn 1907) û Rozalia (Sofer) Zamenhof (1839 - 1 îlon 1892) li Belostoka piretnîkî (niha Białystok li Polonyayê ) ya Împeratoriya Rûsî ji dayik bû.[7] Di wê demê de bajar ji ber Peymanên Tilsitê ya 1807ê li bin rêveberiya Hikûmeta Grodnoyê ya Împeratoriya Rusî bû. Dêûbavên wî di eslê xwe de ji cihûyên litvanî bûn. Ev kom li Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê ya berê dijîyan. Ew wekî duzimanî bi zimanê yîdîş û rûsî mezin bû.[8] Bavê wî mamosteyê almanî û frensî bû. Ji ber wî, Zamenhof hînî zimanên almanî, frensî û îbranî bû. Ew her wiha hin zimanên girîng ên Białystok jî dipeyivî: polonî û belarusî. Polonî bû zimanê dayikê yê zarokên wî ên li Warşova. Di dibistanê de wî xwendina zimanên klasîk ên latînî, yewnanî û aramî kir. Wî paşê hinekî hînî îngilîzî bû, lê bi ya peyvên wî ne pir baş bû. Ew bi litwanî û îtalî eleqedar bû û di sala 1880 de hînî Volapükê bû. Bi vê awayê, sebebên çêkirina projeya wî ya zimaneke navneteweyî geş bû.[9][10]

Digel cihûyên yîdîşaxiv, di nav gelheya Białystokê de poloniyên katolîk ên Romayê û rûsên ortodoks ên rojhilat (bi gelemperî mezheba fermî ya hukûmetê bû) û komên etnîk ên biçûk wekî belarus û almanan hebûn. Zamenhof ji ber pevçûnên li nav van koman gelek xemgîn dibû. Ew texmîn dikir ku sedema sereke ya nefret û pêşdaraziyê ya li nav van koman tunebûna zimanek hevpar bû ku li hev du fam bikin. Heke zimanek wiha hebûya, Zamenhof îdîa dikir ku ew ziman dikare rola amûreke ragihandinê ya bêalî di nav mirovên xwedan etnîsîte û zimannasiyên cûda de bilîze.[11]

Dema li Warşovayê li xwendegeha navînê Zamenhof hewl da ku bi rêzimaneke zengîn zimanek navneteweyî biafirîne lê encamê de xebateke tevlihev derket. Di dema hînbûna îngilîzî de wî biryar da ku divê rêzimana zimanê navneteweyî hêsan bibe. Ji xeynî zimanên dayikî yên dê û bavên wî yên rûsî, yîdîşî, polonî, almanî, latînî, îbranî, frensî, yewnanî û îtalî jî di sadekirina projeya rêzimanê de bûn alîkar.[12]

Di sala 1878ê de, projeya wî ya Lingwe uniwersala hat qedandin.[13] Lêbelê, Zamenhof hîn pir ciwan bû ku karê xwe bide çapkirin. Piştî mezûniyetê wî pêşî li Moskowayê paşî li Warşowayê dest bi xwendina bijîşkiyê kir. Di sala 1885an de Zamenhof zanîngehê qedand û li Veisiejaiyê wekî bijîşkê pratîsyen dest bi karê xwe kir. Piştî sala 1886ê ew li Płock û Viyenayê wekî bijîşkê çavan xebitî. Wî mirovên li wir baş dikir û heman demê de li ser projeya zimanek navneteweyî didomand.[14]

Çapa rûsî ya Unua libro ("pirtûka yekem"), 1887

Wî bo weşandina pirtûkokê fonan berhev bike, du salan hewl da heya ku alîkarî ji bavê jina xwe ya paşerojê wergirt. Di sala 1887an de, pirtûka bi navê Между меѓународный язык. Предисловие и полный учебникь ( Zimanek Navneteweyî: Destpêk û pirtûkek bêkêmasî ) bi rûsî[15] li ser navê "Doktoro Esperanto" (Bijîşk Hêvîdar) hate çapkirin. Zamenhof di destpêka axaftina xwe de navê zimên wekî "Lingvo internacia" (zimanek navneteweyî) kir, lê yên ku ew fêr bûn dest pê kirin ku jê re bibêjin Esperanto û di demekê kin de navê zimên wekî fermî jî bû Esperanto. Ji bo Zamenhof, ev ziman, tenê amûrek ragihandinê ye û rêyek ji bo pêşxistina hevahengiya aştiyane ye di navbera mirovên xwedî çandên cûda de.[2]

Xebatên li ser yîdîşî û pirsgirêka cihûyan[biguherîne]

Zamenhof li ser maseya xwe ya malê li Warşowayê, 1910

Zamenhof di sala 1879an de yekem rêzimana yîdîşî nivîsand. Ev xebata wî çend sal şûnde di kovara yîdîşî, Lebn un visnshaft de hate weşandin.[16] Nivîsa orîjînal a bêkêmasî di sala 1982an de, ji hêla Adolf Holzhaus ve bi wergera rûsî û esperantoyî, bi navê L. Zamenhof, provo de gramatiko de novjuda lingvo [Hewldanek li ser rêzimana zimanê nû-cihûyan], hat çapkirin. Di vê xebatê de, ew tenê raveya rêzimana yîdîşî nasewirîne, lê di heman demê de çend pêşniyaz bo derbasbûna tîpên Latînî û li ser ortografiyê jî pêşkêş dike. Di heman heyamê de Zamenhof çend berhemên din jî bi zimanê yîdîşî nivîsand, dibe ku lêkolîna yekemîn a helbestên yîdîşî jî tê de.

Di 1882an de li Împeratoriya Rûsî, pelên progromê pêk dihat û di vê heyamê de Zamenhof nêzîkî Hibbat Zionê bû ku ev pêşiya tevgera siyonîst bû.[17] Lê wî di 1887an de dev ji tevgerê berda û di sala 1901an de bi sernavê Hillelism daxuyaniyeke bi zimanê rûsî belav kir, di nav de got ku projeya siyonîst nikare pirsgirêkên gelê cihû çareser bike.

Di sala 1914an de wî vexwendinek ji bo tevlî rêxistina nû ya Esperantîstên Cihû, TEHAyê stand, lê paşve vegerand. Di nameya xwe de ji organîzatoran re, wiha digot, "Ez bi dilsoz im ku her netewparêzî ji mirovahî re tenê bêbextiya herî mezin pêşkêşî dike..." [17] Pirtûka pîroz a cihûyan Tanah a ku Tewrat û Zebûr dihewîne, ji aliyê Zamenhof ve hat wergerandin bo esperantoyê.

Zamenhof di Warşowayê de di 14ê nîsana 1917an de ji ber qeyrana dilê mir û li Goristana Cihû ya Okopowayê hate veşartin. Axaftina xêrxwaziyê ya ser gorê ji aliyê xaxem û pêşengehê Sînagoga Mezin a Warşowayê, Samuel Abraham Poznański ve hat kirin û got: "Dê demek were ku xelkê polonî fêm bike ka Xwedê çi kurek mezin daye axa wan."[18]

Zamenhof di Kongreya Esperantoyê ya Cîhanî de ye ya li Barcelonayê (Ketelonya, Spanya) di 1909an de hat lidarxisitin.

Malbat[biguherîne]

Zamenhof û jina wî Klara Silbernik sê zarok, kurekî, Adem û du keçên xwe, Sofîa û Lidia mezin kirin. Her sê jî li Holokostê hatine kuştin.[19]

Bi taybetî Lidia Zamenhof baldariyek mezin nîşanî esperantoyî da û bi mezinbûnê ve bû mamosteya zimên, bi rêwîtiya Ewrûpa û Amerîkayê dersên esperantoyê da. Bi saya hevaltiya Martha Root baweriya behaîtî qebûl kir û bû yek ji endamên wê baweriyê ku yek ji rêgezên wê baweriyê zimaneke alîkar wekî pêdiviyeke dibîne.

Neviyê Zamenhof, Louis-Christophe Zaleski-Zamenhof (kurê Adam), ji salê 1960ê heta tarîxa mirina wî ya 2019an ve li Fransayê dijiya.

Felsefeya olî[biguherîne]

Ji bilî xebata xwe ya zimanî, felsefeyek olî ya Zamenhof hebû ku wî jê re Homaranismo digot (ev term bi esperantoyî ye, bi gelemperî wekî "hûmanîzm"[mirovhezî][20] an jî mirovahîparêzî/mirovparêzî hatiye binavkirin), ku li ser bingeha rêgez û rêbazên Hillel Elder bû. Wî ji bo Homaranismo re wiha gotiye: "Ew bi rastî mebesta tevahiya jiyana min e. Ez ê ji bo wê dev ji her tiştî berdim."[21]

Navê cudabûnê[biguherîne]

Malbata Zamenhof û Alfred Michaux li Kongreya Yekem a Esperantoyê, Boulogne, 1905.

Jiyana Zamenhof pirzimanî bû. Ji ber wê bi ya rastnivîsa zimanan, navê wê di gelek cihan de ji hev cihê hatiye nivîsandin:

  • Ingilîzî: Ludwik Lejzer Zamenhof
  • Esperantoyî: Ludoviko Lazaro Zamenhofo
  • Almanî: Ludwig "Levi" Lazarus Samenhof
  • Îbranî: אליעזר לודוויג זמנהוףEliezer Ludwig Zamenhof
  • Polonî: Ludwik Łazarz Zamenhof
  • Rûsî: Лю́двик Ла́зарь "Лейзер" Ма́ркович Заменго́вLyudvik Lazar' "Leyzer" Markoviç Zamengov
  • Yîdîşî: לײזער לֵוִי זאַמענהאָףLeyzer "Levi" Zamenhof
  • Frensî: Louis Lazare Zamenhof

Di zayîna wî de navê Îbranî Eliezer ji hêla dêûbavên wî ve lê hatiye dayîn ku ew wekhevê Lazar a latînî bû. Lêbelê Zamenhof di bin serweriya rusî de ji dayîk bû û ji ber vê yekê di pelê jidayikbûna wî de navê wî wekî Лейзер Заменго́в Leyzer Zamengov, bi şêwaza yîdîşî hatiye bikaranîn û paşnavê wî yê Markoviç jî edeta rûsan bû ku ji navê bavê wî hatiye çêkirin. Navê malbata wî bi eslê xwe almanî ye û bi eslê xwe Samenhof e; lê di yîdîşî de bi tîpên latînî wekî Zamenhof tê nivîsîn û her wiha di esperantoyî û polonî de jî wiha hatiye bikaranîn. (Tîpa z di almanî de tim wekî [ts] tê bilêvkirin, lê dengên [s] yan [z] jî pêkan e.)

Di xortaniya xwe de wî him Leyzer ê yîdîşî û him jî Lazar ê rûsî bi kar aniye.

Dema ku li zanîngehê, Zamenhof dest bi karanîna navê rûsî Lyudovik kir (ew jî ji Ludovicê hatiye tîpguhestin an jî wekî Ludwig hatiye wergerandin) li cîhê Lazar, dibe ku ji ber hurmetdayîna wî ya Francis Lodwickê, ê ku di 1652an de pêşniyazeke li ser zimanên çêkirî weşandibû.[22] Dema ku birayê wî Leon bijîşk bû û dest bi lêkirina navê "Dr L. Zamenhof" kir,[23] Zamenhof ji bo di nav her du de tevlîheviyeke pêk neyê, dîsa dest bi karanîna navê xwe yê jidayikbûnê Lazar kir û ji sala 1901an wê de navê xwe wekî "Dr L. L. Zamenhof" îmze kir: yanî Doktor Ludwik Lejzer Zamenhof.

Rûmet û hevnavî[biguherîne]

Peykera L. L. Zamenhof li Prilepê, Makedonyaya Bakurê

Di sala 1905an de Zamenhof ji ber afirîneriya Esperantoyê Légion d'honneur wergirt.[24] Di 1910an de, Zamenhof ji aliyên çar endamên parlamentoyê Brîtanî ve (tê de James O'Grady û Philip Snowden jî hebûn) û Profesor Stanley Lane Poole, wekî berendamê Xelata Nobelê ya Aştiyê hate pêşniyazkirin.[25] (Li şûna wî, xelat ji Buroya Aşitiyê ya Navneteweyî re hat dayîn.) Ji ber 5-emîn Universala Kongreso de Esperantoyê a li Barcelonayê, Zamenhof ji alîyê şahê Spanya Alfonso XIII-yê ve wekî Fermandarê Isabellaya Katolîk hat îlankirin.[26]

Gerstêrkek biçûk di 6ê sibata 1938an de, ji hêla Yrjö Väisälä ve hat kifşkirin û ew wekî 1462 Zamenhof hatiye binavkirin. Bi sedan kolanên bajêr, park û bircên seranserê cîhanê jî navê Zamenhof hilgirtiye.[27] Li Lîtvanyayê, Kolana Zamenhofî cihê herî naskirî ya Kaunasê ye, ku ew demek li wir jiyaye û tê de xwediyê xaniyek bû. Li Polonyayê, Keyaniya Yekbûyî, Fransayê, Macaristanê, Kroatyayê, Çekyayê, Spanyayê (piranî li Ketelonyayê), Îtalyayê, Îsraîl, Belçîkayê û Brezîlê jî hene. Li Macaristan û Brezîlyayê Girên Zamenhofî û li Çemê Dunayê Girava Zamenhofî hene.[28]

Li hin bajarên Îsraîlê, di nîşanên kolanan de derheqê wî de agahî tê dayîn, lê ew tenê navê wî yê cihû Eliezerî bi kar tînin. Zamenhof ji hêla ola japonî Oomoto ve wekî xwedayek hatiye rûmetdarkirin, ku di nav şopînerên xwe de pêşnîyaza bikaranîna Esperantoyê dike. Di heman demê de, navê lîkena Zamenhofia bo rûmeta wî hatiye kirin.[29]

Li bajarê Göteborgê, li Swêdê, navê meydanek giştî Esperantoplatsen ("Meydana Esperantoyê") e.

Li Îtalyayê, çend kolanên bi navê Esperanto têne navandin hene, Largo Esperantoya li Pisayê jî tê de.

Busta L. L. Zamenhofî di Esperanto Parkê de, li Budapeştê

UNESCO di sala 1959-an de ji ber sedemîn salvegera rojbûna Zamenhofî wî rûmetdar kir[30] û di 2015-an de jî biryar da ku dê piştgiriyê bide pîrozbahiya 100. salvegera mirina wî.[31]

Zamenhof 12 caran ji bo xelata Nobelê ya aşîtiyê wekî endam hate pêşniyazkirin. [32]

Rojbûna wî, 15ê Kanûna Pêşîn, her sal ji aliyê esperantîstan ve wekî Roja Zamenhofî tê pîroz kirin. Google bi rûmeta 150. salvegera rojbûna wî di 15ê Kanûna Peşîn a 2009ê de, ala stêrkî ya kesk a esperantoyê li ser motora xwe ya lêgerînê bi kar anî.[33]

Xaniyê malbata Zamenhof bo Ludwik Zamenhofî hatiye nezirkirin û di 2008an de wekî yek ji mîrata Cihûyan ên li Białystokê hat pejirandin.[34]

Di 1960an de, ji hêla Komeleya Esperantoyê ya Brîtanyayê (EAB) ve dibistanên havîn ên Esperantoyê li Stoke-on-Trent a Keyaniya Yekbûyî hate damezrandin, ku bi armanca nasandina zimên dest bi dersan kirin. Her wiha li bajêr bi navê Zamenhofî daristanek heye: Zamenhof Grove.[35]

Ji ber rûmeta rojbûna Dr. Zamenhofî ya 15ê Kanûna pêşîn, Civata Esperantoyê ya New Yorkê her sal roja Zamenhofa Tago ("Rojbûna Zamenhofî" bi esperantoyî) pîroz dike. [36]

Bîbliyografî[biguherîne]

Berhemên orîjînal[biguherîne]

Berhemên periyodîk[biguherîne]

  • La Esperantisto, 1889–1895 (Esperantîst)
  • Lingvo Internacia, 1895–1914 (Ziman Navneteweyî)
  • La Revuo, 1906–1914 (Vekolîn)

Helbest[biguherîne]

  • "Al la fratoj" ("Ji Birayan re") [37]
  • "La Espero" ("Hêvî")
  • "Ho, mia kor'" ("Oy, Dilê min")
  • "Mia penso" ("Ramana min") [38]
  • "La vojo" ("Rê") [39]

Werger[biguherîne]

Galerya[biguherîne]

Her wiha[biguherîne]

Nîşe[biguherîne]

  1. a b Gabriela Zalewska (2010). "Zamenhof, Ludwik (1859–1917)". The YIVO Encyclopedia of Jews in Eastern Europe. Trans. by Anna Grojec. YIVO Institute for Jewish Research. Retrieved 19 December 2013.
  2. a b Zasky, Jason (20 July 2009), "Discouraging Words", Failure Magazine, But in terms of invented languages, it's the most outlandishly successful invented language ever. It has thousands of speakers—even native speakers—and that's a major accomplishment as compared to the 900 or so other languages that have no speakers. – Arika Okrent
  3. Guilherme Moreira Fians, Hoping for the language of Hope, University of Amsterdam, ACLC Seminar, Amsterdam Institute for Humanities Research (AIHR),
  4. Federico Gobbo, An alternative globalisation: why learn Esperanto today?, University of Amsterdam, 8th October 2015.
  5. Humphrey Tonkin, Fourth Interlinguistic Symposium, p. 213, JKI-12-2017[1] (pdf).
  6. Fourth Interlinguistic Symposium, p. 209, JKI-12-2017[1].
  7. http://www.culturepolonaise.eu/3,2,765,en,100th_anniversary_of_the_death_of_L_ZAMENHOF_the_creator_of_the_Esperanto
  8. Christer Kiselman (2008). Esperanto: Its Origins and Early History (PDF). Prace Komisji Spraw Europejskich PAU. Tom II, pp. 39–56. Polish Academy of Learning. p. 2. Retrieved 15 December 2014. What was his first language? He wrote in a letter in 1901 that his "parental language" (mother tongue) was Russian, but that at the time he was speaking more in Polish (Zamenhof 1929:523). However, all other evidence points to Yiddish as his mother tongue and first language.
  9. Christer Kiselman, "Esperanto: Its origins and early history", in Andrzej Pelczar, ed., 2008, Prace Komisji Spraw Europejskich PAU, vol. II, pp. 39–56, Krakaw.
  10. Claude Piron (1984). "Kontribuaĵo al la studo pri la influoj de la jida sur Esperanton". Jewish Language Review. 4.
  11. "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Retrieved 9 August 2017.
  12. Holzhaus, Adolf: Doktoro kaj lingvo Esperanto. Helsinki: Fondumo Esperanto. 1969
  13. Dufour, Fritz (2017). Exploring the Possibilities for the Emergence of a Single and Global Native Language. Fritz Dufour. p. 93.
  14. "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Retrieved 2019-07-15.
  15. Keith Brown and Sarah Ogilvie, Concise Encyclopedia of Languages of the World (Elsevier, 2009: ISBN 0-08-087774-5), p. 375.
  16. Vilnius, 1909; see Esperanto translation as Pri jida gramatiko kaj reformo en la jida (On Yiddish grammar and reform in Yiddish) in Hebreo el la geto: De cionismo al hilelismo (A Hebrew from the ghetto: From Zionism to Hillelism), Eldonejo Ludovikito, vol. 5, 1976
  17. a b N. Z. Maimon (May–June 1958). "La cionista periodo en la vivo de Zamenhof". Nica Literatura Revuo (3/5): 165–177. Archived from the original on 19 July 2008.
  18. https://web.archive.org/web/20070630123854/http://www.szukamypolski.pl/rzeznia.php?id=22
  19. Hoffmann, Frank W.; Bailey, William G. (1992). Mind & Society Fads. Haworth Press. ISBN 1-56024-178-0., p. 116: "Between world wars, Esperanto fared worse and, sadly, became embroiled in political power moves. Adolf Hitler wrote in Mein Kampf that the spread of Esperanto throughout Europe was a Jewish plot to break down national differences so that Jews could assume positions of authority.... After the Nazis' successful Blitzkrieg of Poland, the Warsaw Gestapo received orders to 'take care' of the Zamenhof family.... Zamenhof's son was shot... his two daughters were put in Treblinka death camp."
  20. Meaning in the Age of Modernism: C. K. Ogden and his contemporaries, Thesis of James McElvenny, 2013
  21. Edmond Privat, "The Life of Zamenhof" p 117.
  22. Umberto Eco & James Fentress (9 September 1995). The Search for the Perfect Language. Blackwell Publishing. p. 324. ISBN 978-0-631-17465-3.
  23. Wincewicz, Andrzej; Sulkowska, Mariola; Musiatowicz, Marcin; Sulkowski, Stanislaw (June 2009). "Laryngologist Leon Zamenhof—brother of Dr. Esperanto". American Journal of Audiology. 18 (1): 3–6. doi:10.1044/1059-0889(2008/08-0002). ISSN 1059-0889. PMID 18978199.
  24. "3 россиянина, награждённые орденом Почётного легиона за необычные заслуги (3 Russians Awarded Légion d'honneur for Unusual Merits)". Russian Daily "Sobesednik". 16 August 2013. Retrieved 9 September 2014.
  25. Nobel Prize nomnination database
  26. Olaizola, Borja. "Chatear en Esperanto, vigésimo idioma del mundo más usado en la red." El Correo. 30/03/2011.
  27. See the list of Zamenhof/Esperanto Objects on the Wikipedia in Esperanto
  28. Hommages au Dr Zamenhof, à l'espéranto et à ses pionniers.
  29. Zamenhofia rosei: Francis' lichen. Range, habitat, biology
  30. Jewish Telegraphic Agency: UNESCO to Honor Memory of Zamenhof, Jewish Creator of Esperanto, 16 December 1959
  31. Unesco; UEA: Zamenhof omaĝota
  32. "Espéranto, la langue qui se voulait "universala"". France Inter. 2017-04-14.
  33. Google Doodles Archive: 150th Birthday of LL Zamenhof Retrieved 1 April 2010.
  34. Jewish Heritage Trail in Białystok accessed 25 July 2009.
  35. Salisbury, Josh (2017-12-06). "'Saluton!': the surprise return of Esperanto". The Guardian (in îngilîzî). ISSN 0261-3077. Retrieved 2018-12-19.
  36. Kilgannon, Corey (2017-12-21). "Feliĉa Ferioj! Toasting the Holidays in Esperanto". The New York Times (in îngilîzî). ISSN 0362-4331. Retrieved 2018-12-24.
  37. Privat, Edmond (1920). "Idealista profeto". Vivo de Zamenhof (in Esperanto).CS1 maint: Unrecognized language (link)
  38. Privat, Edmond (1920). "Studentaj jaroj". Vivo de Zamenhof (in Esperanto).CS1 maint: Unrecognized language (link)
  39. Privat, Edmond (1920). "Verkisto". Vivo de Zamenhof (in Esperanto).CS1 maint: Unrecognized language (link)

Çavkanî[biguherîne]

  • Boulton, Marjorie: (1960) 'Zamenhof: Creator of Esperanto'. London: Routledge and Kegan Paul, 223pp.
  • Le Petit Robert: 'Zamenhof'. Paris; Montréal: Dictionnaires Le Robert, 1990. ISBN 2-85036-074-0.
  • Schmadel, Lutz D (1993). Dictionary of Minor Planet Names (2 ed.). Berlin; New York: Springer-Verlag. ISBN 978-3-540-66292-1.
  • Wincewicz, A; Sulkowska, M.; Sulkowski, S. (2007). "To heal the mind's eye of hate—Dr. Ludwik Zamenhof" (PDF). Isr Med Assoc J. 9 (5): 352–4. PMID 17591370. Archived from the original (PDF) on 31 October 2008. Retrieved 7 August 2008.
  • Korĵenkov, Aleksander (2009). Homarano : La vivo, verkoj kaj ideoj de d-ro L.L.Zamenhof (1 ed.). Kaliningrad; Kaunas: Sezonoj; Litova Esperanto-Asocio. p. 320. ISBN 978-609-95087-0-2.

Girêdanên derveyî[biguherîne]